Bi dirûşma ‘Yekîtiya Netewî û Parastina Destkeftiyên Gelê Kurd’ komek ciwanên navçeya Qeladiz ya dikeve sînorê Raperîn ji bo piştgiriya Berxwedana Rojava berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê.
Ciwanê bi navê Şêx Heme diyar kir ku weke ciwaneke yê Raperîn berê xwe dide eniyên pêş yên şer, ji bo xak û welatî wî nebe parçe û got: “Kurdistan yek parçeye.”
Ciwanê din yê bi navê Azad Xidir got: “Ji vir diçim ezê xwîna xwe bikim hibreya pênûsa şervanekê ji bo dîrokek nû bê nivîsandin.”
Ciwanê bi navê Mihemed Omer jî got: “Amade me bi dildarî li dijî dijmin şer bikim. Bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku berê xwe bidin Rojava, Kurdistan yeke.”

