Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Şedadê merasîmê oxirkirina endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ezîz Hemûd El Dawûd ku 31ˈê Kanûna 2024ˈan li bajarokê Deşîşeyê şehîd bûbû, li dar xist.
Bi dehan şêniyên bajar, malbatên şehîdan, rûspiyên eşîran, nûnerên saziyên sivîl û hêzên leşkerî beşdarî merasîma oxirkirinê bûn ku li Pakrewangeha Şehîdan a Şehdadê hat lidarxistin.
Merasîmê bi rêzgirtin û torana leşkerî ya şervanên QSDˈê dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Şedadê Ehmed El Ewed sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: “Em sersaxiyê ji xwe û ji malbata şehîdê hêja re dixwazin. Şehîd Ezîz dema erka xwe ya parastina ax û welatê xwe bi cih dianî, bi destê nemerdan hat qetilkirn.”
Ehmed El Ewed anî ziman ku şehîdan ji bo jiyaneke azad û bi rûmet berdêlên giran dane û ev li axaftina xwe zêde kir: “Divê em şehîdên xwe û fedakariyên ku ji bo me û ji bo welat dane ji bîr nekin.”
Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên bajarê Şedadê Hacî El Şeîr jî soza şopandina xeta şehîdan da û got: “Şehîd di dil û mejiyê me de ne.”
Di dawiyê de wesîqeya şehîd Ezîz El Dawud hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Cenazeyê şehîd bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re û tilîliyên dayikan hat definkirin.