Yekşem, 15 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di civîna bilind a avhewayê ya gelan de banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gretchen Dutschke: Em guh bidin Abdullah Ocalan, aştî û demokrasî yekane rê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KNK’ê banga ji bo eşkerekirina cihê gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Biryarên kêfî yên Desteyên Çavdêrî û Îdareyê daîmî dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Desthilatdarî di pêvajoya aştiyê de jî kedkaran ji nedîtî ve tê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 15’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG’ê şehîdên ji Urmiyeyê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji malbatekê şeş hevrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîd Cesûr Cûdî bê hesab û fikar tevlî têkoşînê bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bokanê 2 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Waliyê nû yê Kerkûkê hate hilbijartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê Platforma Şiyar Be avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR: Têkoşîna li dijî tundiyê divê her roj bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nesrîn Akgul: Jin ne temaşevanê aştiyê, kirdeya wê ya damêzrêner in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi jinên Êzidî re li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî qirkirina jinan û şer rawestînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Bulut: Kujer diyar in, delîl li ber çavan in lê dewlet wan diparêze!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fusûn Demîrel bang li hunermendan kir: Ma hûn carekê ji bo jinan bimeşin wê tiştekî nebaş be?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Şervana ku ji jinên Ereb re pêşengtî dikir: Hêlîn Kobanê
Kurdistan

Şervana ku ji jinên Ereb re pêşengtî dikir: Hêlîn Kobanê

Şervana Ereb Hêlîn Kobanê ya ku ji jinên Kurd ên li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê berxwedaneke mezin nîşan didin bandor dibe, dema ku dixwaze cenazeyên hevrêyên xwe bistîne li gel Lêgerîn Canfeda di 20’ê Mijdara 2024’an de tevlî karwanê şehîdan dibe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Gulan 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Rêber Apo, bi taybetî jî li Kurdistanê ji bo jinan jiyaneke nû afirand. Nasnameyeke jinan a xwedî îrade, bawerî, wêrek û azad pêşkêşî hemû jinan kir. Li gel vê yekê hem tola jinan stand hem jî dilsoziya xwe ya ji jinan re nîşanî hemû cîhanê da. Hevrêtiya Sarayan kir, li gel Zîlanan xeta azadiya jinan diyar kir û li gel Bêrîtanan artêşbûna jinan YJA Star ava kir. Ji hemû neteweyan, olan û mezhebanbi hezaran jin anîn ba hev. Navê her lehengekê, li zarokên nû ji dayîk bûne hate kirin. Hêlîn Kobanê jî bi navê xwe yê di nava malbatê de Şemsa Adil Feyyad, li ser şopa lehengên Kurdistanê meşiya, ji jinên Ereb re pêşengtî kir û navê xwe li dîroka berxwedana Tevgera Azadiyê da nivîsandin.

Hêlîn Kobanê bi eslê xwe ji bajarê Minbicê ye û Ereb e. Dema ku êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser Rojava zêde bûn, malbata wê jî bi van êrîşan re rû bi rû dimîne û ji aliyê dijmin ve tê qetilkirin. Ciwanên Kurd ên ku li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê berxwedaneke mezin nîşan didin, bala heval Hêlînê dikşînin. Jinên ciwan ên ku di destê wan de çek û xaka xwe diparêzin, gelekî bandorê li Hêlîn Kobanê dikin. Stûxwarkirina li hemberî dagirkeriyê, nebihîstina dengên zarok û dayikên dilbisoj ji hestên heval Hêlînê re giran tên û vê yekê qebûl nake. Ji ber vê yekê di destpêkê de perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk dibîne. Dema ku xwe di warê leşkerî de pêş dixe, çeka xwe radike û beşdarî operasyonên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê dibe. Çend çeteyan ceza dike ew qasî pê şanaz û serbilind dibe. Ev serfirazî, ji wê re rê li ber rêyeke nû, armancên nû û jiyaneke nû vedike.

Dikeve rê, tavehîvê dike hevrêya xwe û gav bi gav ber bi jiyana gerîlayan ve dimeşe. Dibe şahida lehengiya gerîlayên ku her roj li hemberî çekên qedexekirî li ber xwe didin, bi kenê gerîlayan kêfxweş dibe û li gel meşa wan ber bi jiyaneke birûmet ve diçe.

Têkoşîna gerîlayan a li çiyayên azad, ji bo wê rê li ber jiyaneke nû vedike û girêdayî vê yekê di sala 2023’yan de tevlî nava refên gerîlayan dibe. Dîtina çiyayên Kurdistanê Hêlîn Kobanê gelekî kelecan dike. Bedewiya çiya, av û kaniyan di dilê wê de weke bahozekê mezin dibin. Meşên ku li serê çiyayan, gir û şiverêyan dike, ji bo wê dibin îfadeya meşa ber bi azadiyê ve.  Xwiha li ser eniya wê, westabûn û bêxewî ji bo heval Hêlînê biryardariya jiyaneke birûmet in.

TÊKILIYÊN HEVRÊTIYÊ JI BO WÊ PÎVANEKE JÊNEGER BÛ

Di nava refên YJA Starê de li ser xeta neteweya demokratîk a Rêber Apo diyarî hemû gelan kiriye, têdikoşe. Heval Hêlîn bedewiya cudahiyan ditîbû;  ji ber vê yekê xwe li ser vê fikrê diafirîne û berê jiyana xwe bi vî awayî diyar dike. Heval Hêlînê berê xwe dabû heqîqetê. Têkliyên hevrêtiyê ji bo wê pîvaneke jêneger bû. Hebûn û hişmendiya xwe li gel hebûna hevrêyên xwe watedar dikir. Heval Hêlîn, di her kenên hevrêyên xwe de wateya jiyaneke nû dibîne, hevrêtî li gel hezê ji nû ve mezin û bedewtir dikir. Hemû hevrêyên wê yên di encama çekên qedexekirî de şehîd dibin, vê yekê li cem heval Hêlînê hestên tolhildanê, hêrs û nefreta li dijî dijmin mezintir dikir. Berxwedana hevrêyên wê ji bo wê vediguherî dibistaneke têkoşînê.  Qîrîna Baz, kenê Helbestê weke xeyalekê diketin nava şevên wê.

Li gel dîmenên wan hevrêyan berpirsiyariya xwe ya tolhildanê li wijdana xwe dipîrsî. Bi gotina ‘Em dereng man, em çend dereng bimînin dîrok wê hesabê ji me bipirse’ barê şoreşê digirt ser milên xwe.

Ji bo heval Hêlînê jiyana hêsan, jiyaneke wisa ye ku divê mirov nejî. Wê jî biryar da ku di rêça hevrêyên xwe yên fedaî yên weke Şehîd Sara û Rûken de biçe. Ji bo ku ji têkoşîna li Rojavayê Zapê tê meşandin bêpar nemîne, pêşniyar kir ku derbasî qada şer bibe. Hêlîn Kobanê ya ku weke gerîlayeke YJA Starê di nava berxwedana Zapê de cihê xwe girt, bi pêngavên xwe dijmin matmayî hişt. Tevî ku dûrî hevrêyên xwe û di bin dorpêçê de bû jî li gel hêrsa tolhildanê ya ku bi salan di dilê wê de kom bûbû, derbeyên giran li dijmin dixe.

Ev şervana fedaî û wêrek, şehadeta hevrêyên xwe li gel mezinahiya jiyaneke nû pêşwazî dike, lê belê bi tu awayî qebûl nake ku dijmin cenazeyên wan desteser bike. Heval Hêlîn dema ku dixwaze cenazeyên hevrêyên xwe bistîne li gel Lêgerîn Canfeda di 20’ê Mijdara 2024’an de tevlî karwanê şehîdan dibe. Hêlîn Kobanê weke jineke berxwedêr hemû kêliyên xwe li gel têkoşînê derbas dike. Çimkî dizanî ya esas ew e ku ji milyonan re ala azadiyê bilind bike; wê destûrê nedin tu hêzan ku wê alê daxînin, wê li ber xwe bidin û li gel Rêberê xwe bigihîjin jiyanên azad.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şandeya PYD’ê li Şamê hevdîtin pêk anîn
Nûçeya Pişt re Newroz Aslan: Statuya ku Kurdî bidest bixe dê statuya pêvajoyê jî diyar bike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bû xwedî jiyanek bi wate

Gerîla Jiyanda Laşer a ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji sala 2021'an û…

Ji aliyê Stêrk TV

NY: Şervanên biyanî û piştgiriya derve şerê li Sûdanê sor dike

Mîsyona lêkolînkirinê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya têkildarî Sûdanê diyar kir ku piştgiriya derve ya…

Ji aliyê Stêrk TV

SOHR: Di nava rojekê de 16 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku di 24 saetên dawî de li herêmên di bin desthilatdariya Şamê û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

HPG’ê şehîdên ji Urmiyeyê bi rêzdarî bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji malbatekê şeş hevrê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Şehîd Cesûr Cûdî bê hesab û fikar tevlî têkoşînê bû’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Bokanê 2 Kurd hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?