Yekşem, 12 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Zeynep Cansiz hate entubekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Namzetê YNK’ê Nizar Amêdî bû Serokomarê Iraqê yê nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî divê tavile werin berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên hiqûq û tenduristiyê: Divê demildest tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Nezîr Acar pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Civak li benda derxistina qanûnan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ûweyş Ocalan li ser gora xwe ya li Amarayê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar Dayika Uveyş bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê piştî 31 salan hate berdan: Heta ku Serok Apo azad nebe, azadî heram e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi koma 193’an dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Rojhilat: Dive agirbest nebe derfeteke taktîkî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Agiriyê bertek nîşanî girtinan hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Enqere û Stenbolê 3 jin bi çekê hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Encamnameyê ya Konferansa “Aştî Bê Me Nabe” hate eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê rapora meha Adarê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Civîna komîsyonê: Aştî cîbicîkirina edaletê ye
Rojane

Civîna komîsyonê: Aştî cîbicîkirina edaletê ye

Komîsyona ku li Meclîsê hate avakirin, di civîna 5’emîn de Dayikên Şemiyê guhdar kir. Dayikên wiha gotin, “Aştî; vegotina heqîqetê, cîbicîkirina edalettê, bihîstina dengê mexdûran û berpirsyartiyeke civakî ye.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Tebax 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Di civîna 5’emîn a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê de li Dayikên Şemiyê hate guhdarîkirin. Dayikên Şemiyê, diyar kirin ku heta paşeroj neyê vegotin dê nekarin îro jî vebêjin û daxwazên xwe pêşkeşî komîsyonê kirin. 

Dayika Şemiyê Îkbal Yarici, ji bo kekê xwe yê di bin çavan de hatiye windakirin û hemû windakiriyan daxwaza edaletê kir. Îkbal Yariciyê got: “Birêz Serok, heta em rabûrdiyê venebêjin em nikarin îroyê jî vebêjin.” Îkbal Yariciyê, da zanîn ku kekê wê Hayrettîn Eren di sala 1954’an de li ji Zanîngeha Stenbolê mezun bûye, mamosteyê zimanê Ingilîzî bû lê nekariya pîşeya xwe bike û got: “Kekê min, di sala 1980’an de ji bo hevdîtina bi hevalên xwe re ji malê derket. Dema haya polîsan ji hevdîtinê bû, birayê min binçav kirin û birin Qereqola Karagumrukê ya Fatîhê.”

Îkbal Yariciyê got ku çawa dayik û bavê wê ji rewşê haydar dibin yekser çûne qereqolê û ev tişt anî ziman: “Polîsan li lênûsa binavkirinan nihêrt û got ku şandina Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê. Lêbelê dema em çûn emniyetê gotin ku li vir nîne. Wesayîta me li pêşiya emniyetê bû. Her cara ku dayika min dipirsiya, li dayika min dixistin û dûr dixistin. Dema em dîsa vegeriyayîn Qereqola Karagumrulê ya Fatîhê, ji me re gotin ‘Agahiyên şaş bi we re hatine parvekirin.’” 

Bi domdarî Îkbal Yariciyê armanca xwe ya hatine komîsyonê bi van gotinan parve kir: “Ji bo kekê xwe û hemû kesên di bin çavan de hatine windakirin daxwaza edaletê dikim.” 

‘BILA KOMÎSYONEKE KU EM JÎ TÊ DE CIH DIGIRIN WERE AVAKIRIN’ 

 Di berdewama axaftina xwe de Îkbal Yariciyê anî ziman ku divê îşkenceya psîkolojîk a kesên mayî jî neyê jibîrkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Weke Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê daxwaza we ya hevdîtina bi me re, hem ji bo xizmên windakiriyan hem jî ji bo demokrasiya welat gavekî girîng e. Dixwazim bawer bikim ku komîsyon ji bo çareseriyê tevdigere û jidil be. Heke em bixwazin bi hev re li welatekî demokratîk bijîn, divê ev birîn bên dermankirin. Ji bo vê jî divê di rêyên zanistî pêş bikeve, heqîqetan derxe holê û çareseriyên rast pêş bixe. Li gorî min, divê komîsyoneke ku em jî tê de cih digirin were avakirin.” 

‘DIVÊ KOMÎSYONA HEQÎQETÊ WERE AVAKIRIN’ 

Dayika Şemiyê Mesûde Ocak jî serpêhatiya kekê xwe Hasan Ocak vegot. Mesûde Ocak, got: “Kekê min Hasan Ocak, mamosteyê dibistana seretayî bû ku li benda tayîna xwe bû. Li kargehekê çayfiroşî dikir. Em li Avcilarê dijiyan. Rojekê ji bo kirîna pasteyekê derket û êdî venegeriya malê. Libendemayîn û lêgerîna me, encamnegirtina ji hiqûqa hundirîn em anîn cem hev. Em dixwazin hûn fêm bikin bê ka çima em dixwazin biçin Galatasarayê. 699 hefteyan me hevdîtinên aştiyane li dar xist. Di 25’ê Tebaxa 2018’an de em bi tundiyeke giran a polîsan re rû bi rû man. Qada Galatasarayê ji wê demê heta niha li me hatiye qedexekirin. Ji bo binpêkirin ji holê bên rakirin, biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji walîtî û qeymeqamtiyê re hate şandin. Di biryarê de hate xwestin ku qedexe were rakirin. Lê Qada Galatasarayê hêj girtî ye. Tevî ku hêmayeke sûc nebû jî em 29 caran hatin binçavkirin. Em dixwazin Qada Galatasarayê li tevahiya parastvanên mafan were vekirin. Her wiha divê Komîsyona Heqîqetê jê wera avakirin.” 

‘TEVAHIYA SAZIYÊN DEWLETÊ BINÇAVKIRINA BAVÊ MIN ÎNKAR KIRIN’

Piştre jî ji Dayikên Şemiyê Besna Tosun axivî û got: “Dayika min li jêr nihêrt û dît ku sê kesan bi darê zorê bavê min xistin hundirê Torosa Spî û birin. Di heman kêliyê de me qêriyên dayik û bavê min bihîst. Biçûka me 5 salî û mezinê me jî 14 salî bû. Ber bi jêr ve me baz da; bi darê zorê bavê min dixistin hundirê wesayîtê. Kekê min 14 salî bû, kesê di wesayîtê de jê re got ‘Were, em te jî siwar bikin.’ Tevahiya taxê baz da kolanê lê wesayît bi lez û bez ji wir dûr ket. Plakaya wê 34 UD 597 bû û me li pey wê Torosa Spî baz da. Ev 30 sal in tevahiya malbata me li pey wê wesayîtê baz dide. Bavê min Fehmî Tosun, di 19’ê Cotmeha 1995’an de ji mala me hate girtin. Di nava 30 salan de me serî li hemû rêyên hiqûqî da lê encamek jê derneket. Tevahiya saziyên dewletê binçavkirina bavê min înkar kirin. Hikûmetê, ji DMME’yê re got ‘Hikûmeta me ji ber windabûna Fehmî Tosun xemgîn e.’ Îtîraza me ya li dijî biryaran hate redkirin û hemû rêyên lêgerîna maf li me hatin girtin.” 

DAXWAZÊN DAYIKAN

Besna Tosun, got “Armanca me ew e ku heqîqet derkeve holê û edalet pêk were.” Besna Tosunê daxwazên hevpar ên Dayikên Şemiyê jî wiha rêz kir: 

“* Bila biryarên Dadgeha Mafên Mirovan (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bên cîbicîkirin. 

* Qedexeya keyfî ya li Qada Galatasarayê bila were bidawîkirin. 

* Weke komîsyona jêr a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê bila ji bo lêkolînkirina binçavkiriyên winda ‘Komîsyona Heqîqetê’ were avakirin. 

* Dewlet bila berpirsyartiya xwe ya di sûcê windakirinên di bin çavan de qebûl bike. 

* Aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin bila were eşkerakirin û hestiyên wan radestî malbatên wan bên kirin. 

* Bila polîtîkaya necezakirina faîl û berpirsyarên sûcê windakirina di bin çavan de bê bidawîkirin û edalet pêk bê. 

* Em dixwazin windakirina di bin çavan de weke sûcê li dijî mirovahiyê bê sererastkirin û pêşî li vî sûcî were girtin û ji bo cezakirina berpirsyaran di qanûnan de sererastkirin bên kirin. Bila saziya demborînê êdî nebe amûra necezakirinê. Bila êdî tu kes di bin çavan de neyê windakirin. 

* Bila Tirkiye, Peymana Têkildarî Parastina Hemû Kesan a Beriya Windakirina bi Darê Zorê ya NY’ê û Statuya Romayê ku Dadgeha Cezayan a Navneteweyî ava dike erê bike û cîbicî bike. Aştî, ne tenê bêdengbûna çekan e. Aştî; vegotina heqîqetê, cîbicîkirina heqîqetê, bihîstina dengê mexdûran û berpirsyartiyeke civakî ye.” 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dayika Aştiyê Nezahat Teke: Divê komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike
Nûçeya Pişt re Civîna Komîsyonê: Êşên me hevpar in
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘YNK wê li Kerkûkê siyaseta Mam Celal bi cih bîne’

Serokê YNK'ê Bafil Talabanî hilbijartina waliyê nû yê Kerkûkê pîroz kir û diyar kir ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Dêrazorê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrazorê çeteyekî DAÎŞ’ê girtin ku destê wî di gelek êrîşên bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Newroza li Stenbolê bi rengekî bi heybet destpê kir

Pîrozbahiya Newrozê ya li Stenbolê bi dirûşma 'Civaka Demokratîk ji bo Azadiyê' bi tevlîbûneke bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Di panela MSD’ê de îşaret bi yekîtiya Kurdan hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Bernê ji bo Yenar Mihemed bîranîn hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Zeynep Cansiz hate entubekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Namzetê YNK’ê Nizar Amêdî bû Serokomarê Iraqê yê nû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?