Ji ber berdewama êrişên çeteyên hikumeta demkî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û taxên Helebê bi hezaran malbat ji ber komkujiyan û binpêkirinan bi darê zorê koçberî bajarên kantona Cizîrê, di nav de bajarê Dirbêsiyê bûn û li navendên hewandina demkî û dibistanan hatin bicihkirin.
Girêdayî mijarê, ciwanên ji bajarê Dirbêsiyê destpêşxerêya mirovî ji bo piştevaniya koçberên ji Serêkaniyê û Efrînê yên ji Reqayê hatine da destpêkirin.
Ciwanan alîkarî li dibistana Şehîd Roza Cûdî, dibistana Şehîd Ebdurehman Elî Necmî û dibistana Perwerd Zîlan belav kirin.
Ciwanan li koçberên di wan dibistanan de xurek, betanî, nivîn, derman û pêdiviyên zarokan belav kirin, ku zehmetiyên koçberiya bi salan sivik bikin.

