Di civîna salane ya nefermî ya Komîteya NY’ê ya li ser Windakirinên Bi Zorê de, Iraq ji ber bûyerên windakirinên bi zorê di rojeva civaka navneteweyî de bû.
Şandeya Iraqê parast ku ev cure bûyer tenê beriya sala 2003’yan bûne. Lê Navenda Edaleta Navneteweyî ya Cenevrwyê ragihand ku Iraq di deh salên dawî de di warê bicîhanîna Peymana li ser vê mijarê de tu pêşketineke berbiçav bi dest nexistiye.
Meksîka, Uruguay, Brezîlya, Spanya, Kamboçya, Fînlandiya, Uman, Iraq, Perû û Kolombiyayê di diyalogê de bi komîteyê re cih girtin. Her wiha gelek rêxistinên civakî yên sivîl jî axivîn û aliyên cuda yên bûyerên windakirinên bi zorê anîn ziman.
ÊZIDÎ HÊ JÎ WINDA NE
Weqfa Xeta Mirov a ku beşdarî civînê bû, bal kişand ser çarenûsa Êzidiyên ku ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatine revandin û windakirin. Weqfê bi bîr xist ku bi hezaran Êzidî hê jî nehatine dîtin û diyar kir ku ew ji gavên hikûmeta Iraqê yên ji bo vekirina gorên komî û naskirina terman kêfxweş in. Lê belê, weqfê bang li Komîteyê kir ku ji nêz ve vê pêvajoyê bişopîne da ku ev kar bi zelalî bê kirin û daxwazên dadweriyê yên malbatên Êzidiyên winda bêne bicîhanîn.
GUHERTINA TÊGÎNÎ: KESÊN BI ZORÊ HATINE WINDAKIRIN
Çavdêran destnîşan kir ku li Iraqê li şûna têgîna “kesên winda” êdî têgîna “kesên bi zorê hatine windakirin” dest pê kiriye ku bê bikaranîn. Ev guhertin nîşan dide ku windabûn ne tiştekî asayî ye, lê bi dewletê yan jî saziyên xwedî desthilatdar re têkildar e.
KÊMASÎYÊN DI BICIHANÎNÊ DE
Çavdêrên li Cenevreyê gotin ku berovajî daxuyaniyên fermî yên Iraqê, di pratîkê de kêmasiyên cidî hene. lêkolîn nekirina bûyerên windakirinên bi zorê, nedarizandina tawanbaran, nedabînkirina tezmînatê ji bo qurbaniyan û kêmbûna zelaliyê weke fikarên herî mezin hatin rêzkirin.
PÊŞNÛMEYA ZAGONÎ DI ROJEVÊ DE YE
Şandeya Iraqê ragihand ku pêşnûmeya zagonî ya taybet a ji bo têkoşîna li dijî windakirinên bi zorê niha li parlamentoyê an jî di saziyên têkildar de tê nirxandin. Şandeyê parast ku zelalkirina çarenûsa windayan di nav pêşîniyên wan de ye.