Cenazeyê şervanê QSD’ê Zinar Aşmê (Cemal Ednan Derwêş) yê 13’ê Îlona 2025’an de di encama qezaya leşkerî de li Kobanê şehîd bûbû, Li Pakrewangeha Şehîd Dîcle hat veşartin. Bi sedan şêniyên Kantona Firatê, endamên sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser tevlî merasîmê bûn. Di merasîmê de bêyî navber dirûşmeyên “Şehîd namirin” hatin berzkirin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di merasîmê de ewilî rêvebera Kongra Star a bajarê Qinayê yê rojavayê Kobanê Sûad El Demîr sersaxî ji malbata şehîd Zinar Aşmê re xwest û got ku ew ê şopdarê xeta şehîdên xwe bin. Sûad El Demîr diyar kir ku şehîdan bi tîpên zêrîn dîroka azadiyê nivîsandin û wiha got: “Em ê ti carî dev ji xeta şehîdên xwe bernadin, ji ber ku şehîdan bi hemû hêza gelê xwe parast, xeta ku wan ji xwe re bingeh girtibû, em ê li ser wê xetê bimeşin û xwedî li mîrasa şehîdên xwe derkevin û xwîna wan li erdê nehêlin.”
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Kobanê Îsmaîl Elî jî axivî û got: “Em soz didin şehîdan ku em ê şopdarê şehîdên xwe bin û xeyalên wan pêk bînin. Şehîdan ji bo parastina gel û welatê xwe canê xwe feda kir, divê gelê me jî mîrasa şehîdên xwe biparêzin û xewn û xeyalên wan pêk bînin. Em jî soz didin ku em ê şopdarê şehîdên xwe bin û ala wan hildin.”
Dûre wesîqa şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û dirûşma “Şehîd namirin” hatin berzkirin.