Komek ji ciwanên Efrînê ku ji ber dagirkeriya çeteyên dewleta Tirk û HTŞ’ê koçber bûne û li bajarê Hesekê ne, bang li ciwanan bi taybetî jî ciwanên Efrînê kirin ku tevlî têkoşîna parastina axa xwe bibin û tola şehîdan hilînin.
Banga ciwanên Efrînê bi vî rengî ye:
“Li dijî xiyanet û êrişa hêzên komploger ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, divê em weke ciwanên Kurd ên Efrînê yên li Hesekê beşdarî cenga rûmetê bibin û tola şehîdan hilînin. Ji bo wê banga me ji bo tevahî ciwanên Efrînê yên li herêma Cizîrê ew e ku beşdarî cenga rûmetê bibin û tola Şehîd Ziyad û hemû şehîdên şoreşê hilînin. Bangawaziya me ji bo hemû ciwanan ew e ku werin tevlî vê cengê bibin. Êrîşên li ser me tên kirin êrîşên qirkirinê ne, divê em herêma xwe û Rojavayê Kurdistanê biparêzin.”

