Pêncşem, 7 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayikên Aştiyê serdana Partiya DEVA’yê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona 15’ê Gulanê li Cizîrê hat ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê wê ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê nerazîbûnên xwe nîşanî Miftîtiya Diyadînê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çapemeniya azad Şukru Çatalbaş hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Seroka WMA’yê ji bo dermankirina Nêrgiz Mihemedî bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Tenduristiya rojnameger Şêrwanî ku 15 roj in di grevê de ye ber bi xirabûnê va diçe

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîdên ‘Sêdarê’ bibîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Divê qanûna qeyûm bê rakirin û kesên hilbijartî vegerin ser erka xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eren: Amedspor wê li Lîga Super de performanseke serketî nîşan bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sozdar Avesta: Divê her kes bi berpirsyariyê rabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Ew ê di têkoşîna me de her hebin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dayikên Aştiyê nerazîbûn nîşanî darvekirinan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştarê piştgirî da daxwaza statuyê ya YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    RONAK’ê piştgirî da banga Dayikên Aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Azîza Akdenîz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê şert û mercên girtiyên jin gelekî xirab in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistina Serbixwebûna Jinê: Em piştgiriya tam didin YPJˊê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di roja sêyemîn a festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de konsera ji hunera Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşîna tevgera Apoyî têkoşîna çand û ziman e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê çanda Kurdî di festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de tê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 hezar sal in nehatibû xwendin: Nivîsa Elamî hat deşifrekirin; gelo Elamî Kurd in?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çavdêriya ji Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Zextên li ser malbatên girtiyên siyasî zêde dibin
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Konferansa Hevgirtina Jinan tê lidarxistin
Jin

Konferansa Hevgirtina Jinan tê lidarxistin

Li bajarê Hesekê yê Rojava konferansa "Hevgirtina jinan bingeha avakirina edalet û demokrasiyê ye li Sûriyeya ne navendî û yekgirtî" tê lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Îlon 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê konferansa “Hevgirtina jinan bingeha avakirina edalet û demokrasiyê ye li Sûriyeya nenavendî û yekgirtî” li dar dixin. Gelek siyasetmedar, hiqûqnas, rewşenbîr, endamên eşîrên Ereban ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, derdora 700 delege beşdarî konferansê bûn. Jinên ji Siwêdayê jî bi rêya Zoomê beşdar dibin.

Konferansê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Axaftina destpêkê ya konferansê ji aliyê berdevka Kongra Starê Rîhan Loqo ve hat kirin. Rîhanê bixêrhatina beşdaran kir û got: “Em hêza jinan ya yekbûyî, xwedî îradeya guhertinê û hêviyên avakirina Sûriyeye siberojê kom bûne.”

Rîhan Loqo şehîdên jin ên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn û soza domandina têkoşînê da. Rîhanê di dewama axaftina xwe de anî ziman ku ev konferans ne tenê hevdîtinek e ,bi qasî ku platformek stratejîk e ji bo yekkirina nêrîna jinan ji bo Sûriyeyek demokratîk, piralî û nenavendî ku mafên jinan û hemû pêkhateyên civakê biparêze û li ser îradeya azad a gelê xwe ava bibe.

Rîhan Loqo bi bîr xist ku di dema rejîma Baasê de jinên sûriyeyî tevî hewldanên ji bo pişaftinê  têkoşîna ji bo beşdariya di qadên civakî û siyasî de berdewam dikin. Rîhanê da zanîn ku piştî rûxandina rejîma Baasê Sûriye derbasî qonaxeke nû bû, lê dîsa tundî û zextên li ser jinan berdewam dikin.

Rîhan Loqo bal kişand ser komkuiyên li Siwêydayê û perava Sûriyeyê hatine kirin û ewkî birînekê di tevna civakî ya Sûriyeyê pênase kir. Her wiha anî ziman xwezaya rejîma heyî jinan tenê wekî beden û amûra kirîn û firotinê dibîne û wiha got: “Em rejîma ku bi navê din me diçewisîne û bi navê desthilatê me dikuje qebûl nakin.”

Berdevka Konfra Starê Rîhan Loqo bal kişand ser têkoşîna Kongra Star û got ev kongre ji bo azadiya jinan ku bingeha azadiya civakê ye hate avakirin. Her wiha destnîşan kir ku felsefeya “Jin Jiyan Azadî” ne dirûşme ye, lê rewşeke şênber e, bi hezaran jin di siyaset, rêveber, parastin û aboriyê de kar dikin û li Rojihlata Navîn destkeftiyên dîrokî bi dest xistine.

Rîhan Loqo got, divê Sûriyeya siberojê welatekî demokratîk, nenavnedî, pirrengî be, li ser esasê îradeya azadiya hemû hemû pêkhateyên wê û jinan ava bike. Rîhan Loqo anî ziman ku destûra bi beşdarî jinan neyê nîvisandin ne rewa ye û bêyî dengê jinan aştî pêk nayê.

Rîhan Loqo armancên Kongra Star jî jî wiha bi rêz kirin:

–  Avakirina Sûriyeyeke demokratîk, piralî û nenavendî ku mafên jinan û hemû pêkhateyan biparêze.

– Temsîla jinan di hemû saziyên dewletê û meclisên xwecih de ku ne kêmî ji sedî 50 be.

– Nivîsandina destûreke nû ku jinan wek aktorên sereke dihewîne, mafên wan garantî dike û jiheveqetandina ol û dewletê mîsoger dike.

– Ji armanca yekkirina nêrînên jinan, konferansek nîştimanî ya berfireh a jinên Sûriyeyî were lidarxisitn.

– Beşdarbûna di edaleta veguhêz û temsîliyeta jinan di komîteyên lêpirsînê de were mîsogerkirin.

–  Betalkirina tevahî qanûnên cudakariyê yên li hemberî jinan û qanûnên ku jinan diparêzin werin derxistin.

 – Parastina destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û piştgiriya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk.

 – Xurtkirina nasnameya nîştimanî ya li ser bingeha pirrengiya çandî û olî.

–  Avakirina civateke demokratîk, jîngehî û azad l li ser bingeha felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî”.

– Redkirina hemû şêweyên dagirkerî û destwerdana biyanî, bi taybetî ya Tirkiyê, redkirina piştgiriya komên cîhadîst.

Piştre bi navê Kombûna Jinan a Zenûbiya, berdevka kombûnê Xod El Elî jî axivî û got jinên ji Reqa, Tebqa û Dêrazorê ji bo avakirina Sûriyeya siberojê berpirsyariyeke dîrokî hilgirtine.

Xod El Elî bal kişand ser sûcên ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî jinan dikir û wiha domand: “Jinên Sûriyeyî teslîm nebû, lê belê cihê xwe di nava YPJ’ê de girtin û bi lehengî li hemberî çeteyan şer kir.”

Xod El Elî diyar kir ku bihêzkirina jinan ne dirûşm e, lê ji bo avakirina civakek demokratîk şert e û got, divê siberoja Sûriyeyê edalet û wekheviyê ji bo jinan mîsoger bike, wan ji tundî  û cûdekariyê biparêze, beşdariya wan di hemû qadan û navendên biryarê de pêk bîne.

Xod El Elî bang li hemû jinên sûriyeyî kir ku ji bo siberojeke baştir bi hev re bixebitin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Lijneya Giştî ya Jinan a HDK’ê pêk hat
Nûçeya Pişt re Bi girseyî çûn serdana merasîma sersaxiyê ya gerîlayê HPG’ê Dînar
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

QSD’ê nasnameya 8 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê nasnameya 8 şervanên xwe eşkere kir ku di êrîşên dewleta Tirk…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Reqayê cenazeyên 4 şehîdan hatin veşartin

Xelkê kantona Reqayê cenazeyên 4 şehîdên xwe ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de…

Ji aliyê Stêrk TV

Dibe ku jiyana komplîke ya li cihanê ji ya tê zanîn kevintir be

Komeke zanyaran destnîşan kir ku têkildarî jiyana komplîke ya pirşaneyî delîl hene ku 1,5 milyar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Li Hesekê 3 şehîdên hatin veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê bertek nîşanî rakirina tabeleya Kurdî hat dayîn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Îranê 2 jin hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Dayikên Aştiyê nerazîbûn nîşanî darvekirinan dan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?