Di civîna çapemeniyê de ku li avahiya komeleyê hate lidarxistin, endama ÇHD’ê Neslîhan Pîlîç axivî û diyar kir ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Antalyayê Gurkan Turkoglû û Tahsîn Sagaltici 213 roj in di greva birçîbûnê de ne, li heman girtîgehê Huseyîn Ozen 193 roj in di grevê de ye û li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Karatepe ya Çorlûyê jî Dogan Karataş 136 roj in di greva birçîbûnê de ye.
Neslîhan Pîlîç diyar kir ku devê girtiyên di greva birçîbûnê de ne kul bûye, jibîrkirin û pirsgirêka hevsengiyê bi wan re peyda bûne û got, piştî roja 140’î rîska xisara vegera ji wê nîne zêde bûye.
ÇHD’ê ragihand ku li girtîgehên bi tîpa ‘bîrê’ yên bi ewlekariya bilind tecrîd giran bûye û xwest, ev girtîgeh bêne girtin û daxwazên sewqkirinê yên girtiyan bêne qebûlkirin.
Endama ÇHD’ê Guçlu Sevîmlî jî anî ziman ku daxwaza girtiyan veguhestina ji bo girtîgehên cuda ye û diyar kir ku ev daxwaz maqûl e û dikare bê qebûlkirin.
Komeleyê bang li Wezareta Edaletê kir ku gava şênber biavêje.

