Yekşem, 26 Cotmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Nisêbîn û Qoserê ji bo du şehîdan sersaxiyên girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê bi pileya 4.0 erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêngava dîrokî di rojeva çapemeniya cîhanê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Katz, fermana îmhakirina tunelên li Xezeyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina Şandeya Îmralî û Erdogan taloqî 30’ê Cotmehê bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran neçar ma ku cezayê darvekirinê yê 5 girtiyên siyasî yên Kurd rake

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîlayan ji bo çareseriya demokratîk pêngaveke dîrokî avêt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenên bi dronê yên daxuyaniya dîrokî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya Azadiyê Nuda Arîn: Ji bo serketina pêvajoyê her kes divê seferber bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayê azadiyê Çeko Ayhan: Gava esasî azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sabrî Ok: Divê xebatên hiqûqî bên kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokê Lîsteya Eniya Tirkmen ciwanên Kurd hedef nîşan da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Gerîlayên YJA Starê: Me xeta berxwedanê ya Berîtanê heta roja îro anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-F’ê kampa jin û zarokan li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sema Kurdistan: Hevala Bêrîtan ji bo me xet û sozeke

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Artêşa azad a jinan wê bibe hêza parastina hemû nirxên mirovahiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Em ê mîna Bêrîtan têkoşîna xwe ya azadiyê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rojên Fîlmên Kurdî yên Viyana destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol de ji Berhemên Jineolojiyê re eleqeyeke mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 33’emîn li Dortmundê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîrate û berhemên 20 salan ên Şevbêrka Dengêbjan li ser Medya Dîjîtal e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Herekol li Qamîşloyê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Hewraz Mihemed: Ez xelata xwe diyarî gerîla û girtiyan dikim

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Hikûmeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê bombebaran kir
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî destpê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Çiyayên azad silav da Bendava Tişrînê
Kurdistan

Çiyayên azad silav da Bendava Tişrînê

Gerîlayên YJA Star û HPG'ê ku li çiyayên azad di çeperên berxwedanê de ne, berxwedana dîrokî ya gel û şervanên YPJ û YPG'ê ya li Bendava Tişrînê silav kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Çile 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Li dijî êrîşên hovane yên dewleta Tirk a faşîst li qadên gerîla berxwedana bi pêşengiya şervanên YJA Starê bi rengekî bê eman dewam dike. Artêşa Tirk a dagirker ku di van êrîşan de encama dixwest nekarî bi dest bixe û têk çû, ji bo têkçûna xwe ya li pêşberî gerîla veşêre vê carê êrîş bir ser Rojava. Artêşa Tirk ku bi barbarî êrîşî Rojava dike, li vê derê li berxwedana dîrokî ya gel, YPJ-YPG û QSD’ê rast hat. Bi destpêkirina êrîşan re gelê rêxistinbûyî li dora hêzên xwe yên parastinê civiya û li gel ewladên xwe dest bi berxwedanê kir. Li gel êrîşên giran ên li derdora Bendava Tişrînê jî li herêmê berxwedaneke dîrokî tê nîşandan. Em ji berxwedana Kobanê ya duyemîn re şahidiyê dikin.

Gerîlayên YJA Star û HPG’ê yên li çiyayên azad li çeperên berxwedanê li ber xwe didin, berxwedana dîrokî ya şervanên YPJ û YPG’ê silav kirin û hem li ser şerê dimeşînin hem jî berxwedana li Bendava Tişrînê nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.

‘ÊRÎŞÊN LI SER BENDAVA TIŞRÎNÊ DEWAMA POLÎTÎKAYA QIRKIRINÊ YE’

Ji gerîlayên YJA Starê Esmer Salar got, “Artêşa Tirk a dagirker demeke li Bendava Tişrînê komkujiyan li gel dike, ji xwe re weke mafekî dibîne ku bi her awayî polîtîkaya qirkirinê li dijî Kurdan bimeşîne. Lê belê di sedsala 21’ê de Kurd êdî veguherîne Hêzeke mezin û Kurdên berê nînin. Îro radestiyeke welê ya Kurdan heye ku xwe diparêze, haya xwe ji xwe û hêza xwe ya parastinê heye. Weke Kurd me hebûna xwe dan qebûlkirin û em gelê herî qedîm ê vê xakê ne. Êdî em ê nehêlin ku kes li ser me hesaban bike. Yên ku vê qebûl nakin îro li çar parçeyên Kurdistanê êrîşan dikin. Êrîşên li ser Bendava Tişrînê jî dewama vê polîtîkaya qirkirinê ye. Li hemberî vê yekê bi pêşengiya YPJ, YPG û QSD’ê berxwedan û têkoşîneke mezin tê kirin. Wezîfeyek e ku li hemberî van êrîşan rûmeta mirovahiyê bê parastin. Em jî weke gerîlayên YJA Starê li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker li tunelên şer li ber xwe didin. Ne tenê li çiyayên Kurdistanê yan jî li Bendava Tişrînê li tevahiya cîhanê Kurd û dostên wan ên li dora îdeolojî û felsefeya Rêber Apo civiyan e, li ber xwe didin û têkoşînê mezin dikin.”

‘JI BO JIYANEKE AZAD DIVÊ EM ŞER BIKIN’

Gerîlaya YJA Starê Esmer Salar li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker bal kişand ser ruhê berxwedanê yê gel û got, “Çawa ku weke gerîla em li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi ruhê fedaî li ber xwe didin, îro jî ev ruh li Bendava Tişrînê bilind dibe. Li dijî artêşa Tirk a faşîst û dagirker, ruhê berxwedêr û fedaî yê gel ku xaka xwe diparêze, wê me bi ser bixîne. Rabûna li ber hebûna artêşa Tirk a dagirker a li ser vê xakê, sekneke mezin a rûmetî ye. Divê em ji bo jiyaneke azad şer bikin. Li dijî artêşa Tirk a dagirker em bi biryardariyeke mezin li ber xwe didin, gelê Kurd wê ti carî serî li ber van êrîşan netewîne. Ruhê Kurdan, ruhê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ye.

Şoreşa ku di sedsala 21’ê de bi pêşengiya jinan hate kirin, wê gelê Kurd azad bike. Rabûna li ber êrîşên faşîst di heman demê de şerê li dijî mejiyê serwer ê mêr e. Berxwedana li Bendava Tişrînê hate kirin daxwaza me ya ji bo têkoşîneke hîn bi biryar û lêdana li artêşa Tirk a dagirker hîn zêde dike. Ev berxwedan divê ne tenê li Tişrîn û Rojava be. Ev berxwedan divê li çar parçeyên Kurdistanê li her derê belav bibe. Kurd divê bi temamî tevlî vê berxwedanê bibin û li her devera ku lê ne li dijî artêşa Tirk a dagirker şer bikin.”

‘BI SEKNA YPJ’Ê RE TÊKOŞÎNA AZADIYÊ WÊ HÎN MEZIN BIBE’

Gerîlayeke din a YJA Starê Dîren Çekdar jî işaret bi rola YPJ’ê kir û got, “Sekna bi rûmet a dayikên şehîdan a li hemberî dijmin û gotina ‘Em ji mirinê mezintir in’ moral û wêrekiyeke mezin dan me. Ev sekn wê dîrokê binivîsîne. Weke jin gelekî girîng e ku haya me ji hêza me hebe û li dijî dijmin xwedî seknekê bin. Çi li Rojava çi jî li Bakur, Başûr an jî Rojhilat, dayik hemû dayikên me ne, em jî ewladên wan e. Em zarokên vî gelî ne. Şerê li hemberî heman mejî heman armancan jî bi xwe re tîne û em di oxira vê armancê de şer dikin. Ev şer wê bi ser bikeve. ji tunelên şer heta bi tunelên berxwedanê yên li Bendava Tirşînê û Qereqozaxê serketin wê ya me be.”

‘TÊKOŞÎNA ME WÊ HETA AZADIYA RÊBER APO DEWAM BIKE’

Ji gerîlayênw HPG’ê Rêber Botan jî bal kişand ser berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê ya li Bendava Tişrînê û got, “Weke gerîlayên azadiyê em jî bi salan e li çiyayên Kurdistanê têkoşîneke mezin dimeşînin. Têkoşîna me îro li tevahiya cîhanê deng veda. Dewleta Tirk a dagirker bi salan e li çiyayên Kurdistanê li dijî gerîlayên azadiyê bi hemû derfetên xwe yên teknîkî û bi hemû hêza xwe êrîşan dike. Lê belê nekarî ji van êrîşan encamekê bi dest bixe û dewleta Tirk a bi piştgiriya NATO’yê gelek caran li van çiyayan têk çû. Bi artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê re îradeya şerkirinê û wêrekî nema. Yekane tişta ku pişta xwe pê germ dikirin teknîk bû, ew jî li pêşberî gerîla bê encam ma. Îro artêşa Tirk a dagirker heman têkçûnê li Bendava Tişrînê ji YPJ, QSD û gelê berxwedêr dibîne. Ev berxwedana li Bendava Tişrînê nîşaneya herî mezin a vê yekê ye. Weke gerîlayên azadiyê em xwedî li vê berxwedanê derdikevin û piştgiriyê didin. Ev berxwedan wê teqez bi ser bikeve.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kaysî: Em ê îradeya xwe teslîmî qeyûman nekin
Nûçeya Pişt re Pêşangeha ‘Gotina dawî ya dayika min’ a Hogir Ar li Kolnê ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Têkiliyên Tirkiye-Misrê -I

Desthilatdariya AKP'ê tevî ku di pozîsyona Misrê de guhertinek nebûye jî têkiliyên xwe yên dîplomatîk…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji baroyan peyama sala edlî: Destûreke bingehîn a nû ya demokratîk

Baroyên Amed û Mêrdînê bi wesîleya destpêkirina sala nû ya edlî daxuyanî dan û ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Rojnamevanên ku serî netewandin rastî şîdeta polîsan hatin

Rojnamevanên hatine binçavkirin Welat Ekîncî û Ahmet Guneş, ji ber ku serê xwe netewandin rastî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Gerîlayan ji bo çareseriya demokratîk pêngaveke dîrokî avêt

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dîmenên bi dronê yên daxuyaniya dîrokî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gerîlaya Azadiyê Nuda Arîn: Ji bo serketina pêvajoyê her kes divê seferber bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gerîlayê azadiyê Çeko Ayhan: Gava esasî azadiya Rêber Apo ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?