Bi sedan kes ji xelkê bajarên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa li Navenda Şehîd Hogir a Ciwanên Şoreşger sersasî da malbata şervanên Hêzên Komandos şehîd Brûsk Dêrik (Salih Îbrahîm) ê ku di 28’ê Kanûnê de li Bendava Tişrînê şehîd bûbû.
Li wir rêvebera Kongra Star a Dêrikê Wefa Elî bal kişand ser rola hêzên QSD’ê li eniyên şer û got: “Hêzên me ji bo pêkanîna azadî û îstîqrarê ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bûne pira ewlehiyê.”
Wefa wiha domand: “Divê em li hember êrîşên li dijî me hevgirtî bin û yekrêziya nîştimanî xurt bikin.”
Her wiha rêveberê Meclîsa Bajarê Dêrikê Ehmed Seîd jî wiha got: “Dijmin nikare gavekê jî bi pêş de were. Hêzên me, ji bo parastina civakê ji qirkirinê, destanên dîrokî li eniyên şer dinivîsînin. Lewra divê em hêzên xwe hembêz bikin, gund, bajar û herêmên xwe ji dagirkeriya Tirk û çeteyan biparêzin.”
Di dawiyê de wesîqeya şehîd ji hêla Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.