Pêncşem, 17 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Selçûk Mizrakli: Divê civak paşeroja xwe ava bike, ne li bendê bisekine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li zozanan Gulsima koçer, li çiyayan gerîlaya azadiyê Rojda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbata Mazlûm Rizgar Diyar: Em ê xwedî li têkoşîn û bîranîna şehîdên xwe derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koker: Ji bo Komara Demokratîk hewceyî bi yekîtiyeke muxalîf a xurt heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê PJAK’ê ji ber tevlîbûna greva giştî spasiya gel kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê: Zêdeyî 30 hezar kes li Şengalê vegeriyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê spasiya beşdarên greva giştî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li quntara çiyayê Qendîlê gundek li nava dîrok û xwezayê: Sînemok

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berwarî: Kurd li şûna hesabên hêzên herêmî divê îrade û stratejiyeke hevpar biafirînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bavê Jîna Emînî bi peyamekê spasiya gelê Kurd û gelên Îranê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê serkeftina greva giştî ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Platforma JÎNA’yê banga domandin û xurtkirina têkoşînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên Dadxwaz û Rêxistinên Jinên Rojhilat serdana gorên şehîdan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên Jin, Jiyan, Azadî: ‘Rêxistinbûna me, azadiya me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bi hêza xweparastinê wê şoreşa Jin, Jiyan, Azadî bi ser bikeve’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê banga tevlîbûna greva giştî kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Gotar > Çiya welatê felata Kurdan in
Gotar

Çiya welatê felata Kurdan in

Luqman GULDIVÊ
Luqman GULDIVÊ Dîroka nûkirinê: 25. Adar 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Çiyayên asê ne lazim e ku bilind bin. Asêbûna wan hem star e û hem jî esas zehmetiyeke mezin e. Li cihê asê ne zozan hene, ne tu dikarî bax, baxçe û rezan deynî. Jixwe, dexl jî çênabe. Lê ka xwedê çawa kiriye nizanim. Di navbera Sengeser û dilê Qendîlê de gundek heye. 

Navê wî gundî “Beraw” e. Ava wê jî esas bestek e. Li cihekî ecêb asê hatiye lêkirin. Bivê nevê, mirov meraq dike; min jî pirsî ev çawa dibe, xelkê vî gundî çi dixwin, çawa dikin? Diyar e li vî gundê çiyayên asê, xelkê gund xwedî pez e. Lê li hawîrdorê ti zozan jî xuya nakin, ew pez çi dixwe ji bo xwedê?

Axir kesekî şareza ji min re xweşik rave kir û ez jî lê serwext bûm: Li pişta vî geliyê asê, li aliyê başûr û her wiha ber bi rojhilat ve jî mirov xwe ji gelî xilas bike, zozan hene. Yanî gundî pezê xwe dibin zozanan û li vî cihê asê jî dimînin, vê deverê şên dikin. 

Heger cihek ji te re bibe welat, tu illehî wir şên dikî. Mesele ew e ku ew dever ji te re bibe welat. Xelkê Berawa ser bi Sengeserê, ev geliyê asê ji xwe re kiriye welat. Roja Newrozê min gundê wan dît, roja Newrozê min şahiya li Binarê Qendîlê jî dît. Xelk çawa bi hezaran tê, konan vedide, ne guh dide baranê û ne jî sermayê: Mesele ew e mirov cihekî ji xwe re bike welat. Ji bo welatê xwe jî mirov dikare ne îşê ecêban bike: Mirov dikare li çiyayên herî asê yên dinyayê jî gundan ava bike û wan şên bike. Mirov dikare di navbera çar çiyayên asê li rasteke teng de şahiyeke Newrozê li dar bixe ku bi hezaran mirov ji seranserê Başûrê Kurdistanê biçinê. 

Ma ne, jixwe Newroz jî welatbûna Kurdistanê ye: Kawayê Hesinkar van çiyayan ji ciwanên Kurdistanê re dike welat û ew ji wî welatî tên da ku welatê bavkalên xwe rizgar bikin. Yanî rizgarkirina welat û çiya jî ji bo Kurdan hema bibêje hevmane ne. Kurd çawa li rizgarkirinê bêyî çiya bifikirin? Ne mumkin e. 

Ji ber wê, siyaseta niha ya herî xirab û bi tehlûke ji bo Kurdan ew e ku aliyekî Kurd hevkariyê dike da ku serên çiyayên Kurdistanê bên dagirkirin. Yanî, dibe hevkarê birrîna rêya felata Kurdistanê. 

Lazim e her aliyê siyasî karibe li ser vê yekê tifaqê bike: Ti aliyê Kurd ne xwedî wî mafî ye ku hevkariyê bi dagirkeran re bike ji bo dagirkirina çiyayên asê yên Kurdistanê. Gundên weke Beravê, divê mekanên daim azad bin, çiyayên asê daim welatê felata Kurdan bin. 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN Luqman GULDIVÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Luqman GULDIVÊ
Ji aliyê Luqman GULDIVÊ
Ev demeke direj e nivîkariyê dike. Di gelek rojnameyan de nivîsên wî hene.
Nûçeya Berê Şehîd Andok Cotkar û Elefterya Fortûlakî li Hesekê hatin bibîranîn
Nûçeya Pişt re ROJEVA 25’Ê ADARA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kenanoglû: Naxwazin ku Elewî û tevgera Kurd bên cem hev

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan Alî Kenangolû got, nîqaşên dawî yên li ser Elewiyan tê…

Ji aliyê Stêrk TV

Netanyahu hêvî dike ku di nava çend rojan de agirbestê îmze bike

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu diyar kir ku ev hêvî dike ku di nava çend rojan…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Stockholmê şeva jinan: Azadiya Rêber Apo azadiya jinan e

Şeva jinan a ku bi dirûşma "Em bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojhilata Navîn bi çi dikeve sala nû?

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Fenomenolojiya Gravê (12)

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR

Rûsya û Rêxistina Dewletên Tirkîaxêv

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Dahurandina pergalê ye -11-

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?