Çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê hewl didin bajarê Kobanê yê kantona Firatê dorpêç bikin û êrîş dikin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li rojavayê bajarê Eyn Îsayê bi çekên giran û sivik pevçûnên dijwar diqewimin.
Şervanên QSD û YPJ’ê bersiva van êrîşan didin, da ku çete ber bi Kobanê ve pêş neyên û dorpêçê ferz nekin.
Çavkaniyên li qadê ragihandin ku di encama pevçûnan de ji her du aliyan windahî çêbûn, li eniyên şer rewşeke awarte ya dijwar heye.

