CPI’yê di daxuyaniya xwe de ragihand ku wê biryar daye ku ofîsa xwe ya li Caracasê bigire.
Dadgehê da zanîn ku ew ê lêpirsîna xwe ya têkildarî sûcên li dijî mirovahiyê yên di protestoyên sala 2017’an de hatine kirin jî bidomîne.
Hikûmeta Venezuelayê li hemberî vê biryarê nerazîbûnên xwe nîşan da û CPI bi ‘’bicihneanîna berpirsiyariyên xwe’’ û bikaranîna edaletê ya ‘’di çarçoveya armancên siyasî de’’ sûcdar kir.
Li gorî Caracasê, ofîsa CPI’yê tu têkariyeke erênî li welêt nekiriye û hevkarî pêş nexistiye.
Di sala 2018’an de welatên weke Arjantin, Kolombiya, Şili, Paraguay, Peru û Kanadayê bi îdîaya ku Venezuelayê mafên mirovan binpê kirine serî li CPI’yê dabûn û jêre gilî kirîbûn.
Di sala 2021’an de dadgehê lêpirsîna fermî dabû destpêkirin û hikûmeta Maduro qebûl kiribû ku li welêt şert û mercên xebitîna CPI’yê misoger bike.
CPI’ya di sala 2002’an de hate avakirin, tekane dadgeha navneteweyî ye ku rayeya wê heye derheqê sûcên herî giran ên weke komkujî, sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê de lêpirsînê bide destpêkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku dadgehê biryara xwe ya berbehs di dema kûrbûna krîza di navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Venezuelayê de û zêdebûna gefên mudaxeleya leşkerî yên DYE’yê de daye.

