Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê (JÎNA) bi boneya salvegera 4’an a Şoreşa ‘Jin, Jiyan Azadî’ daxuyaniyek da.
Daxuyanî wiha ye:
“Jinên wêrek û têkoşer, 4 sal di ser şehadeta Jîna Emînî re derbas dibin, wê rojê keçeke Kurd li Seqizê bû, destpêka şoreşeke civakî û siyasî ku sînorên Îranê derbas kir û dengê azadiyê gihand cîhanê.
‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne tenê dirûşmeyeke nerazîbûnê bû, lê belê dengê serhildanekê bû ku li dijî pergaleke ku bi salane bi sitemkarî, cudahî, darvekirin, bêdengkirin, girtin û binpêkirinên mafên mirovan ên bingehîn, bi taybetî jî li ser jinan û hêza xwe li ser civakê ferz dike.
Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji kolanên Kurdistanê derket holê û di demeke kurt de karî di navbera jin, xwendekar, karker, netewe û beşên cuda yên civakê de têkiliyeke bêhempa ava bike; hemû kesên ku jiyaneke azad, dadperwer û bi rûmet dixwestin.
Îro, di 4’emîn salvegera şehadeta Jina xwe de, Îran di qonaxeke hesas û dijwar re derbas dibe. Krîza aborî, zehmetî û nediyariyên siyasî jiyana zêdetirî mirovî ji her demê zehmetir kiriye. Di heman demê de, desthilatdarî hîn jî serî li dengên nerazîbûnê dide û zexta li ser jinan, çalakvanan û hemû kesên ku daxwaza guhertinê dikin zêde dike.
Tevgera JÎNA ne tenê nerazîbûneke li dijî zextên zorê, cil û bergên zorê bû; di heman demê de hewldaneke mezin bû ku bingehên pergaleke ku di ti beşê civakê de nefesa azadiyê nehêle, bêne standin. Ev tevger nîşaneya hişmendiya kûr a jinan bû û di dîroka têkoşîna jinên Kurd, gelên Îranê bi giştî de bû xaleke werçerxê.
Yek ji taybetmendiyên herî girîng ên vê serhildanê ew bû ku jinên Kurd bûn dînamokek ji rûpelên berfireh û hilgirê dirûşmekî ku wateya azadî, wekhevî û jiyanê di nav xwe de dihewîne. Dirûşmek ku jinên li seranserê Îranê xwe têde dîtin û kirin sembola têkoşîna xwe ya hevpar. Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê-JÎNA, di vê rojê de Jîna Emînî û hemû şehîdên ku di oxira azadî û rûmeta mirovahiyê de canê xwe dane, bi rêzdarî bibîr tîne.
Di vê çarçoveyê de, weke Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê-JÎNA, tevî ku em piştgiriyeke tam didin biryar û banga Hevpeymaniya Partiyên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, em daxwaz ji raya giştî ya hişyar û azadîxwaz a Kurdistanê, bi taybetî ji jin û ciwanên pêşeng dikin ku di roja 16’ê Îlonê de bi beşdariya çalak bi girtina dikan, bazar û çalakiyan tevlî gireva giştî bibin û şehîdan bibî bînin.
Her wiha em bang li civaka sivîl, rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û hemû jinên azadîxwaz dikin ku:
– Têkoşîna xwe bidomînin û yekîtiyê li dijî hemû şêwazên zilm û zordariyê xurt bikin.
– Zexta navneteweyî ya li ser rejîmê were zêdekirin û serkutkirin, darvekirin û girtina neheq a çalakvanan bi tundî were şermezarkirin.
– Piştgiriya daxwazên mafdar ên jinên Kurdistanî û gelên bindest ên Îranê, da ku mafên bingehîn û azadiyên rastîn werin misogerkirin.
Em careke din piştrast dikin ku Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî nebûye, ev serhildana hişmendiya jinê, daxwaza azadiyê, xewna edaletê û daxwaza guhertina civakê hîn jî zindî ye û heta bidestxistina mafên mirovan û têkbirina pergala zilm û dagirkeriyê dewam dike.”

