Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Maşûq Serbaz Mihemed yê 3’yê Cotmeha dema li ser erka xwe bû li Kantona Dêrazore şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişloyê hat veşartin. Şêniyên bajar û gundewarên Qamişloyê beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de piştî deqeya rêzgirtinê, hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan Xalid Etê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got: “Di serî de dewleta Tirk a dagirker, dijmin bi hemû hêza xwe hewl dide projeya me têk bibe. Lê bi hezaran şervanên mîna şehîd Maşûq ji bo parastina herêmê û têkbirina van hewldanan têkoşînê dikin.”
Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Qamişlo Nezîr Sofî jî diyar kir ku dewletên serdest lîstokên nû li Rojhilata Navîn dikin û got: “Divê em ji van lîstokan şiyar bin û xeyalên şehîdan pêk bînin.”
Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê ya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û dirûşmên “Şehîd namirin” hat veşartin.