“Hewce nake ku hûn navê me zanibin. Em weke jin lehengên ku ji aliyê dîrokê ve nehatine nivîsandine. Em ê weke jin êdî li malê nesekinin. Em ê beşdarî biryar, civîn, têkoşîn û çiyayan bibin.” Ev gotinên Comandante Ramona ye.
Tevî ku dîroka ji dayik bûna Comandante Ramona tam nayê zanîn jî, tê texmîn kirin ku ew di sala 1950’an de li eyaleta Chiapas a başûrê Meksîkayê ji dayik bûye. Tê texmînkirin ku ew jinek xwecî ya gelê Tzotzil an Tzeltal e. Ev gel neviyên şaristaniya Mayan in û di dîrokê de hem li dijî mêtingeriya Spanyayê û hem jî li dijî dewleta nûjen a Meksîkî, têkoşîn kirine. Erdnîgariya ku Comandante Ramona lê ji dayik bû jî, yek ji wan cihên ku xizanî, zext û xemsariya dewletê herî zêde lê dihat hîskirine.
JIYAN Û TÊKOŞÎNA WÊ
Agahiyên derbarê destpêka jiyana Comandante Ramona de kêm in, lê tê zanîn ku ew di temenekî ciwan de tevlî Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Zapatîsta (EZLN) bûye. Her wiha tê zanîn ku beriya şerê çekdarî, di warê tenduristiyê de bi taybetî di nava civakên herêmê de kar û xebatên başkirina tenduristiyê dikir. Vê yekê hişt ku ew bi gel re têkiliyek xurt çêbike.
Di tevgera Zapatîsta de, di serhildana 1994’an de weke kesayetek pêşeng derket pêş. Di Çileya 1994’an de, Comandante Ramona fermandariya yek ji komên ku pêşengiya operasyona EZLN’ê ya li bajarê San Cristobal de las Casas girt, kir. Li pişt maskeya xwe, ew bi nasnameya xwe ya xwecihî, jin û xizanî re li Meksîkayê bû semboleke şoreşger.
JI BO JINAN QANÛNÊN ŞOREŞGERÎ
Yek ji tevkariyên herî mezin ên Comandante Ramona jî “Ji bo Jinan Qanûnên Şoreşgerî” amadekirin bû. Ev qanûn belgeyeke dîrokî ye ku vîzyona şoreşgerî ya Zapatîsta ya ji bo jinan diyar dike. Comandante Ramona, diyar dikir ku divê jin di jiyana xwe de xwedî gotin bin.
Xalên qanûnan jî bi vî rengî ne:
• Mafê jinan ji bo beşdarbûna siyasî
• Mafê xwe gihandina xizmetên perwerde û tenduristiyê
• Parastina li hember şîdeta nav malê
• Di zewacê de prensîba razîbûn û wekheviyê
• Kontrolkirina welidînê û mafê xwedîkirin an nexwedîkirina zarokan
Van qanûnan ne tenê di civakên Zapatîsta de, li seranserê Emerîkaya Latîn bandorek mezin li ser tevgerên jinan kir.
HEVDÎTINÊN JI BO AŞTIYÊ Û SALÊN DAWÎN
Ew yekem kes bû ku di sala 1996’an de çû Meksîko City da ku li ser navê EZLN’ê bi hikûmeta Meksîka re hevdîtin bike. Ev hem ji bo jineke xwecihî hem jî ji bo rêberek gerîla xwedî wateyek sembolîk a mezin bû. Li paytextê ji aliyê girseyeke qelebalix ve hat pêşwazîkirin û tevlîbûna jinan a ji bo têkoşînê nîşan da.
Di heman salê de, bi nexweşiya gurçikê ya giran ket. Demek dirêj hate dermankirin, lê tu carî dev ji têkoşînê berneda. Heta dawiya jiyana xwe bi gelê xwe yê li çiyayan re, di nava EZLN’ê de bi awayekî çalak ma.
Comandante Ramona di 6’ê Çileya 2006’an de li Chiapasê jiyana xwe ji dest da. Wefata wê li nav civakên Zapatîsta û derdorên aktîvîst ên navneteweyî bi şîneke mezin hat pêşwazîkirin. Li pey xwe ne tenê şoreşek, di heman demê de mîrateya berxwedaneke bi rûmet hişt. Ew şoreşgerek mezin bû ku hem ji bo gelê xwe têkoşiya û hem jî bû nûnera aştiyê.
Çavkaniya wêneyê: Wikimedia Commons