Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi dirûşma “Bi hêvî, bi berxwedanê, bi hev re ber bi azadiyê ve” 13’emîn Civata Giştî li dar dixe. Civat li Navenda Çand û Hunerê ya Dr. Kadîr Topbaş tê lidarxist. Hevserokên Giştî yên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, nûnerên partiyên siyasî û pêkhateyên HDK’ê tevlî bûn.
Li eywana civata giştî lê tê lidarxistin bi 6 zimanan flamayên bi nivîsên “Bi hêviyê, bi berxwedanê, bi hev re ber bi azadiyê ve” û “Jin, jiyan, azadî” hatin daliqandin.
Civata Giştî piştî diyarkirina dîwanê bi rêzgirtinê destpê kir. Beriya axaftinan, sînevîzyoneke têkildarî dîrok û têkoşîna HDK’ê hate nîşandan.
‘DEMA HDK’Ê YE’
Destpêkê Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek axivî. Çîçek di çarçoveya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Çîçek diyar kir ku şer û rageşiya li welêt û herêmê didome û ev tişt anî ziman: “Şoreşa Rojava, dikare weke parastina hebûna gelê kurd û azadiya wan were pênasekirin. Şoreş ne tenê parastina xwe, di heman demê de parastina azadiya xwe jî ye. Serdestiya ku pergala kapîtalîst heta niha li me ferz kiriye gelek tişt derxist holê. Dîroka azadiyê ya gelan nîşan da ku berxwedan bi tena serê xwe bes nîne û di heman demê de divê azadî hebe û ev azadî mayinde be. HDK di bernameya xwe de dibêje ku li hemberî du aliyan ‘ya rast ew e ku jiyaneke demokratîk komunal a binpdestan dabîn dike.’ Serenavên ku dê di serdema nû de di vê çarçoveyê de bên nîqaşkirin jî derdikevin holê. Hewceye em rastiya HDK’ê biparêzin. Rastiya welêt û herêmê, girîngiya pêngava ‘Dema HDK’ê ye’ nîşanî me dide. Em di serdemeke ku sermaye û krîza cîhanê kûr dibe de ne. Li divî vê rewşê serdest, bêwarbûn û xizaniyê li gelan ferz dikin. Çima em mecbûr in bibêjin ‘Dema HDK’ê ye.’ Tiştên li Filistîn û Kurdistanê diqewimin, nîşan dide ku gelên me bi xetereyan re rû bi rû ne. Tirkiye ji vê rewşê bêpar nîne.”
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ
Bi domdarî Çîçek bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û got, tecrîd di heman demê de li dijî yekitiya gelan e. Çîçek wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lewma divê em di navbera gelan de pirekê ava bikin. Bi tena serê xwe berxwedan bes nake. Di komara sedsalî de em dibînin ku her tim berê gelan dane hev. Lewma divê em bibêjin ‘Dema HDK’ê ye.’ Em pirsgirêka kurd dibînin. Hinekan gotin ‘nermbûn’ û qeyûm tayînî Esenyurtê kirin. Gotin ‘pêvajoya çareseriyê’, bangawaziyên mîna heqaretê li Abdullah Ocalan kirin. Wisa xuya dike ku aştiya serdest qala wê dikin, rewşa wan a asayî ye. Ên ku her roj heqaretê li nirxên we dikin ma dê aştiyeke çawa ji wan bibe? Civakîbûna aştiyê, alîbûna aştiyê ya gelan, yek ji sedema hebûna HDK’ê ye. Rêberê gelan birêz Ocalan zêdetirî 20 sal in hewl dide pirsgirêka kurd çareser bike. Dema vê dike, her wiha li cihekî 12 metrekareyê deji bo hemû gelan çareseriyê peyda dike. Gelo tecrîd dikare çawa were rakirin? Em ê azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan çawa pêk bînin? Bersiva van pirsan, têkoşîna yekbûyî ya gelan e.”
GIRÎNGIYA TÊKOŞÎNA HEVPAR HATE DESTNÎŞANKIRIN
Di dewama axaftina xwe de Çîçek wiha got: “HDK, di tifaqa dîrokî de girîng e. HDK, ji bo kesên li ser vê xakê têdikoşin bi qasî nan û avê lazim e. Heke polîtîkbûna civakê hêj armanca sereke be, wê demê em mecbûr in HDK’ê mezintir bikin. Li seranserî cîhanê ji derdorên cuda berxwedanên nûwaze hene. Divê em wan veguherînin hêz û têkoşîneke hevpar.”
Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr jî destnîşan kir ku li ser civakê zexteke giran heye. Demîr diyar kir ku hegemonyayeke kûrewî li ser gelan heye û ev nirxandin kir: “Li her çar aliyên cîhanên berxwedanên cur bi cur hene. Lê dîtina hev a van derdoran tê paşxistin. Divê em van derdorên berxwedanê yan jî ên me karî xwe bigihînin wan bînin gel hev û mezin bikin. Lewma jî divê em vê yekê bi rêxistinî û bi aqilane bikin. Em spasiya gelên Kobanê dikin ku li dijî hêzên navneteweyî têkoşiyan û ev yek pêk anîn. Kobanê, ji bo gelên cîhanê hêviyeke. Ji ber vê jî divê mirov tu caran dev jê bernede û armanca me ew e ku di her şert û mercan de têbikoşin. Ez hemû jinên di vê pêvajoya têkoşînê de jiyana xwe ji dest dayin, hemû şoreşgeran bi bîr tînim. Dixwazim silavan li kesên digotin mafê gelan e û ji ber vê ev 8 sal in di zindanan de. Dixwazim spasiyên xwe ji Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag re bişînim.”