Bi sedan şêniyên kantona Firatê bi merasîmeke cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Abo Wasil (Mihemed Hemden) ku di 7`ê Cotmeha 2025`an dema li ser erka xwe bû li Sirînê şehîd bûbû, îro li Pakrewangeha bajarê Sirînê yê girêdayî Kantona Firêtê, veşartin.
Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, pişrte Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Sirînê Behiyê El Elî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopdarên rêka şehîdên da.
Behiyê diyar kir ku bi saya berxwedan û têkoşîna şehîdan ew gihiştine vê astê û wiha got: “Şehîdên me ji bo axa xwe û gelên xwe li ber xwe dan.
Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya bajarê Kobanê Miwefeq Seîd jî destnîşan kir ku ew bi şehîdan xwe serbilindin û soza xwe li hember giyanê şehîdan nû kir û wiha got: “Şehîdên me bi hemû berxwedan û fedekariya xwe li hember dijmin têkoşîneke bê hempa dan meşandin. Em jî soz didin şehîdên xwe ku em ê şopdarên xeta şehîdên xwe bin.
Piştî axaftinan wesîqa şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Cenazê şehîd bi dirûşma “Şehîd namirin”,”Bi can û bi xwîn em bi te re ne, ey şehîd” hat veşartin.