Yekşem, 1 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Pervîn Bûldan: Di pêvajoyê de xitimîn heye, destpêkê divê ev xitimîn bi dawî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê peyama ji bo 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fatma Unsal Botan: Desthilatdarî di vê pêvajoyê de MGK’ê dide pêş, ev yek cihê rexneyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sancar: Abdullah Ocalan derbasî cihê nû yê li Îmraliyê hatiye çêkirin bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiya Dr. Zeyneb Silêmanî ya girtî giran e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nirxên ku şehîdan bi fedakariyê afirandin her tim biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi merasîmeke heybet 7 şehîdên Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan car din edalet xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya YJA Starê Rojbîn Sonmez hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîdên me siberoja me ronî kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Fîgen Yuksekdag: Têkoşîna jinê dikare gelek tiştî biguherîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Îpek Er, Hîkmet Kiliç li Enqereyê banga edaletê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê silav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Dadgerî newekheviya zayendî mezin dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newaya Jin bi manşeta ‘Parastina cewherî mafê hebûnê ye’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna kedê ya li dijî kapîtalîzm û mêtingeriyê’ hat axaftin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Sadiqeh Dowlatabadî li dijî zextê bi pênûsa xwe li ber xwe da
Jin

Sadiqeh Dowlatabadî li dijî zextê bi pênûsa xwe li ber xwe da

Sadiqe Dowlatabadî, li Îranê weke pêşenga têkoşîna jinan ji bo perwerde û azadiyê tê nasîn. Wê jiyana xwe tevî zextên civakî fedayê misogerkirina mafên wekhev ên jinan kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Îlon 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Sadiqeh Dowlatabadî (1882 – 1961) li Îsfahana Îranê di nava malbateke rewşenbîr de ji dayik bû. Bavê wê alimekî olî yê kevneşopî bû û diya wê jî ji bo perwerdeya keça xwe xwedî fikrên vekirî bû. Vê yekê derfeta ku di temenê xwe yê ciwan de zimanê Erebî, Fransî û her wiha Farisî jî fêr bibe da. Her çend perwerdeya jinan li Îranê sînordar bû jî, Sadiqeh Dowlatabadî hînbûn kiribû navenda jiyana xwe.

JI BO ZAROKÊN KEÇ DIBISTAN VEKIR

Sadiqeh Dowlatabadî di destpêka sedsala 20’an de dest bi mamostetiyê kir. Li bajarê Îsfahanê ji bo zarokên keç dibistan vekir. Ji ber vê yekê rastî êrîşên tund hat. Lê belê, Sadiqeh Dowlatabadî têkoşîna xwe ya ji bo perwerdehiyê domand û ji bo bi sedan zarokên keç hînê xwendin û nivîsandinê bibin pêşengî kir.

TÊKOŞÎNA XWE BI RÊYA ÇAPEMENIYÊ DEWAM KIR

Sadiqeh Dowlatabadî, di sala 1917’an de kovara bi navê Zimanê Jinan (Zaban-e Zanan) weşand û bû dengek ji bo jinên li Îranê. Ev kovar yek ji weşanên ewil bû ku rasterast parastina mafên jinan dikir. Gotarên wê yên li ser zewac, hevberdan û mafê jinan ê perwerde û tevlîbûna wê ya di nava jiyana giştî de, hewirdorên muhafezekar aciz kirin. Kovar gelek caran hate sansurkirin, lê Sadiqeh Dowlatabadî paşve gav neavêt.

Sadiqeh Dowlatabadî, di salên 1920’an de, ji bo berdewamkirina perwerdehiya xwe çû Fransayê û li wir tevgerên femînîst ên rojavayî ji nêz ve nas kir. Piştî vegeriya Îranê vê carê pêşengiya damezrandina komeleyên jinan kir. Têkoşîna wê ji bo mafê dengdana jinan, rakirina zewacên bi zorê û derfetên perwerdeyê yên wekhev wê kir yek ji jinên herî radîkal ên demê.

Sadiqeh Dowlatabadî, di sala 1922’yan de weke yek ji jinên ewil ku li ber Balyozxaneya Parîsê ya li Îranê li dijî hicaba mecbûrî çalakî kir û di dîrokê de cih girt. Vê çalakiya wêrek hişt ku ew di nava hewirdorên femînîst ên navneteweyî de bê naskirin.

TEVÎ ZEXTÊN GIRAN DEV JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDA

Sadiqeh Dowlatabadî, di tevahiya jiyana xwe de bi zilmê re rû bi rû ma. Gotarên wê hatin sansurkirin, gelek caran hate binçavkirin û dibistanên wê hatin girtin. Lê dîsa jî, wê qet dev ji têkoşîna xwe berneda. Di sala 1961’an de beriya mirina xwe xwestibû di merasîma cenazeya wê de jin li dijî ferzkirina hicêbê derkevin.

Sadîqeh Dowlatabadî, weke pêşenga tevgera jinan li Îranê dîrok nivîsandiye. Wê bi rêya nivîsandin, hînkirin û çalakvaniya xwe, jiyana xwe fedayê misogerkirina statuya wekhev a jinan di nava civakê de kiriye. Îro, parêzvanên mafên jinan li Îran û li çaraliyê cîhanê ji têkoşîna wê ya wêrek îlhamê digirin.

Çavkaniya wêneyê: Wikimedia Common

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cenazeyê şervanê QSD’ê Zinar Aşmê li Kobanê hat veşartin
Nûçeya Pişt re ROJEVA 15’Ê ÎLONA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KNK: Cejna Qurbanê li gelê me û hemû alema Îslamê pîroz be!

KNK’ê bi wesîleya Cejna Qurbanê daxuyaniyek weşand û got: “Di van şert û mercan de…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Koyê şehîdên Enfalê hatin bîranîn

Li Zanîngeha Koyê ji bo salvegera 38’emîn a Enfalê ku ji aliyê rejîma Sedam ve…

Ji aliyê Stêrk TV

Nobeta Azadiyê ya li Mexmûrê bi koma 110’an didome

Nobeta Azadiyê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya ku ji bo azadiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Civak & Ekolojî

Li Bolivyayê ji ber ‘Super El Niño’ rewşa awarte hate ragihandin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

YRA’yê Roja Rojnamevaniya Suryanî pîroz kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Fîgen Yuksekdag: Têkoşîna jinê dikare gelek tiştî biguherîne

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Bûlgaristanê tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?