Sadiqeh Dowlatabadî (1882 – 1961) li Îsfahana Îranê di nava malbateke rewşenbîr de ji dayik bû. Bavê wê alimekî olî yê kevneşopî bû û diya wê jî ji bo perwerdeya keça xwe xwedî fikrên vekirî bû. Vê yekê derfeta ku di temenê xwe yê ciwan de zimanê Erebî, Fransî û her wiha Farisî jî fêr bibe da. Her çend perwerdeya jinan li Îranê sînordar bû jî, Sadiqeh Dowlatabadî hînbûn kiribû navenda jiyana xwe.
JI BO ZAROKÊN KEÇ DIBISTAN VEKIR
Sadiqeh Dowlatabadî di destpêka sedsala 20’an de dest bi mamostetiyê kir. Li bajarê Îsfahanê ji bo zarokên keç dibistan vekir. Ji ber vê yekê rastî êrîşên tund hat. Lê belê, Sadiqeh Dowlatabadî têkoşîna xwe ya ji bo perwerdehiyê domand û ji bo bi sedan zarokên keç hînê xwendin û nivîsandinê bibin pêşengî kir.
TÊKOŞÎNA XWE BI RÊYA ÇAPEMENIYÊ DEWAM KIR
Sadiqeh Dowlatabadî, di sala 1917’an de kovara bi navê Zimanê Jinan (Zaban-e Zanan) weşand û bû dengek ji bo jinên li Îranê. Ev kovar yek ji weşanên ewil bû ku rasterast parastina mafên jinan dikir. Gotarên wê yên li ser zewac, hevberdan û mafê jinan ê perwerde û tevlîbûna wê ya di nava jiyana giştî de, hewirdorên muhafezekar aciz kirin. Kovar gelek caran hate sansurkirin, lê Sadiqeh Dowlatabadî paşve gav neavêt.
Sadiqeh Dowlatabadî, di salên 1920’an de, ji bo berdewamkirina perwerdehiya xwe çû Fransayê û li wir tevgerên femînîst ên rojavayî ji nêz ve nas kir. Piştî vegeriya Îranê vê carê pêşengiya damezrandina komeleyên jinan kir. Têkoşîna wê ji bo mafê dengdana jinan, rakirina zewacên bi zorê û derfetên perwerdeyê yên wekhev wê kir yek ji jinên herî radîkal ên demê.
Sadiqeh Dowlatabadî, di sala 1922’yan de weke yek ji jinên ewil ku li ber Balyozxaneya Parîsê ya li Îranê li dijî hicaba mecbûrî çalakî kir û di dîrokê de cih girt. Vê çalakiya wêrek hişt ku ew di nava hewirdorên femînîst ên navneteweyî de bê naskirin.
TEVÎ ZEXTÊN GIRAN DEV JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDA
Sadiqeh Dowlatabadî, di tevahiya jiyana xwe de bi zilmê re rû bi rû ma. Gotarên wê hatin sansurkirin, gelek caran hate binçavkirin û dibistanên wê hatin girtin. Lê dîsa jî, wê qet dev ji têkoşîna xwe berneda. Di sala 1961’an de beriya mirina xwe xwestibû di merasîma cenazeya wê de jin li dijî ferzkirina hicêbê derkevin.
Sadîqeh Dowlatabadî, weke pêşenga tevgera jinan li Îranê dîrok nivîsandiye. Wê bi rêya nivîsandin, hînkirin û çalakvaniya xwe, jiyana xwe fedayê misogerkirina statuya wekhev a jinan di nava civakê de kiriye. Îro, parêzvanên mafên jinan li Îran û li çaraliyê cîhanê ji têkoşîna wê ya wêrek îlhamê digirin.
Çavkaniya wêneyê: Wikimedia Common