Çiyayên Botanê bi bêhna pîroz a axê, bi bêrîkirin û bi bîranînên kûr tije ne. Gava ku mirov li wan zinarên bilind dinêre, li daristana Bestayê ya ku dişibe behreke kesk temaşe dike û li ser zozanên Feraşînê li hespê boz digere, ev xeleka bêdawî ya deng û rengan, bîranînên kûr û pîroz ên Botanê digihîne bircên demê û di dilê welêt de her zindî dihêle.
Li ser wan bilindahiyan, temaşekirina gelî, newal û xwezayê dîmenekî ji bîranînan radixe ber çavan û mirov bi hestên hevalbendiya doza azadiyê sermest dibe. Ew bayê hênik ê ku ji daristanên Bestayê radibe û hêdî hêdî li rûyê mirov dixe, bêhna axa pîroz û çîrokên kevnar tîne bîra mirov.
Di ber banga rojê de, bi qepqeba kewgozêlan û xumê xuma çem û rûbaran, li gel dengê zengilan, ahengeke bêhempa ya xwezaya bêrî, koçerî û şivanan dihat hîskirin. Ew jinên koçer û bêrî bi xemla cil û bergên bi rengîn û xemlandinên xwe yên resen, tevî tîrêjên ewil ên rojê di nava zozanên siruştî de dest bi kar û barên xwe dikirin. Ew dîmen, ne tenê kedeke pîroz a jiyana koçeriyê bû, di heman demê de nexşeke zindî ya çand û dîroka kevnar a li serê çiyayan bû. Ew mirovên koçer bi ked û jiyana xwe azadî nas dikirin. Lewma ew jina lêheng, kedkar û bêhnfireh, bi her gav û lêdana dilê xwe re pênaseya rasteqîn a berxwedan û hebûnê li van bilindahiyan nivîsand.
Weke yekîne, me şopên wan jinên şerker, azad û serhildêr di rojnivîsên gerîlayên azadiyê de, di vegotina bîranînan de û di wêneyan de rasterast didît. Her çiqas bi dehan sal jî di ser re derbas bûbin, nebîrkirina wan leheng û cangoriyan careke din rastiya wê felsefeya ku bûbû jiyan û heqîqet me dida hîskirin. Şopên Rojdaya Koçer jî hemû gelî û çiyayên Botanê ve dihat vegotin. Dema ku heval û hogiran dest bi vegotina jina koçer û lêheng Rojda (Gulsim BAKAY) dikirin bedewî, asêbûn, serbilindî û pirrengiya herema Botanê, wargeha egîdan weke dîmenekê pêşberî çavê me zindî dibû. Ji ber ku Rojda teyisîna çiya, çiya jî neynika Rojda bû.
Dema ku weke yekîne me jî dest bi rêwitiya şopdar û şahidên wan serdema dikir kêlecan û serfiraziya dîrokî dijî. Lewra bê ku em bizanibim ew enerjî û zindîbûna hestan wê hemû kêliyên amadekariyê de jî xwe dida der. Carina mirov dibêje min ev kêlî careke din dîtibû, an jî ev rû û kena ser dev û lêvan berê nas dikir an ku dîtibû. Hin deman jî em dibêjin qey ev jiyan ne cara ewil e ku tê dîtin; yanî di nava vê xweza û atmosferê de ruhê reankarnasyonê heye, mirov dixe nava wê gumanê ku ev ruh, ev gav û ev ken berê jî di van gelî û çiyayan de geriyane û ruhê cangoriyan di bedenên nû de careke din vejiya ye. Ya rast di kişandin û amadekariyan de me wan xalên ku jor diyarkirî me bi zimanê xwezayê didît.
Her ku rêwitiya me bi pirs û sûalên gerîlayên kevin pêş diket nav û navnîşên deşt, çiya û zozanên Kurdistanê hîn şenbertir pêşberî me disekinî. Êdî piştî meşa dûr û dirêj rêya me û hevala Mizgîn Marya li ser heman xaçirekê gihiştibû hev. Piştî guftogo û galagala hevaltî me ji bo roportajê dem û cih diyar kiribû. Em bi kêlecana guhdarkirinê de bûn, lê hevala Mizgîn di dilsozî û nalîna hestên bêrîkirinê de çavên xwe şil kiribûn. Weke ku ewrên avis di wan çavên biriqoq de kom bûyî bû. Lê pewîst dikir ku em dest bi kar û xebatê xwe bikin. Ji bo wê jî piştî çend demjimêran hevala Mizgîn dest bi vegotina wan kêliyên zemawendî yên bi Rojda ya Koçer re kir. Her ku wê hest, bîranîn, bûyer û lêhengiya Rojda digot xwezaya em dinav de jî bi me re diaxivî. Ger hûn bipirsin xweza çawa diaxivî wê bersiva me jî ew bîranînên wan kêliyan be.
Belê; dema me despê kiribû rewşa hewa jî pir xweş bû û erd di nava keskbûna xwe şewq dida, asîman şînbûna xwe ezamet û asoyên dida axaftin. Tîrêjên rojê weke tîrên ji kevanê derketî be bi gulîmoran re reqsa evîndariyê dikir. Lê belê; ji nişka vê li ser sînga asîman şirqe şirqe brûskan destpê kiribû, ew dilopên weke zipîkên hişk mezin bi ser me de barî. Lê dîsa jî em ji guhdarkirin û kişandina demê û ne jî hevala Mizgîn vegotina Rojda dabû sekinandin. Hîna me sewanê nû vekiribûn ser kamîrayên xwe piştî çend xulekan tavê dîsa rûyê xwe nîşanî me da. Weke ku bibêje ez jî bi wê re me vaye min ew ewrên reş û qetran ji hembêza xwe qewitandin. Hûn wê lêhengê, jiyan û dîrokê nifşên îro re ragihînin. Ya rast şerê demsalan bû, yan jî şerê xweda û xwedawenda bû… me jî nedizanî ew xweza çima di wan demjimêran de xwe dida axaftin û hîskirin. Baş e dirêj nekim û me karê xwe berdewam kir. Dîmenan de jî dide der, weke payizêk xwembar û stûxwar pel ji daran diweşiyan, bi wî bayê nazik re xwe li bablîsokan dialad û derdorê me digeriya. Di encam de hevala Mizgîn qala ew jina Koçer, rihê azad û serhildêr anîbû ser ziman û weke ku pirek di navbera rûpelên demê de be. Dibû dengê wan lêhengên ku bi salan li dû azadiyê meşiyan û bîranînên xwe li pey xwe hiştin.
Di her peyva wan de bîranîneke diêşîne û di heman demê de xewneke ku hêvî dide heye. Ew bêrîkirina ji bo mirovê rastîn, ji bo çandeke ku heta niha hatiye qedexekirin û ji bo heqîqeta jinê di nava hevokên gerîla de bi rengekî herî tazî û zelal şîn dihat. Ew bêrîkirin û bîranîn, dema ku bi kûrahiya wêjeyê re dibin yek, rûpelên dîrokê ji nû ve bi rengê hêvî û berxwedanê dixemilînin û nîşan didin ku ev jiyan, çiqasî zehmet be jî, ewqasî jî bi rûmet û ebedî ye.
ÇAVKANÎ: JIN TV – STARÊN AZADIYÊ

