Şemî, 26 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 26’Ê TÎRMEHA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara komîsyona ku wê li meclîsê were avakirin zelal bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê rapora têkildarî binpêkirinên li ser çapemeniyê ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîr, Mugla û Uşakê şewata daristanan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Krasnodarê Şoreşa Rojava hat silavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalya û Karabukê agir bi daristanan ket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Werin em bi hev re banekî hevpar ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bedlîsê piştî talana daristanê qedexe hat ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê ji bo gerîlaya YJA Starê Hevî Bahtiyar serxweşî hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ şehîdên fermanê li cihê hatin qetilkirin bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê li hemberî madenê meşek hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê perwerdeya li ser Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di 8 rojan de 3 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qiu Jin: Sembola berxwedan û têkoşînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Abya Yala bi panelek Şoreşa 19’ê Tîrmehê silav kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li gelek bajaran êrîşên HTŞ’ê şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî li Bursayê bi jinan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Têkoşîna jinan wê bibe garantiya Sûriyeya demokratîk!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Cangoriyên Şengalê bi klîba ‘Şehîdên welatê me’ hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji stranan ber bi berxwedanê: Hozan Serhad

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 139’emîn Galaya Madenvanên Durhamê de daxwaza azadiya Rêber Apo hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kolektîfa Hunera Azad a Ewropayê klîba ji bo bîranîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsîlyayê 15’emîn Mihrîcana Ciwanan a Engîn Sîncer: Bi şoreşa çandî re ber bi sosyalîzmê ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwîtiya Lêgerîn a ber bi azadiyê ve

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Cemîl Bayik: Rojeva me ya sereke azadiya Rêber Apo ye
Rojane

Cemîl Bayik: Rojeva me ya sereke azadiya Rêber Apo ye

Cemîl Bayik got, “Rojeva me ya sereke ew e ku Rêber Apo bikare di şert mercên azad de bixebite. Divê em vê bikin rojeva esas. Divê yên li Tirkiyeyê vê bikin rojeva esas. Em azadiya Rêber Apo weke azadiya civaka Kurd dibînin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 35 dq.
Parvekirin

Di beşa dawî ya roportaja Rojnameya Yenî Yaşam a li gel Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik de ev tişt hatin diyarkirin:

Di mînakên cîhanê de di şer û pêvajoyên çareseriyê de, çek herî dawî tên danîn. Lê li vir rewş berevajî qewimî, çima?

Rêber Apo li cîhanê tişta ku her kes dike, esas nagire. Li cîhanê hemû tevgerên bi vî rengî, berdana çekan ji herî dawî re dihêlin. Rêber Apo jî kir karê destpêkê. Her kes şaş dimîne jixwe. Yanî gelo her kes di dawiyê de vê yekê dike, çima Rêber Apo ewilî ev kir? Ev jî tarzê Rêber Apo yê çareserkirina pirsgirêkan e. Tarzê nêzbuna li bûyeran e. Aliyekî temaşekirinê ye, şêwazê nêzikatiyê ye. Li cem Rêber Apo pîvan esas in. Armana wî û pîvanên vê armancê hene. Eger gaveke xizmetê ji armancê re bike hebe, destpêk yan jî dawiya vê êdî ji bo wî ferq nake. Li cem Rêber Apo nêzikatiya dogmatîk nîne. Li armanca xwe dinêre, tişta ku xizmetê ji armanca wî re dike esas digire. Nake xem ka destpêkê çêbû, yan piştre çêbû. Hetta carna me rexne dike. Dibêje, ‘Hûn çima wisa bi pîvan tevnagerin ev qasî li hûrgûliyan asê dimînin. Hûn min jî bi vê mijûl dikin, min dikişin vir, divê hûn wisa nekin’. Qasî Rêber Apo yê rastiya dewleta Tirk û civaka Tirk bizane, nîne. Dîsa pir baş dizane ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkek e. Çêkera civakî ya Kurd, kesayeta wê, çêkera wê ya zihniyetê pir baş dizane. Dizane ku ev pirsgirêk çima ev qas bêçareserî maye. Kê ev pirsgirêk çêkirin, çima çêkirin, çima naxwazin vê pirsgirêkê çareser bikin vê jî pir baş dizane. Rêber Apo li vir hewl dide çareseriyekê bibîne. Dixwaze Kurdên bêdîrok, bigihîne dîrokekî. Dixwaze ji Kurdan re cih çêbike. Dixwaze siberoja Kurdan ewle bike, ji ber ku xeterî heye. Her çendî ku hebûna Kurdan û hêza wan a nayê tekbirin hatibe îspatkirin jî, ev nayê wê wateyê ku Kurd ji şer rizgar bûne. Rêber Apo dixwaze bi temamî ji zemînê şer derbixe. Eger vê yekê bikare, wê siberoja Kurdan ewle bike. Lewma ji bo pêkanîna vê armancê jê re ne pirsgirêke kîjan gav destpêkê yan dawî bên avêtin. Yanî fikra sosyalîzmê ya ji aliyê Rêber Apo ve hatî pêşxistin jî, cuda ye. Em baldar bin. Gelek sosyalîst, fêmkirina Rêbertî ya sosyalîzmê jî berevajî dibînin.

Erê nîqaş hene. Sosyalîstiyek çawa?

Bila nîqaş hebin, baş e. Niha Rêber Apo di nava derdorên sosyalîst de beşekê nêzî xwe beşekê jî dûrî xwe nabîne. Xeteke ku hemû sosyalîstan digire nava xwe, esas digire. Li ser vê esasê pêş dixe. Hin dewletê esas digirin, hin jî li dijî dewletê konfederasyona demokratîk esas digirin. Rêber Apo dixwaze evane hemû bên nîqaşkirin. Nabêje ev ayîdê sosyalîzmê ye, ev ne ayîdê sosyalîzmê ye. Nîqaş baş in. Divê werin pêşxistin. Rexne jî dibin. Pêşniyar jî dibin. Rêbertî vê dixwaze. Dixwaze bi vî tarzê xeta sosyalîst, tevgerê pêş bixe, dixwaze tevgera sosyalîst komî serhev bike, hewl dide tevgera sosyalîst bike hêz. Yanî tarzê rêbertiyê yê Rêber Apo hinekî cuda ye. Dibêje; min hewl da tarzê Rêbertî bi we bidim fêmkirin, tişta hûn fêm nakin ev e.

Bi gotina hûn min fêm nakin, dixwaze çi bêje?

Rexne dike. Sedemê van rexneyên Rêbertî ew e ku Rêber Apo di kîjan şert û mercan de têkoşîn û rêxistinbûnek çawa pêş xistiye. Vê encamên çawa afirandin. Dibêje, divê evane werin fêmkirin.

Ew bi xwe jî behs dike ka Rêbertî tê çi wateyê, ji bo were fêmkirin…

Erê em bala xwe bidinê, ji dervey Rêber Apo gelek kesan li Kurdistanê têkoşîn meşand, lîdertî kir. Aqûbeta gelek ji van, bi komkujî û sirgûnan temam bû. Ti ji wan mesela dîrokeke bi navê dîroka Kurdan dernexist holê. Lê Rêbertî dîroka Kurdan derdixe holê. Diyar dike ku têkoşîna PKK’ê jî li ser esasê vê dîrokê pêş dixe. Eger tu bixwazî gelekî tune bikî, tu dê ji dîroka wê qut bikî. Rêber Apo jî dixwaze hebûna Kurdan, hêza wan a têkneçûnê derxîne holê, ji bo vê yekê girêdana xwe ya bi dîroka Kurdan re diparêze. Dîsa xwedî li çi derdikeve? Xwedî li gelekî hêviya xwe winda kirî, derdikeve. Xwedî li qewm û civakek belavbûyî û ketî derdikeve. Dîsa xwedî li sosyalîzma belavbûyî derdikeve. Dema ti derfet neyî, derfetên mezin diafirîne. Tevgerê tîne rewşeke ku ne tenê di asta neteweyî de, di asta navneteweyî de hêviyê diafirîne. Evane hemû çawa afirandin? Divê em fêm bikin ka bi feraset, felsefe, îdeolojî û tarzekî çawa hate afirandin. Tişta em fêm nakin, ev e. Mesele dibêje, ‘Hûn pir dixebitin. Dibe hûn ji min bi wêrektir in, fedakar bin lê tiştên hûn dikin zêde encamê nade. Ferqa me li vir e’.

Mirov bi rengekî rast bala xwe bide û xwe bide armancê? Dixwaze çi bêje?

Eger tu xwe bidî armancê, ji bo pêkanîna wê armancê tu dê timî lêhêrbûn bikî. Tu dê gavên li gorî wê pêş bixî. Rêbertî civaka Kurd û mirovên Kurd baş nas dike. Di Kurdan de armancek wisa mezin nîne. Yanî bi rengê ku her tiştê xwe bixe xizmeta wê armancê û wisa bijî, nîne. Hîn bêhtir rojane ye, yan jî li ser lingan e. Lewma jî piranî tê xapandin, jixwe fikirîna stratejîk nîne. Tişta Rêbertî dibêje ev e, ‘ez stratejîk difikirim, hûn stratejîk nafikirin, hûn taktîk difikirin, rojane difikirin. Lê pirsgirêkek weke pirsgirêka Kurd, bi fikirîna taktîkê nayê çareserkirin’. Tişta dixwaze bêje, ev e.

Kurdan ji ber ku demek dirêj di bin mêtingerî û qirkirinê de jiyan kirin û gelek tiştên xwe winda kirin, wisa stratejîk nafikirin. Sedemê wê ew e, yan ne ji ber ku naxwazin bifikiri, ne ji ber ku xirab in. Dijmin ew aniye gelek lîstokan. Lewma nikare stratejîk bifikire, baş nabîne ka berjewendiyên wê li kuderê ne. Lewma ez dibêjim; pir zû radibe, zû difikire, pir zû bi kelecan dibe yan jî kelecana xwe winda dike. Demdirêj nabe.

Abdullah Ocalan 26 salan di şert û merc û sîstema tecrîda Îmraliyê de, ji ber van fikran karî xwe li ser lingan bigire?

Ji ber ku stratejîk difkire, xwe daye armancê û ji bo qut nebe, li ser lingan ma.

Timî dibêje: ‘Ez rojê 40 caran rexnedayîn didim. Xwe nû dikim, li ser lingan digirim’. Yê girêdayî stratejî armanca xwe be, wê vê jiyan bike, bide jiyîn. Yan di wan şert û mercan de pêkan nîne. Ya din jî dibêje ku: ‘Binêrin dema ez dixebitim, ez ê çawa dijminê li hemberî xwe lewaz bixim, çawa tenê bihêlim ku bikarim encamê bigirim? Lê hûn dijminê li hemberî xwe xurt dikin, bi vî rengî dixebitin. Hûn kêm nakin, bêhêz nakin hetta hûn wî hişyar dikin, berê wî didin xwe. Bi vî tarzî hûn nikarin encamê bigirin’. Yanî dema dibêje hûn min fêm nakin, qesta van dike. Rêbertî bi tarzê xwe tenê gav bi tevgerê nade avêtin, bi yê li hemberî xwe jî dide avêtin.

Dibe ku gelek kes vê nizanin; dema rêxistinê di nava xwe de darbe xwar Rêber Apo got: ‘Em êdî nikarin vê ji hundir çareser bikin. Lê eger em derkevin derve, li derve derfetê biafirînin em ê bikarin vê pirsgirêkê çareser bikin’. Ji derve ti peywendiya me nîne. Tenê li Kobanê xizmê hevalek Pirsûsî hebû. Ji bilî wê jî kes nebû. Rêber Apo bi wî hevalî re çû cem vê malbatê. Malbat ji heval pirs dike, ‘ev kî ye? hûn bi hev re hatine’. Heval dibêje, xizmê me ye. Malbat dibêje, ‘Xizmekî me yê wiha nîne’. Rêbertî di wan şert û mercan de çû dervey welêt. Ew malbat qezenc kir. Bi wê malbatê re gihişt Şamê. Hem jî dema ku li Humsê komkujî dihatin kirin. Ew şert û merc pir xeter in. Ji wir li Fîlîstînê bi cih bû. Ji Fîlîstînê ji bo perwerdeya çendek hevalan, alîkarî xwest. Nexwest kom di nava Fîlîstîniyan de biçe. Lê di aliyê polîtîk de ne gotin na. Ji bo derbasî Sûriyeyê bibin divê nasname bidin, lê nadin. Eger tu bikarî wate bide. Difikirin ku em wate nadinê. Nêrîna wan ew e ku Kurd sîxur in. Çima? Ji ber ku Barzanî bi Mossad û CÎA re dixebite. Li gorî wan Kurd hemû wisa ne. Ya din jî nameyên ku partiyên komunîst, derbarê me de ji wan re şandîn hene. Xwe dispêrin sovyetan û bi wî rengî dijîn. Derbarê me de çi nehatine gotin. Ji ber ku min peywendî meşandin.

Çi gotine?

Ma çi hat gotin, çi nehat gotin. Digotin em Emerîkaperest in. Wan xwe spartin Sowyetan û bi rêxistin kirin, em jî li ser fikirê Emerîkayê tewanbar kirin. Li gorî wan me xwe bi vî rengî bi rêxistin kirine û ji bo wan xetere ne. Wekî din têkiliyeke wan a bi dijminên Kurdan re jî hebû. Wê demê ez û heval Abbas em li Rihayê bûn. Rêbertî ji me re got komek bişînin. Em matmayî man. Li gel ku bi derve re têkîliyên me nîn bûn jî çawa karî têkiliyek pêş bixista? Ji ber ku Rêbertî xwestibû, baweriya me hebû û me komek şand. Me got dibe ku tiştên em nizanibin hebin. Rêbertî bi rêya malbata ku pê re têkilî danîne xwe digihîne Fîlîstîniyan. Fîlîstîniyan, dîtin ku heval hatine, neçar man qebûl bikin. Têkiliya me ya bi Fîlîstîniyan re bi vî rengî bi pêş ket. Neçar hişt. Li Sûriyeyê jî bi heman rengî çêbû. Rêber Apo dîsan bi vî rengî bi Sûriyeyê da qebûlkirin. Rojekê Alîkarê Hafiz Esad bi me re axivî. Got, “Apo, tevî me te ev kamp ava kir. Helal be.” Çima? Ji ber ku gelek ji wan kurd bûn, ji bo dewleta Sûriyeyê dixebitîn, Rêber Apo vana hemû xist xizmeta tevgerê. Her tiştê ku me kir, me bi wan re kir. Alîkarê Hafiz got, “Te sabûn danî binê lingên me.” Mînak li Sûriyeyê dibistaneke navendî ya partiyê hebû. Bi destûr nehate pêşxistin. Me ji çewlikekê veguherand Dibistana Partiyê û piştre kir ku bê qebûlkirin. Şêwazê Rêbertiyê ev e. Ez ê mînakek din bidim. Teslîm Tore Serokê Yekîtiya Kedê bû. Berî ku bimire nameyek ji me re nivîsand. Dibêje ku Rêbertî bêyî ku tiştekî ji kesî re bibêje, tiştên mezin bi ser xistine. Şêwaza wî mirovan aciz nake, lê encam pir cuda ye. Dibêje, ‘Tenê Rêber Apo dikare tevgera sosyalîst a li cîhanê xurt bike; Eger di vî warî de mîsyonekê bide min, ez ê bikim’. Şêwaz ev e. Ji kesî tiştekî naxwaze; Şêwaza wî, mecbûr dike ku yê li hember gavan bavêje.

Şêwaz encamgir e…

Belê. Rêber Apo çima li rewşa Sûriyeyê nihêrî? Wê demê Îhvan-i Misilman hewl didan bi desteka Tirkiye û NATO’yê Sûriyeyê birûxînin. Ji bo ku vê bi ser bixînin dixwestin Kurdan bigirin aliyê xwe. Eger Kurd bi wan re bûya, wê rejîm teqez hilweşiyabûya. Di wê demê de jî niyeta hilweşandina rejîmê hebû. Rêber Apo ev yek dît. Çi kir? Hêza Sûriyeyê li hember Tirkiyeyê nîne. Rêber Apo berê Kurdan da Bakur. Bi hezaran şervan derxist, bi şêwazek wiha ku Sûriye nekarî vê bike, li hember Tirkiyeyê sekinî. Sûriyeyê bi Tirkiyeyê re pirsgirêkên xwe hebûn. Tirkiye endamekî NATO’yê ye û Sovyetan jî dixwestin bi rêya Îhvan-i Misilman wî birûxînin. Rêbertî nehişt ku Kurd bi Îhvan-i Misilman re bibin yek û bi Kurdan re pêşî li vê girt. Rêbertî ev rewş baş nirxand. Ew gav avêtin. Ji bo vê jî Sûriyê nekarî tiştekî bibêje. Di dawiyê de neçar man ku qebûl bikin. Naxwe nedihiştin ku Rêbertî ewqasî bixebite.

Di şert û mercên îro de dema em behsa Fîlîstîn û Kurdan dikin, em behsa du nasnameyên bê dewlet dikin. Li cihê ku em îro lê dinêrin, em şahidiyê ji 3’yemîn Şerê Cîhanê yê sedsala 21’an re dikin ku Kurd li navenda bênasnamebûnê, li statuyê digerin û di nava şerên desthilatdariyê de weke aktorên herî mezin û çareseriyê li ber xwe didin. Ev jî perspektîfeke nû ya paradîgmayê tîne herêmê û Rojhilata Navîn. Gelo Abdullah Ocalan bi hemû tiştên ku we rave kirine re, ev yek bi temamî aniye nuqteyeke cuda?

Belê. Di rewşa heyî de Rêber Apo ne tenê pêşengiyê ji gelê Kurd re dike; her wiha pêşengiyê ji gelên Rojhilata Navîn û hêzên ji bo sosyalîzm, azadî û demokrasiyê li cîhanê têdikoşin dike. Pozîsyona Rêbertî ya niha di vê astê de ye. Ji ber vê yekê divê tevger jî li gorî vê pozîsyonê tevbigere. Bi gotineke din, gavên tên avêtin divê xizmetê ji vê armancê re bikin. Di rastiyê de ji xwe ji bo vê paradîgma pêş xistiye. Niha jî hewl dide sîstema wê paradîgmayê bi pêş bixe. Ji ber vê yekê wek mînak me Akademiya Zanistên Civakî û Akademiya Modernîteya Demokratîk pêş xist. Em hewl didin xebatên sosyalîst ên ku Rêber Apo guncaw didîtin bimeşînin. Ji bo ku derdorên çepgir li Akademiya Zanistên Civakî lêhûrbin û nîqaş bikin em dixebitin. Ji bo ku ev xebat bigihêje astekê em kadroyên wê pêş dixin. Li aliyê din jî hawirdorên ku piştgirî didin me û dixwazin bi me re bixebitin lê tevlî nav enternasyonala sosyalîst nabin jî hene. Me şêwazekî xebatê yê ku li ser pêşvebirin û xurtkirina peywendiyan bi wan re disekine, esas girt.

PKK’ê fesix bû, diguhere û vediguhere… Çek tên danîn, niha wê çi bibe? Yên li çiyê wê bi çi rengî tevlî siyaseta demokratîk bibin? Gelo wê Cemîl Bayik çi bike? Dûran Kalkan û Mûstafa Karasû wê çi bikin?

Min di serî da jî got. Ev tevger bi şêwazekî felsefî, îdeolojî, jiyan û têkoşînê meşiya. Berê jî bi vî rengî bû û di dawiya dawî de jî wê bi vî rengî be. Partî hebû an na, şerê çekdarî hebû yan na, ev yek ji bo me tiştek îfade nake. Armanceke me heye û em li ser bingeha wê armancê dimeşin. Me rê û rêbaz ji bo vê pêş xist. Ji bo vê jî dem bi dem me agirbest ragihand, li hev kirin û dema ku ev encam negirtin me ji nû ve dest bi têkoşîna çekdarî kir. Niha me stratejiyek daniye pêşiya xwe û em hewl didin bingehên wê bi cih bînin. Me dev ji têkoşînê berneda. Eger Tirkiye qanûnên xwe biguherîne, em ê jî biçin wê derê. Eger vê neke, em ê neçin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.

Hûn li derveyî çiyê amade ne ku di nava xebatên siyaseta demokratîk de cih bigirin?

Helbet em li her derê têkoşîn dimeşînin. Em ne girêdayî zemînekê ne. Armanca me ya azadiyê çi bixwaze, em li gorî wê tevdigerin. Em li ku derê bixebitin divê em ber bi vê armancê ve biçin. Ji bo me ti pirsgirêk nîne.

Hûn niha dibêjin ku we di têkoşîna xwe de çek weke amûrekê bikar aniye?

Rêber Apo çi got? Divê amûrên ku xizmeta armancê bike hebe, divê amûr û armanc hevdu temam bikin. Eger amûr xizmetê ji armancê re nekin, divê neyên bikaranîn. Çekê demekê xizmet ji bo armancekê kir. Êdî xizmeta wê armancê nake. Ji ber vê yekê divê ji dewrê bê derxistin. Ya ku divê bi têkoşîna çekdarî were kirin, hatiye kirin. Ji niha û pê ve divê qonax bi qonax bê rakirin. Divê rêyên din jî bên çalakkirin.Ji bo vê rola Tirkiyeyê heye. Pêwîste di qanûnan de guhertinan bike. Da ku civakeke demokratîk were birêxistinkirin û bikaribe bi pêş bikeve. Eger di vî alî de gavan biavêje, wê ti pirsgirêk rû nede; eger vê neke, ji bo ku gavan biavêje em ê têbikoşin.

Aliyek jî ew e.

Belê. Yanî em dest ji têkoşînê bernadin. Em ê ti carî dest jê bernedin. Em mirovên têkoşînê ne. Divê gelê me bi vê zanibe. Me têkoşînek bi rê ve bir û nirxên mezin afirand. Em hewl didin li ser vê yekê nirxên mezintir biafirînin.

Hûn dibêjin ku hê jî bi her nirxî, bi her amûrê hûn hebûna xwe diparêzin?  Zehmetiyên çawa li pêşiya we ye gelo?

Her kes bi vê dizane. Dibe ku hinek bibêjin wan dev ji têkoşînê berda û teslîm bûn. Ev yek ji bo me tiştek îfade nake. Divê gelê me fikar nejîn. Zehmetî her tim hebûn û her serdem li gorî xwe zehmetiyên wê hene. Ya rast, zehmetiyên vê serdemê hîn mezintir in. Lê me dest bi rêwîtiyekê kir da ku em wan zehmetiyan çareser bikin; Ev pîşeyê me ye. Em ê gelê xwe bêrêxistin nehêlin, tiştek wisa ne pêkan e. Em dizanin ku li Kurdistanê pelek jî bê rêxistin naheje.

We got bêrêxistinbûn pelek jî nahejîne, mebesta we rêxistin û xurtbûna gelê Kurd e?

Ya sereke bêguman rêxistinkirina civakê û xweparastina civakê bi xwe ye. Rêxistinbûna komunal di esasê xwe de şêwazekî parastina cewherî ye.

Li gorî we civakê rêxistina komunal bi temamî fêm kiriye?

Civak tam fêm nekiriye. Desthilatdariya heyî ya li Tirkiyeyê her tim antî komunîzm û neteweperestiyê pêş xistiye. Di nava civakê de mûxalefetek li dijî rêxistinbûyîna çep heye. Di fikir de avabûneke zîhnî çêbûye, lê civaka Kurd xwedî hin avantajan e. Aliyeke wê ku ji dîrokê ve tê û xizmeta civakî dike heye; naxwe wê Kurd ji mêj ve ji holê rabibûna.

Berxwedana biavantaj?

Gelekî ku hem li ber xwe daye hem jî civakbûn pêş xistiye, gelekî ku xizmetê jê re dike. Ji bo vê jî têgihiştina civakî ya di nav Kurdan de xurt e. Dibe ku di demên dawî de hinekî qels bûye, lê dîsa jî heye. Baweriya bi tiştên ku Rêbertî dike heye. Dibêjin, ‘Em ji Rêbertiya xwe bawer in, em ê her tiştê Rêbertiya me bibêje bikin’, lê li hemberî dewletê bêbawerî heye. Baweriya wan bi wan nayê. Gelo dewlet dê gavekê bavêje? Eger gavekê biavêje, wê çawa bike? Gelo wê mîna ku Rêbertî dibêje, be, yan na? Ya ku ew tê re derbas dibin ev e.

Hûn dibêjin ku divê mirov dewletê baş bizanibe…Roja îroyîn Abdullah Ocalan jî gotibû ku aqilekî dewletê yê ku berê xwe bide çareseriyê hebe, em ê pirsgirêkê çareser bikin. Îro di vê pêvajoya ku Devlet Bahçelî serkêşiya wê dike de dinya xirab nebû yan jî qiyamet ranebû. Ziman tam veneguherî zimanê aşitiyê lê belê gelo li gorî berê em di pêvajoyeke çawa de ne?

Di esasê xwe de kesê ku li Tirkiyeyê neteweperestî pêş xistiye, Devlet Bahçelî ye. Dema mijar dibe ew ji bo wan qiyamet ranabe. Bahçelî jî ev yek baş dîtiye. Dewleta Tirk û gelê Tirk di talûkeyê de ne. Rast e ji ber wê tim qala mayîndebûnê dikir. Wî destpêkê eew yek dît, ji ber wê girîng e. A niha rizgarbûna dewleta Tirk û gelê Tirk girêdayî Kurdan e, rêyeke din tune ye. Ji ber wê ev pêngav avêt, sedema wê ev e. Gelo bi rastî jî dixwazin pirsgirêkê Kurd çareser bibe yan na, ew mijareke cuda ye.

Li vir di rastiyê de Mustafa Kemal esas digire. Mustafa Kemal jî dema ku dewleta Tirk diket talûkeyê Sovyet û gelê Kurd esas girtin.  Xwe spart wê yekê, têkoşiya û çû Lozanê. Li Lozanê bazara çi çêbû? Dev ji Sovyetan berde, dev ji Kurdan berde û em ê te nas bikin. Dema ku Lozan jî hate qebûlkirin, destê xwe ji Sovyet û Kurdan kişand û  piştre jî bû endamê NATO’yê. Li hemberî Kurdan jî tişta ku dihat zanîn kirin. Bahçelî vê yekê dibîne, demên cuda ne lê belê heman rewş in. Ji ber wê ew pêngav avêt. Têkoşîna me ew aîn rewşeke wisa ku bi pirsgirêkan re rû bi rû man. Dest bi pirsgirêka mayîndebûnê kirin. Qaşo wê Rêbertî bidana jibîrkirin, wê PKK ji holê rakiriban û ji bo vê yekê jî serîli hemû tiştan dan û bi qasî ev yek dikirin jî ew bi xwe noq bûn. Erê dibe ku me jî zirar dît lê belê ew bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû man. Her wiha li gel geşedanên li Rojhilata Navîn jî êdî netewdewlet hilweşiya. Kî netewdewlet pêş xist? Tirkiye û Îranê. Niha dor tê wan bi xwe, ger bi Kurdan re jî li hev nekin wê ji bo wan bibe talûkeyeke mezin. Kurd li Rojhilata Navîn bûn hêzeke wisa ku çarenûsa her kesî diyar bikin. Tirkiye jî hewceyî Kurdan bû, Îsraîl û Îran jî hewceyî Kurdan bûn. Rêbertî ev yek dît û got ku ‘em dixwazin li gel we pirsgirêkan çareser bikin,ne li gel Îran û Îsraîlê.’ Ev yek bi kêrî wan tê, tişta ku wan xilas bike ev e. Ji bo vê gav avêt, Rêbertî ji bo ku ew pêngavê biavêjin hesasiyetên wan ji holê rakirin. Her wiha bes hesasiyetên wan ber çavan negirt û ev yek nekir. Di esasê xwe de ji bo ku PKK derbeyan nexwe û PKK têk neçe ev yek kirin.

Ji bo parastina hebûna PKK’ê û nirxên ku wê afirandine û yek jî ji bo ku wan bigihîje armanca wan pêngav avêt. Gotina Rêbertî ya ‘bila PKK xwe fesix bike’ ji ber van yekan e ne ji ber tiştekî din e.

Niha li dora maseyê rewşeke çawa heye? Rêveçûn bi kêrî hemû aliyan tê?

Me ev qas salan li ber xwe da, me bedêl dan û êş kişand. Me ev hemû ji bo armancekê kirin, ma e mê dev ji van berdin, ma ev yek pêkan e?

Rêbertî got: ‘Israra di sosyalîzmê de israra di mirovahiyê de ye.’ Mirovahî di talûkeyê de ye. Bes ne Kurd, rizgarkirina mirovan jî. Ji ber wê asta rêbertiyê ya bi rê ve dibe, wisa rêbertiyeke bes ne di çarçoveya Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn de, rêbertiyeke di asta navneteweyî de.

Gelo pirsgirêka Kurd ne pirsgirêkeke navneteweyî ye?

Jixwe kesê ku dixwaze pirsgirêka Kurdan çareser bike, neçar e ku wisa be. Sedema gotina Rêbertî jî ew e ku gotibû min fêm bikin.  Pirsgirêka Kurd naşibe pirsgirêkeke din. Destdana pirsgirêka Kurdan tê wê wateyê ku mirov hemû cîhanê ji xwe re bike reqîb. Pirsgirêkeke wisa ye ku ji aliyê cîhanê ve hatiye afirandin, ne pirsgirêkeke wisa ye ku ji aliyê Tirkiye û Îranê ve hatiye derxistin. Pirsgirêkek e ku ji aliyê pergalê ve hatiye derxistin. A niha jîdema mirov dest diavêje vê pirsgirêkê hemû cihanê li hemberî xwe digire. Tê wê wateyê ku mirov darvekirinê bide ber çavên xwe.

Abdullah Ocalan dibêje ku siyaset huner e. Li vir tişta ku her kes matmayî kir çi bû?

Hem jî hunereke gelekî hesas e. Her kesî ev yek ji Rêbertî, PKK’ê, Kurdan û jinên Kurd hêvî nedikir. Tişta ku her kesî fêm nedikir ev bû. Çi çêbû ku rêbertiyeke wisa, gelekîwisa, tevgereke wisa û jinên Kurd derketin holê? Li cihekî weke Rojhilata Navîn ku pergalê perçe perçe kiriye û gel ji rojevê dûr xistiye, çawa tişteke bi vî rengî derket holê? Me weke PKK’ê înkarkirina Kurdan hilweşand, Kurd da qebûlkirin, me têkneçûyina Kurdan jî bi şerê xwe her kesî da qebûlkirin.

Tirkiyeyê xwest vî şerî qezenc bike, her tiştê xwe û hêza xwe bi kar anîn lê belê bi ser neket.  Dema ku bi ser neket jî pirsgirêk girantir bûn û îflas kir. PKK bi ser ket, têkneçûyîna xwe îspat kir, êdî ya ji niha û şûnde çi ye, çareseriya pirsgirêkê ye. Ji bo çareseriyê PKK’ê weke astengiyê nîşan didin. Gelo ma PKK astengî ye? Baş e astengî tune ye û pirsgirêkê çarser bikin.

Hûn dibêjin ku me astengî rakirin da ku pirsgirêk çareser bine ne wisa?

Erê me astengî rakirin. Tu astengî tune ne. Me ev yek hem nîşanî Tirkiyeyê da hem jî nîşanî cîhanê da. Ji ber wê hemû kes dibêje ku êdî divê dewlet pêngavan biavêje. Terzê siyaseta ku tê meşandin ev e. 

Abdullah Ocalan ji bo Besê Hozat dibêje ku berdêla du sed kesî ye?

Çima wê yekê dibêje? Ji ber hevserok e. Hevserokatî tê wateya nûnertiya hemû tevgerê. Hem hevseroka jin e, hem Kurd e û hem jîji Dêrsimê ye. Yanî hemû tişt heye. Dema pêngava vê yekê diavêje, nexwe hemûyan di nava xwe de dihewîne. Li gorî Rêber Apo çekdanîna PKK’ê qediyaye. Hemû kesan hêza Rêber Apo, dilsoziya vê tevgerê ya ji bo Rêber Apo û biryardariya tevgerê dît. Kesên li dijî PKK’ê jî ev yek dîtin.

Bi bangekê di 11’ê Tîrmehê de merasîma çekdanînê hate lidarxistin û vê yekê şaşwaz kir?

Ew ne li benda wê yekê bûn. Wan dogot ku ger Rêbertî vêpêngavê biavêje ne PKK ne jîgel qebûl dike, dibe ku beşek qebûl bike lê belê teqez wê beşeke ku qebûl neke, hebe. Gotin ku wê jihevcudabûn û gelek pirsgirêk rû bidin û em ê jî wê demê bikaribin tasfeyekirinê pêk bînin. Lê belê dîtin ku berovajî wê gel, rêxistin û Rêbertî bi hev re ne. Vê yekê kir ku bendewariyên wan berovajî bibin. Me destê Rêbertî, destê gel û rêxistinê xurt kir.

Gelo gotina wî ya ‘Ez ji gelê xwe û rêxistina xwe bawer im. Ez çi bibêjim wê piştgiriyê bidinê’ û xwenîşandan û lihevkirina vê yekê ya ew qasî zêde  şaşwaz kir?

Vê yekê rê li ber çi vekir, rê li ber wê yekê vekir ku bendewariyên wan berovajî bibin. Rêbertî destê xwe û destê gel û rêxistinê xurt kir. A niha ew di nava lêgerînê de ne ku wê van yekan çawa lawaz bikin. Me bi vê pêngava xwe berovajî wê Rêbertî xurtkir kir. Me dest û pozîsyona gelê Kurd û rêxistinê xurttir kir. Me wisa kir ku Tirkiye neçar ma û wê hin pêngava biavêje.

Gelo hûn dibêjin neçar ma ku wan pêngavan biavêje?

Erê, helbet em wan pêngavan didin avêtin. Rêber Apo têkildarî tevgerê guherînê pêk naîne. Li Tirkiyeyê jî di dewletê de jî guherînan pêk tîne. Ev jî terzê Rêber Apo ye.  Guherînê dijî û di kesê li hemberî xwe jî diguherîne û wisa dijî. Dibe ku ev bi awayekî hêsan pêk nayên  lê belê dibin û wê bibin jî. Terzê ku em dişopînin ew terz e ku ku bi Tirkiyeyê pêngavan bide avêtin. Yan wê pêngavan biavêje yan jî wê bi awayekîdin bi dawî bibe, rêyeke din tune ye. Şert û merc ji bo me baş in, înîsiyatîf di destê me de ye û ew dixwazin înîsiyatîfê bigirin destê xwe  û dixwazin civakê di qada navneteweyîde bixapîne.

Gelo dixwazin di nava vê înîsiyatîfê de ferasetekê biafirînin?

Hewl didin wê biafirînin lê belê wê bikarin çi qasî biafirînin, zehmet e. Hin tiştên din jî dikin lê belê  Rêbertî evyek got: ‘Ew çi dikin bila bikin jî tu kes bêyî ku min nebîne tiştekî nake. Ne Barzanî, ne Emerîka ne jî Şara.’ Ji ber wê yekê hewce ye pozîsyon û rewşa tevger û gelêKurd lawaz neyê dîtin û gelekî baş werin nirxandin. Ger em xetayê nekin wê teqez encameke mezin were bidestxistin.

Gelo qesta we ji xetakirinê çi ye?

Divê pêngavên Rêbertî baş werin fêmkirin, di wextê xwe de werin temamkirin, dîsa pêşkêşkirina amûrên ku hêzên hember bi kar bînin, divê em li hemberî van yekan baldar bin. Ger em li hemberî van yekan baldar bin, wê hewlên wan ên taktîkî negihîjin encamekê. Ew nexwazin jî wê neçar bimînin ku pêngavan biavêjin. Divê em vê yekê baş fêm bikin. Pêşaniya me ya sereke şert û mercên Rêber Apo yên xebitîna bi awayê azad e. Divê em vê yekê bikin rojeva xwe ya sereke. Divê yên li Tirkiyeyê jî vê yekê bikin rojeva xwe ya sereke. Rêbertî dibêje ya: bi azadiya şexsan civak, bi azadiya civakê jî şexs azad dibin. Em azadiya Rêber Apo weke azadiya civaka Kurd dibînin, ev yek zelal e. Ger vê yekêji Rêber Apo re nas bikin wê ya piştre gelekî hêsan be. Ne pêngavçn kiryarî, divê pêngavên yasayî werin avêtin. Ger kiryarî bin dibe ku her tiştî înkar bikin. Dibe ku Rêbertî serbest berdin û dubare bigirin. Sererastkirinên yasayî şert in.  

Derdê Cemîl Bayik çi ye?

Ma wê çi derdê min hebe, derdê min bicihanîna sozên me yên ji gel û şehîdên me re ye.  Min fikreke din a cuda tune ye. Me jiyaneke din jî tune ye, li Enqereyê  cuda bû, em hatin Kurdistanê cuda bû, em çûn cihên din cuda bû û wê ev yek çêbibin. Bila li gorî armancê amûran pêş bixe, ev qas.  Di nava jiyana me de jiyaneke din tune ye.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xelatgirên Nobelê ji bo Rêber Apo ji saziyên navneteweyî re name şandin
Nûçeya Pişt re Li Antalya û Karabukê agir bi daristanan ket
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Bi edaleta jinê em ê hesabê êrişan bipirsin’

Jinan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rojnamevanan şermezar kirin û diyar kirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji DAD’ê banga ji bo piştgiriya bi Dersimê re

DAD'ê diyar kir ku şaredariyên Dersim û Pulurê hedef hatine girtin û banga piştevaniyê kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Hevserokên MXDŞ’ê: Divê mafê me yê xweparastin û birêvebirinê bê naskirin

Hevserokên MXDŞ'ê diyar kirin ku civaka Êzidî di dîroka xwe de cara yekemîne dibin xwedî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Hewldana êrîşê ya çeteyên DAÎŞ’ê hate têkbirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 26’Ê TÎRMEHA 2025’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Gaziyên şer: Divê jin û ciwan ji bo serketinê erkên xwe bînin cih

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Şewatên li Tirkiye û Kurdistanê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?