Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê Elî Ebas derbarê hejmara kampên li Herêma Kurdistanê û hejmara koçberên vegeriyane Şengalê ji medya Iraqê re axivî.
Elî Ebas ragihand ku nêzîkî 19 hezar malbat hîna di kampan de mane ku di 16 kampên li parêzgehên Hewlêr û Dihokê de cih digirin û piraniya wan ji pêkhateya Êzîdî ne.
Her wiha diyar kir ku ji bo avakirina herêmên ku ji bo vegera malbatan li Şengalê, her wiha ji bo xistina tevgerê ya hewldanên navdewletî di vî warî de da ku tengasiya darayî çareser bibe û sermayeya pêwîst were dabînkirin, stratejiyek ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bi hemahengiya li gel Ofîsa Serokwezîr hatiye danîn.
Elî Ebas destnîşan kir ku ji bo gundên sînorî yên Şengalê bi armanca avakirina wan û dabînkirina xizmetguzariyên bingehîn yên weke tendurustî, perwerde, rê, av û desthilata elektrîkê, bi hevkariya li gel desthilatdar, hikûmetên herêmî û rêxistinên navdewletî ji bo dabînkirina van xizmetguzariyan û peydakirina pêdiviyên rojane yên malbatên vegeriyayî û koçberan, lêkolînek meydanî hatiye kirin.
Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan da zanîn ku hejmara koçberên vegeriyane li gorî salên borî zêdetire, li gel aramiya rewşa ewlehî û xizmetguzariyê li wan deran, zêdetirî 30 hezar kes li Şengal û herêmên Qehtaniye û Sinûnê vegeriyane.
Elî Ebas got: “Niha di çarçoveya plana salane û bernameya hikûmetê de ji bo hêsankirina vegerê û girtina dosya kampan xebat berdewamin, veger biryareke dildarî ya welatiyane û tu vegereke bi zorê nîne.”

