Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê roja 25`ê Nîsanê di sala 2017`an de weke Roja Şehîdan ragihandibû. Ji wê rojê û vir ve her sal ji bo bîranîna şehîdên Qereçoxê û şehîdan ev roj bi merasîmên cuda tê bîranîn.
Şoreşa Rojava bi şehîdan xwe yên leheng tê naskirin. Rêgeza destpêkê parastin û avakirina Sûriyeke demokratîk û rizgariya Kurdistanê ye, bi van rêgezan û ji bo vê dozê bi hezaran kesê canê xwe feda kirin. Ji bo jiyaneke wekhev, azad, aştî û ji bo wekheviya gelên Kurd, Ereb, Aşûr, Ermen, Suryan, Çerkes, Êzîdî, Tirkmen û Kildan gelek keç û xort yên pêkhateyên cuda yên vê herêmê fedekariyên bê hempa kirin, canê xwe feda kirin, da ku gelê wan bi azadî jiyan bike.
Di tevgera azadiya Kurdistanê de hema bêje her roj ji bo rizgariya Kurdistanê şehîd tên dayîn. Çawa ku ev têkoşîn bi Heqî Karer destpê kir, heta roja îro berdewam kir. Ew têkoşîn jî veguherî şoreşekê. 46`emîn salvegera damezrandina PKK`ê re ji wê rojê heta niha jî tevger bi saya şehîdan roj bi roj mezintir dibe.
Bi boneya salvegera êrîşa dewleta Tirk a dagirker a 25`ê Nîsana 2017`an li ser çiyayê Qereçox a herêma Dêrikê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew roj weke roja şehîdan da îlankirin. Têkildarî roja şehîdan Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Eyşe Efendî axivî.
Eyşe Efendî, diyar kir ku çi dibe bila bibe ew ê heta dawî xwedî li mîrateya şehîdan derkevin û got, “Mîrateyek me heye, ew jî mîrateya şehîdan e. Mîrateya bi sedsalan e. Li dijî siyaseta înkarkirinê, zextê û tinekirina dîrok, hebûn û nasnameya Kurd, tevgera azadiyê rabû. Ew tevger veguherî jiyaneke nû. Bi îlankirina Rêveberiya Xweser jî li her çar parçeyê Kurdistanê dozek, hebûnek û nasnameyek çêbû.”
Efendî wiha domand, “Ji zindana Amedê, Enfalê, Komkujiya Helebça û heta roja îro jî ew mîrateya şehîdan dewam dike. Hemû gel êdî dîroka şehîdan nas kir, çavên xwe vekirin, bi saya şehîdan û roja vejînê hilat. Dema ku em dibêjin destketiyên me hene, di hindurê van destketiyan de mîrateya şehîdan heye. Di her malbatekê de du sê şehîd hene, ew jî mîrateyeke, berxwedaniyeke û şopandina rêya şehîdan e.
Divê em destketiyên xwe biparêzên, divê em xwedî li goristanê şehîdan derkevin, divê êdî li tevahî rojava jî goristan jî bên parastin. Ji ber ku ew destketiyên me ne, ew xeta me ya sor in. Di şerê Kobanê de, gelê me yê li Bakurê Kurdistanê tenê digotin ‘Ma Goristana me ya şehîdan tiştek pê hatiye? Ew mîrateya me ne, em ê xeta wan jî biparêzin û bişopînin.’ Tevahî neteweyên li herêmê jî, di bin siya wan şehîdan de dijîn û jiyana xwe jî bi şopandina rêya şehîdan didomînin.”
Eyşe Efendî, ragihand ku bi her şehîdekî/ê re ew hîn zêdetir bi xeta şehîdan tên girêdan û wiha axivî, “Bi rojane şehîdên me tên oxirkirin. Ew şehîdji bo me xeta sor in û divê bên parastin. Ew xeta sor jî bi xwîna zarokên me hatine nexşkirin. Li şerê Kobanê de çalakiya Arîn Mîrkan, Dibistana Serzorî, ew şehîdê ku lingê xwe girêda û li hemberî tanqê sekinî, ev jî hemû xet in divê em jî xwedî li wan şehîdan derkevin.”
Eyşe Efendî, di dawiyê de soza şopandina rêya şehîdan da û wiha axaftina xwe bi dawî kir, “Dayikan jî êdî di bin darbestên şehîdan û zarokên xwe de soza azadî û aşitiyê dane. Dayika 4 şehîdan e dibêje ‘ez bê zarok dikarim bijîm lê bê welat nikarim.’ Ev xeta ku îro em li ser dijîn bi saya şehîdan e. Em bang li tevahî gelan dikin ku xwedî mîrateya şehîdan derkevin. Wê ev cejna şehîdan jî bibe boneya azadî û aştiyê.”