Şêniyên kantona Tebqayê li goristana şehîdan a li bajêr kom bûn û cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Useyd (Wîsam Mehmûd) oxir kir ku dema erka xwe ya leşkerî li Dêrazorê bicih dianî, şehîd bûbû.
Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Mensûra Xemîs Şerade axivî û sersaxî da malbata şehîd.
Şerade wiha domand: “Şehîdan ji bo parastina projeya biratiya gelan, bicihanîna ewlehiyê û istqirarê canê xwe feda kir. Em ê jî li ser şopa wan û soza xwe bin.”
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Saqir Cirniye axivî û got: “Gelên herêmê fedakariyên mezin dikin.”
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Piştre girseyê cenazeyê şehîd Useyd di nava tilîliyên dayîkan û berzkirina dirûşma “Bi can û xwîn em bi te re ey şehîd” de spart axê.