Bi amadebûna malbata şehîd, nûnerên gelek rêxistin û navendên giştî yên li Binarê Qendîlê, cenazeyê şehîd Şahîn Sîrwan Namik (Helmet Helebce) ku di sala 2023’yan de di encama êrîşa balafirên şer ên dewleta Tirk de li Asosê şehîd bibû, ji Binarê Qendîlê ber bi warê wî ve hate şandin.
Di merasîma veşartina cenazeyê şehîd de carek din soza şopandina rêya şehîdan, girêdanbûna bi rêya şehîdan û têkoşîna ji bo azadiyê hate dubarekirin. Piştî axaftinan cenazeyê şehîd bi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ ber bi Silêmaniyê ve hate şandin.
Tê payîn ku saet 14:00’an cenazeyê şehîd Helmeet bigihe Silêmaniyê û ji aliyê gel ve were pêşwazîkirin. Piştî gihişt Silêmaniyê wê cenazeyê şehîd Helmet bi tevlîbûna sedan kesî ber bi warê wî Helebceyê ve were şandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) di 17’ê Tebaxa 2025’an de nasnameya gerîla Helmet Helebce eşkere kiribû.
YRK’ê di daxuyaniya xwe de derbarê nasnameya gerîla de ev agahî parvekiribû:
“Di sala 2023’yan de wek ku gelê me û raya giştî zane li ser hêzên me yên Rojhilatê Kurdistanê bi dehan caran êrîşên hewayî ji aliyê dagirkeriya dewleta Tirk çêbibûn. Di yek ji wan êrîşan de di 29’ê Kanûna 2023’an de li çiyayê Asos hevalê me Helmet Helebçe şehîd bû.”