Rojhilata Navîn di nava têkoşîneke nû ya parvekirin û hêzê de ye. Ji bo Kurdan jî qonaxeke krîtîk heye. Ji aliyekî ve konsepteke êrişê ya nû li dijî destketiyên Kurdan ên li parçeyên cuda dikeve meriyetê, li aliyê din jî hevsengiyên herêmî jinûve ava dibin.
Dr. Kamûran Berwarî bûyerên li herêmê ji ANF’ê re nirxand û anî ziman ku Kurd li şûna li nava hevsengiyên hinekî din ji xwe re li cihekî bigerin, divê siyaseteke neteweyî, hêza parastinê û îradeya hevpar ava bikin.
Berwarî pêvajoya bi Tirkiyeyê re tê meşandin, divê tenê li ser sernavê ‘danîna çekan’ neyê nirxandin û destnîşan kir ku parastina destketiyên siyasî û neteweyî yên têkoşîna dehan salan, garantiyên bêne dayin û rê û rêbazên parastina Kurdan a ji niha û pê ve divê parçeyek ji nîqaşan be.
Di vê çarçoveyê de ragihand ku beriya bi Tirkiyeyê re peymaneke fermî bê mohrkirin divê zemîneke hiqûqî û destûra bingehînÎ bê avakirin û diyar kir ku li ser vê zemînê divê berjewendiyên Kurdan bêne garantîkirin.
Dr. Kamûran Berwarî destnîşan kir ku divê mercên civakî û dîrokî yên têkoşîna çekdarî ya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nayê jibîrkirin û bi bîr xist ku dema gerîla dest bi têkoşînê kir Kurd ji azadiyê, ji mafê xwe yê rêvebirina xwe bi xwe û ji mafên xwe yên neteweyî bêpar hatibûn hiştin. Berwarî got, ji ber vê yekê dîtina gerîla tenê weke hêzeke leşkerî wê bê wateya nedîtina mercên derketina vê hêzê û jinedîtîhatina têkoşîna bi dehan salan.
Kamûran Berwarî diyar kir ku gerîla li dora daxwazên neteweyî, civakî û siyasî yên Kurdan dest bi têkoşînê kir û got, nîqaşên îro jî divê li gorî vê piştperdeya dîrokî bê kirin.
Di dewama axaftina xwe de Berwarî bal kişand ser yekbûna hêzên pêşmergeyan jî û anî ziman ku ev yek gaveke girîng e ku 30-36 sal in tê nirxandin. Berwarî diyar kir ku eger amadekariyeke hîn zû û berfireh bihata kirin îro artêşeke Kurdistanê ya hîn xurt û sazîbûyî hebû û got, avaniya piştî yekbûnê ava bû divê ne girêdayî ti partî, kes an jî malbatê be, Pêşmerge divê weke saziya parastina hevpar a Kurdistanê kar bike.
Dr. Kamûran Berwarî anî ziman ku gefên Kurd niha pê re rû bi rû ne ji êrişên berê berfirehtir in û diyar kir ku êrişên di dema nû de têne kirin ne tenê bi rêbazên leşkerî ne, amûrên siyasî, aborî, çandî, civakî, dînî û dîplomatîk bi hev re têne bikaranîn. Li hemberî vê yekê jî anî ziman ku divê Kurd di nava amadekariyeke piralî de bin û bi taybetî li qadên siyasî û dîplomatîk nêzîkatiyeke hevpar bê nîşandan.
Di nirxandina xwe de Berwarî bi bîr xist ku gelê Kurd ê ji 70-80 milyon mirovî di herikîna dîrokê de di nava dewletên cuda de hate parçekirin û destnîşan kir ku bêparhiştina gelê Kurd ji statu û serweriya xwe bingeha gelek pirsgirêkên li herêmê ye.
Berwarî bal kişand ser peyama Mûrat Karayilan a ku dabû Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî û banga tifaq û peymaneke hevpar li hêzên Kurd kiribû.
Berwarî got, “Ji bo Kurdan yek ji meseleyên herî girîng ên niha ew e ku bûyeran ne bi rengekî parçeyî, lê belê bi yekpare binirxînin. Bûyerên li Rojava diqewimin ji Şengalê, ji Mexmûrê, ji Bakurê Kurdistanê yan jî ji Qendîlê cuda nikare bê nirxandin. Ji ber ku bûyerên li van hemû qadan diqewimin bandorê li hev dikin, pêwendiya xwe yekser bi hevsengiyên herêmî re heye. Mûrat Karayilan bi taybetî di peyama xwe ya ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî de banga tifaq û peymaneke hevpar di navbera hêzên Kurd de kir. Ev bang girîng e. Karayilan xwedî nêzîkatiyeke welê ye ku bûyeran ji berê ve dixwîne. Dema ku mirov bala xwe didin ser tabloya niha, dibîne ku divê hêzên Kurd divê têkiliyên navbera xwe jinûve binirxînin û li ser zemîneke hevpar bigihêjin hev.
Tevgera Azadiyê ya Kurd û kadroyên wê yên rêveberiyê van bûyeran rast dixwînin û amadekariyê dikin. Divê hêzên din ên Kurd jî vê li ber çavan bigirin. Ji ber ku pêvajoya li pêşiya me ne tenê ji bûyerên li herêmê pêk tê. Em di demeke welê de ne ku bûyerên li çar parçeyan diqewimin bandorê li hev dikin. Ji ber vê jî divê Kurd li qadên siyasî, dîplomatîk û parastinê feraseteke hevpar biafirînin.
Di vir de mesele ne tenê hatina gel hev a partiyên siyasî ye. Divê hêzên Kurd li pêşberî bûyerên herêmî helwesteke hevpar biafirînin, li qada dîplomatîk hevdu temam bikin û li dijî gefên gengaz amadekariyeke hevpar bikin. Dema ku em bûyerên li Rojava, Şengal, Mexmûr, Bakur û Qendîlê ji hev cuda binirxînin em ê nikaribin wêneyê mezin bibînin. Pêwîste Kurd êdî van bûyeran di nava stratejiyeke hevpar de binirxînin û koordînasyona siyasî ya di navbera xwe de xurt bikin.”
Di vê çarçoveyê de Kamûran Berwarî bûyerên li Rojava jî nirxand û destnîşan kir ku destketiyên Kurdan divê ne tenê li qada leşkerî, her wiha li qadên siyasî û civakî jî bêne parastin.
Dr. Kamûran Berwarî ragihand ku meseleya Kurd nikare ji têkoşîna hêzê ya giştî ya li Rojhilata Navîn cuda bê nirxandin û bi bîr xist ku krîza li herêmê ji ber xwe ve dernekete holê. Berwarî destnîşan kir ku bûyerên li Rojhilata Navîn bi planên ji salên dûr û dirêj, hesabên siyasî û têkoşîna hêzê ava dibe û got, bûyerên piştî Şerê Îran-Iraqê divê çarçoveyê de divê werin nirxandin.
Berwarî bi bîr xist ku sîstema herêmî ya piştî Sykes-Picot û Lozanê ava bû sed salan dewam kir û bi bîr xist ku di nava vê sîstemê de mafên Kurdan nehatin parastin. Berwarî ragihand ku Îngilistan û dewletên Ewropayê alîgirê dewamkirina sîstema heyî ya li ser modela netewe dewletê ye, lê DYE û Îsraîl dixwazin hevsengiyên li herêmê li gorî berjewendiyên wan jinûve ava bibe. Berwarî ragihand ku lêgerîna guherînê ya li Rojhilata Navîn di nava vê têkoşîna hêzê de bi pêş ve biçe û hevsengiyên herêmî jinûve ava dibe. Dr. Kamûran Berwarî destnîşan kir ku her guherîn ji bo Kurdan nayê wateya destketiyeke yekser û diyar kir ku divê Kurd paşeroja xwe ji hesabên herêmî yên hin hêzan re nehêlin.
Berwarî diyar kir ku hevsengiyên herêmî yên diguherin ji bo Kurdan dikarrin derfetên nû biafirîne, ev yek ji ber xwe ve çênabe û destnîşan kir ku eger Kkurd bi siyaseteke hevpar û dîplomasiyeke xurt tevbigerin, hingî dikarin mercên heyî li gorî berjewendiyên xwe binirxînin.

