Sêşem, 7 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Besiye Ozer piştî 30 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Îkram Mihyaz ê hate qetilkirin, kom bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 5 mehan de 303 zarokan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji AYM’ê biryara ‘Haci Lokman Bîrlîk’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê kolberê bi navê Salah Hoşnamak qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerîfe Mihemedî sewqî Girtîgeha Lakan hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Sersaxiya gerîlaya YRK’ê Zarîn Akbaş bi girseyî hat ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Em ê li ser xeta şehîdan têkoşînê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Herkiyan rêya sereke ya navçeya Xebat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 girtiyên siyasî yên ji Bokanê rûbirûyê darvekirinê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Midûra Karên Nivîsê ya Azadiya Welat hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê li Sineyê Tara Hewramî bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rabûnek li dijî qedexeyan: Al-Arûs

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li ser jinan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî li Wanê bi jinên astengdar re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora meha Hezîranê ya MKG’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Laura Corradi: Jineolojî li dijî pergala agahiyê ya serwer alternatîfeke xurt pêşkêş dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ayşegul Dogan: Muxatab Abdullah Ocalan e, deriyên Îmraliyê divê bêne vekirin
Rojane

Ayşegul Dogan: Muxatab Abdullah Ocalan e, deriyên Îmraliyê divê bêne vekirin

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan got, "Birêz Ocalan muxatab e, lîderiya wî gelekî girîng e." Ayşegul Dogan anî ziman ku bersiv ji serlêdana wan a ji bo çûyîna Îmraliyê nehatiye dayin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Berdevka Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan li navenda giştî ya partiya xwe têkildarî bûyerên di rojevê de daxuyanî da. Ayşegul Dogan da zanîn ku yek ji mijarên esasî yên civîna wan a MYK’ê ya hefteya bihurî, bûyerên li Sûriyeyê bû.

Ayşegul Dogan bal kişand ser biryara Dadgeha Bilind a têkildarî îadekirina mafên memnu yên Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan û got ku hevşaredar li ser peywira xwe ne.

Bi domdarî Ayşegul Dogan bal kişand ser geşedanên li Sûriyeyê û wiha got: “Dema em li daxuyaniyên îktîdarê dinihêrin, dibêjin ‘Em ji bo ewlehiya Tirkiyeyê li Sûriyeyê ne.’ Weke DEM Partiyê em dibêjin ku rewşeke ku gefê li sînorên Tirkiyeyê bixwe tune ye. Ji bo YPG û YPJ’ê dibêjin ‘gefê li sînorên me dixwin.’ Bi vê hincetê qala kûrahiya 30 km’an dikin. Kûrahî ne bi vî awayî bi guftûgoyê dibe.

Fermandarê HSD’ê Mazlum Ebdî di hemû daxuyaniyên xwe de dibêje ku ew ji bo pirsgirêkan bi rêya guftûgoyê çareser bikin amade ne. Dibêje; ‘Em dixwazin çareseriyeke berfireh û yekparetiya Sûriyeyê diparêze dixwazin.’ Ev gotin, nîşaneya wê ye ku kurd ji bo ewlehiya sînorê Tirkiyeyê gef nînin. Polîtîkaya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê hev nagire. Li her derê qala aştiyê dikin lê li Sûriyeyê vê polîtîkayê dimeşînin. Ev nakokî ye. Em dibêjin ku heke hûn nexwedî polîtîkaya şer û berfirehbûnê bin, wê demê kerem bikin dest bi guftûgoyê bikin. Divê destektiyên gelan weke gef neyên dîtin.

Baş e lê eleqeya vê ya bi meseleya kurd re çi ye? Efrîn û Qamişlo ji bo kurdan cihên girîng in. Êşa li wir li vir tê hîskirin. Mîna Silêmaniye û Hewlêrê. Divê ne gotinên şer, dijbertiyê lê têkiliyên dostane û xwişk-biratî esas bên girtin. Hewceye bangên guftûgo û pêwendiyan esas bên girtin.

Ji 2016’an ve xaka kurdan bi rêya qeyûman tê birêvebirin. Hewl didin vê modêlê mayinde bikin. Mafê bijartin û hilbijartinê û yê xwe bi xwe birêvebirinê yê kurdan tune tê hesibandin. Nikarin tiştekî ji hevşaredarên me re bibêjin ji ber ku li gorî proseduran bûn namzet. Qeyûm nebaşî ye, wêranî û talan e. Em dibêjin dest ji van polîtîkayan berdin û werin em tifaqa Kurd-Tirkan mezin bikin. Dev ji sepana qeyûman berdin.

Di mijara çareseriya pirsgirêka kurd de tiştekî em veşêrin tune ye, em amade ne bi destê tê dirêjkirin bigirin û berpirsyartiyê li xwe bigirin. Ji nûnertiyê heta muxatabiyê her tiş li holê ye. Ji bo ev nîqaş veguherin pêvajoyekê, divê naverok were dagirtin. Pêdivî bi serdemeke nû û bi zîhniyeteke nû heye. Birêz Ocalan di peyama xwe ya dawî de got; ‘Ez amade me.’ Tevî vê jî tu gavên şênber nehatine avêtin û qeyûman tayîn dikin.

Me li Wanê her 14 şaredarî bi dest xistin. Bloqa îktîdarê jî tehemûla vê nekir û ji roja ewil ve ye di nava hewldanan de ye. Dixwazin îradeya Abdullah Zeydan hilbijartî tune bihesibîne. Xelkê Wanê destûr neda. Piştrast bin ku dê ji vir û şûnde jî destûrê nede. Divê bloqa îktîdarê ji bo îradeya xelkê Wanê rêzê bigire. Dadgeha herêmî çi biryarê bide jî tu rewşên ku nehêlin Zeydan hevşaredariyê bike li holê nînin û nikarin bikin sedema tayînkirina qeyûman.

Tecrîda li ser birêz Ocalan bi sala ye di rojeva me de ye. Ne mijara nîqaşên ji 1’ê cotmehê ve ye. Lê ev bang girîng in û hêza rêbertiyê ya birêz Ocalan jiyanî ye. Bi sala ye weke parlamenter em dixwazin biçin Girtîgeha Girava Îmraliyê. Ji bo vê em serlêdanan dikin. Serokwekîlên koma bi xwe ji Wezareta Dadê re şandin. Domandina tecrîdê binpêkirineke mafên mirovan e. Divê êdî dev ji vê îşkenceyê berdin. Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. Ji bo vê mijarê agahiyeke şênber nehat dayin. Wezîrê Dadê qala dema maqûl dike.

Gelo çi ye ev dema maqûl? Ev 10 roj derbas bûn. Dema em daraza Tirkiyeyê difikirin, ev dema maqûl tiştên baş nayînin bîra mirov. Divê hûn vê peyvê pênase bikin. Dive deriyên Îmraliyê bên vekirin û birêz Ocalan bikare bi awayekî azad biaxive. Divê raya giştî lê guhdarî bike. Her kes gotinên birêz Ocalan mereq dike.

Wezareta Dadê heta niha tu agahiyên erêkirina hevdîtinê ji Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder û Sirri Sakik re neşandiye. Hevserokên me yên giştî jî serlêdan kirin lê hêj erênî yan jî neyînî tu bersiv nehatine dayin. Her wiha ji bo serlêdana koma me jî tu besiv nehatine dayin. Em dixwazin tecrîd were rakirin, hevdîtinên malbat û parêzeran bên kirin, mafên name û telefonan bên dayin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê QSD’ê hişyarî da: Çeteyan 15 hezar koçber dorpêç kirin, gelek jî revandin
Nûçeya Pişt re Dayikên Aştiyê bang li her kesî kirin ku li ber şer rabin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Mazlûm Dogan û birayê wî Delîl Dogan li ser gorên xwe hatin bîranîn

Ji kadroyên pêşeng ê tevgera azadiya Kurdistanê Mazlûm Dogan û birayê wî Delîl Dogan li…

Ji aliyê Stêrk TV

Parêzgarê Hesekê Ehmed bi nûnera UNICEFˊê ya li Sûriyeyê re civiya

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed bi nûnera UNICEFˊê ya li Sûriyeyê Meritxell Arana û tîma pê…

Ji aliyê Stêrk TV

Daraza Tirk biryara berhevkirina du romaman da

Derket holê ku daraza Tirk di sala 2022’yan de derheqê du romanên ji Weşanên Aryenê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Besiye Ozer piştî 30 salan hat berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bo Îkram Mihyaz ê hate qetilkirin, kom bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di 5 mehan de 303 zarokan jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji AYM’ê biryara ‘Haci Lokman Bîrlîk’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?