Ji ber polîtîkayên ‘ewlekariyê’ yên ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ve têne meşandin, li welêt krîza aboriyê her roj hîn giran dibe. Buhayê ku her roj tê zêdekirin, hêz û derfeta aborî ya gel kêm dike, xizaniyê kûr dike. Jin û ciwanên Amedî li ser zor û zehmetiyên ji ber krîza aboriyê ji ANF’ê re axivîn.
‘DESTHILATDARIYA AKP-MHP’Ê BERPIRSYARÊ KRÎZA ABORIYÊ YE’
Denîz Pîşkîn: Krîza aboriyê ne tenê li ser jin û ciwanan her wiha bandorê li ser her qada jiyanê dike. Em vê bandorê bi polîtîkayên şerê taybet dibînin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi polîtîkayên şerê taybet dixwaze gel bitepisîne û bi aboriyê têkoşîna gel lawaz bike. Bi mûçeyê kêmtirîn mirovan dide xebitandin, kirêya xanî digihîne 20 heta 30 hezar TL’yî û bi vî rengî ji mirovan dixwaze debara xwe bike. Bi mûçeyê kêmtirîn mirov nikare jiyana xwe îdare bike. Em zanin ku li Kurdistanê malbat gelekî qelebalix in. Li malekê du yan jî sê kes bixebitin jî nikarin debara xwe bikin. Em ciwan nikarin tevlî çalakiyên civakî bibin, nikarin bigerin. Ev yek ji bo me êdî luks e. Welê li me hatiye ku êdî em ji bo hewayê pere didin. Berpirsyarê pirsgirêkên aboriyê dewlet e, dewletbûn e, desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Divê êdî gel nerazîbûnê nîşanî vê rewşê bide. Heta ku gel bêdeng be, wê zext dewam bike. Em qala wê yekê dikin ku nan bûye 18 lîre. Eger gel li ber vê ranabe hingî polîtîkaya dewletê bi kêr tê.
‘ÇARESERIYA PIRSGIRÊKAN MASEYA AŞTIYÊ Û BIRÊZ OCALAN E’
Nîzamettîn Ûrgay: Her kes qala aboriyê dike, lê bala xwe bidinê, li welêt edalet nîne. Ji xwe cihê ku edalet lê nîne, krîza aboriyê lê heye. Ji ber ku parvekirineke wekhev nîne; hinek pastaya mezin dixwin, hinek jî neçar dimînin ku çopê nan kom bike. Bêedaletî ev e. Ji ber ku şer heye gel didin razandin. Edalet nebe şer dibe. Bala xwe bşdinê, di navbera salên 2013-2015’an de pêvajoya çareseriyê hebû; hêviya mirovan zêde bûbû, her kesî kargeha xwe li Amedê ava dikir, hêviya ciwanan bilind bû. Siyasetmedar hemû derewîn e, ji ber ku ji gel re çareseriyê neafirînin. Li cihekî ku jin, ciwan û zarokên 8 salî dimirin, edalet nîne. Edalet tine be, pirsgirêkên aboriyê naqedin. Serê her tiştî edalet e; serê aştî, aborî û azadiyê edalet e. Divê maseyeke çareseriyê êdî bê danîn, aştî û çareserî pêk were. Divê li pêvajoya aştiyê vegere. Li welatekî ku MHP di rêveberiyê de be li wir edalet nîne, demokrasî nîne. Wekîl mîna zarokan şer dikin, ji gel re çareseriyê neafirînin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê welêt bi rê ve dibe û hatineya welêt pêşkêşî alîgirên xwe dike. Ji bo pirsgirêkên aboriyê biqedin divê maseya aştiyê ji nû ve bê danîn. Ne leşker ne jî ciwanên Kurd ên li çiyê wê nemirin. Divê aştî hebe ku hêviya mirovan zêde bibe. Tirkiye eger bi Kurdan re li hev bike wê bibe hêzeke super. Ji ber vê jî divê mase ji nû ve bê danîn. Pêwîstiya paşeroja welêt bi şoreşgerên rasteqîn û mirovên weke Yilmaz Guney, Seyît Riza û Birêz Ocalan heye. Dema ku Birêz Ocalan diaxive, çima hêvî dikeve nava gel? Ji ber ku Birêz Ocalan durust e, bi rastî jî aştiyê dixwaze. Tirkiye ya ku berê xwe bide Birêz Ocalan wê bibe hêzeke super. Li maseya ku Birêz Ocalan lê be ez ê heta dawiyê jê bawer bikim.
‘ŞERT Û MERCÊN JIYANÊ JI BO ME JINAN GIRAN BÛN’
Hatîce Karadag: Ji bo debar zehmet bûye. Krîz her roj hîn giran dibe. Hevjînê min nexweş e û ez jî weke jinekê neçar im li malê binihêrim. Êdî peydakirina kar jî gelekî zehmet e. Herî zêde em zanin bê debar çiqasî zehmet e. Şert û mercên jiyanê her roj giran dibin. Ji bo dayina mesrefên zarokên xwe jî zehmetiyan dikişînim.
Yasemîn Gul: Em ne rehet in; bi rehetî nikarin bigerin. Daxwazên me hene lê belê ji ber pirsgirêkên aboriyê nikarin bi cih bînin. Em jin ji ber pirsgirêkên aboriyê li malê asê mane. Sedema pirsgirêkên aboriyê hikumet e. Hikumet zemê li me ferz dike; em nikarin ji bin rabin. Em nikarin bi hevjîn û zarokên xwe derkevin derve û xwarinê bixwin. Buha gelekî zêde bûye. Êdî divê hin tişt bêne guhertin. Yên ku li jorê rûniştine divê bikevin nava gel. Heta ku pirsgirêkên gel nebînin ti pirsgirêk çareser nabin.
‘BUDÇEYA LI ŞER TÊ XERCKIRIN DIVÊ JI GEL RE BÊ DAYIN’
Berdan Çelîk: Krîza aboriyê bandoreke mezin li ciwanan dike. Ciwan nikarin kar peyda bikin, ji ber vê jî neçar dimînin ku biçin bajarên rojava yan jî Ewropayê. Bajarên me vala dibin. Bi dîtina min dewlet bi zanebûn vê dike. Bi rêya kar û aboriyê ciwanan neçar dihêle ku koç bike. sedema krîza aboriyê şerê Tirkiyeyê yê li ser Kurdan e. Her roja bi dehan balafirên şer radibin. Divê hikumet lêçûnên li qada leşkerî kêm bike. Budçeya ji bo leşkeriyê tê xerckirin divê ji gel re bê dayin.