Îro bi sedan şêniyên Dirbêsiyê û Serêkaniyê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî Şêxê ku di 6`ê Îlonê de li Hesekê piştî nexweşiyeke dirêj şehîd bû, li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê Dirbêsiyê veşartin.
Şêniyên bajêr, endamên sazî û meclisên sivîl, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û nûnerên partiyên siyasî, tevgerên ciwanan û jinan tev li merasîmê bûn.
Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Ebdulrezaq Mihemed diyar kir ku fedakariyên şehîdan bûne sedema parastina herêmê û xurtkirina pêvajoya aştiyê û têkoşîna Kurdan bi saya wan fedakariyan berdewam dike.
Ji fermandarên Hêzên Ewlehîya Navxweyî Idrîs Hesekê jiyana şehîd Elî ji destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê heta şehadeta wî bi bîr xist û ew wek kesayeteke welatparêz ku ji bo welêt şer kiriye, bi nav kir.
Piştî axaftinan belgenameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Cenazeyê şehîd bi nav tilîliyên dayikan û dirûşmên “Şehîd namirin” hate veşartin.

