Di daxuyaniya ji Dadgeha Ceza ya Navneteweyî de ku li Laheyê ye hate gotin, “Li gorî belgeyên ji aliyê ofîsa min ve hatin komkirin û lêkolînkirin, Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû û Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant herî kêm ji 8’ê Cotmeha 2023’an û pê ve li xaka dewleta Fîlîstînê (Şerîda Xezeyê) ji ber sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê xwedî berpirsyarî ye û ji bo vê yekê hincetên min ên maqûl hene.”
Dozgerê ÛCM’ê ji bo lîderên Hamasê jî ji ber sûcên li dijî mirovahiyê û yên li Xezeyê kirine, daxwaza girtinê kir.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Galland nerazîbûn nîşanî fermana girtinê da û got: “Nîşaneya bêedaletî û têkçûna exlaqî ye ku lîderên welatekî demokratîk ên ji bo parastina xwe têdikoşin û lîderên rêxistineke terorîst û xwînrij mîna hev bêne nîşandan.”