Nexweşiya SMA nexweşiyeke welê ye ku bi taybetî li pitikan rû dide û eger neyê dermankirin dikare bibe sedema mirinê. Dermanê Zolgensma ku di dermankirina nexweşiyê de bi bandor e, ji ber ku biha ye, li Tirkiyeyê ji aliyê dewletê ve nayê dayin. Dermanê ku dewlet dide, ji dermankirina nexweşiyê wêdetir nexweş hînî jiyana bi nexweşiyê dike.
Malbatên nexweşan ji bo karibin bi dermanê Zolgesmayê tedawiya 6 mehan bike, bi destûra walîtiyan kampanyayên alîkariyê lidar dixin. Derman bi şertê ku zarok hîn nebû be 2 salî û 21 kîlo derbas nekiriye, bê bikaranîn. Ji ber vê yekê dema ku teşhîs hate danîn malbat yekser dest bi kampanyayê dikin.
NIJADPERESTÎ LI ZAROKÊN KURD TÊ KIRIN
Nêzîkatiya nijadperestiyê ya li Tirkiyeyê di kampanyayên SMA’yê de jî xwe nîşan dide. Di kampanyayan de kampanyayên zarokên Tirk di demeke kurt de diqede, lê belê kampanyayên ji bo zarokên Kurd herî kêm du salan dewam dike. Di vê pêvajoyê de jî gelek zarok jiyana xwe ji dest didin.
Çîroka Fatma Betul Anûştekîn mînakek ji van nêzîkatiyên nijadperestiyê ku di nava du salan de kampanya wê 3 caran ji aliyê walîtiyê ve hate betalkirin. Anûştekîn ku ji Pasûr a Amedê ye, dema çar mehî bû teşhîsa SMA lê hate danîn, lê ji ber ku kêm maye bibe 2 salî, dem ji bo wê kêm maye. Kampanya Fatma Betul ji aliyê dilxwazan ve tê meşandin, lê belê kampanya demeke dirêj e nikare bi pêş ve biçe. Bavê wê li Kirgizistanê li wezîfeyê ye, lewma dayika Fatma Betul lê dinihêre. Fatma Betul di dema pandemiyê de 2 caran bi covîdê ket. 9 mehan di servîsa lezgîn de ma.
Dayik Ayşe Anûştekîn anî ziman ku têkildarî kampanyayê yekser êrîşên nijadperestiyê nîne, lê belê bi taybetî li ser medya civakî di dema kampanyaya alîkariyê de gava stranên Kurdî, axaftina bi Kurdî tê kirin, hinek dest ji alîkariyê berdide.
HINEK DIBÊJIN ‘ZAROKÊ TIRK JI ME RE BIBÎNE’
Ji dilxwazên SMA’yê Onûr Sagla ku bi dilxwazî tevlî kampanyayê ji bo zarokên SMA’yê bû û şahidî ji rizgarkirinan gelek zarokan re kir, anî ziman ku kampanyayên ji bo zarokên Kurd berevajî zarokên din dirêj dewam dike, mirov dema dixwazin alîkariyê bikin, lê dinihêrin bê zarok ji kîjan gelî ye.
Sagla rewşa pitik Efnan a ji Şirnexê mînak nîşan da û têkildarî nêzîkatiyên nijadperestiyê yên di dema kampanyayên zarokên Kurd de diyar kir ku gelek kesan gotin, “Eger zarokê Tirk bûya, me yê alîkarî bikira”, “Zarokê Tirk ji me re bibîne”, “Em çima alîkariyê bi Kurdan re bikin”.
Sagla anî ziman ku kampanyayên li bajarên derveyî Kurdistanê herî zêde di nava 6 mehan de diqede, lê belê kampanyayên ji bo zarokên Kurd bi qasî 3 salan jî dewam dikin û hîn kampanya naqede zarok jiyana xwe ji dest didin. Sagla diyar kir ku nêzîkatiyên nijadperestiyê ne tenê ji aliyê şexsan ve tê kirin, her wiha ji aliyê saziyên cemaweriyê jî tê nîşandan, walîtî di kampanyayên ji bo zarokên Tirk de destûra her tiştî didin, lê belê li Kurdistanê hin astengiyan datîne.
Sagla herî dawî bang li karsazên Kurd kir ku alîkariyê bi zarokên SMA’yî re bikin.