Dewleta Tirk a dagirker di polîtîkaya şer û qirkirinê ya li ser Kurdistanê de, israr dike. Her roj û her kêliyê êrîşên dagirkeriyê li çiyayên Kurdistanê belav dibin, ev israr di vê yekê de diyar dibe. Artêşa Tirk a dagirker ji 16’ê Nîsana 2024’an ve dixwaze di tevgera xwe ya dagirkeriyê ya li herêma Metînayê de pêş ve biçe.
Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Batûfa Çekdar têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk nirxandin kirin.
Batûfa Çekdar diyar kir ku dewleta Tirk ji sala 2019’an ve ji bo bi temamî herêmê dagir bike, xebatên demdirêj dimeşîne û wiha pêde çû: “Li dijî Kurdê azad û jina azad, dijminê dagirker serî li her cure rê û rêbazê dide. Qetilkirin, girtin, êşkence û her cure êrîşê li hemberî gelê me rewa dibîne. Lewma îro ji Bakur heta Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên ku li ser qadên gerîla tên kirin, parçeyekî vê rastiyê ne. Êrîşên li ser gelê me û polîtîkaya qeyûm, zextên li ser gelê me û li ser hevrêyên me yên li girtîgehan jî dewama vê polîtîkaya qirkirinê ye. Dîsa sîstema êşkenceyê ya ku dijmin li Îmraliyê li hemberî Rêbertiya me pêk tîne, encama vê zihniyetê ye. Ji Xakurkê heta Heftanînê, Avaşîn, Zap û Metînayê di nava 6 salên dawî de li dijî êrîşên dagirkeran berxwedan û têkoşîneke mezin hate raberkirin. Ev berxwedan hîna didome.
Yek ji qadên ku dewleta Tirk a dagirker bi taybetî giraniyê diditê û bê navber êrîşên xwe li ser didomîne, herêma Metîna ye. Helbet êrîşên li ser herêma Metînayê nû nînin, 4 sal in ev êrîş dewam dikin. Di heman demê de êrîşên li ser Metînayê jî, parçeyekî plana dewleta dagirker a li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê ye. Ji ber ku herêma Metînayê di navbera Hermên Parastinê yên Medyayê û Bakurê Kurdistanê de, weke pireke saxlem e. Her wiha gelek armancên êrîşa li ser Metînayê, hene. Yanî êrîşên dagirkeriyê yên li ser vê herêma me ya buhişt, di sala 2021’an de bi êrîşên li ser herêma Qaşûrayê destpê kiribûn. Ev rewş 4 sal in bê navber dewam dike.”
HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ HÊZA BINGEHÎN E KU XAKA BAŞÛR DIPARÊZE.
Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Batûfa Çekdar destnîşan kir ku bi taybetî êrîşên li ser herêma Metînayê piralî ne û axaftina xwe wiha domand: “Tenê dewleta Tirk êrîşî qada Metînayê nake. Herêma ku herî zêde dagirkerî û xiyanet lê dibe yek, qada Metînayê ye. Di sala 2020’an de dewleta Tirk bi alîkariya PDK’ê operasyona dagirkeriyê da destpêkirin. PDK’ê dixwest ku ji dewleta Tirk a dagirker re zemînê her cure êrîşê ava bike. Zêdeyî 30 sal in gerîla li van qadan e, sînorên Başûrê Kurdistanê û xelkê Metînayê diparêzin, lê PDK û malbata Barzanî li pey zêdekirina serveta xwe ne. Yanî ji bo parastina xaka Başûrê Kurdistanê, ti hewldan nekirin. Parastina xaka Başûrê Kurdistanê li aliyekî, hêdî hêdî radestî dagirkeriya dewleta Tirk kirin. Îro li Başûrê Kurdistanê bi sedan baragehên dewleta Tirk a dagirker hene. Lê vê yekê jî dewleta Tirk têr nekir. Dewleta dagirker dizane ku çiqasê li Başûrê Kurdistanê bi cih bibe, bila bi cih bibe hingî ku hêzên gerîla hebin ew ê nekare bi temamî xaka Başûr dagir bike. Lewma Dewleta Tirk û PDK’ê hevkarî kir û biryar dan ku Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bikin.
Ev rastî ji aliyê her kesê vê tê zanîn; Herêmên Parastinê yên Medyayê hêza bingehîn e ku xaka Başûrê Kurdistanê diparêze. PDK’ê rêyên Metînayê girt û li pişt vê yekê jî dewleta Tirk a dagirker di bihara 2021’an de dest bi êrîşê kir û leşkerên xwe li girê Zendûra, xeta Qaşûra ya girê Koordîne, girê Stûna û Azad bi cih kir. Hîna di sala 2019’an de dewleta Tirk 4-5 girên li sînorê xeta Qaşûra ya dewleta Tirk, bi dest xistibû. Lê ji ber ku di wan salan de berxwedan û şerê herî mezin li Heftanînê diqewimî û ji ber ku berê jî êrîşên dagirkeriyê li wir hebûn, girên sînor ên li xeta Qaşûra zêde di rojevê de nebû. Lê ev nayê wê wateyê ku dijmin li wir operasyon nekir. Bi vî rengî eger em xeta Qaşûra jî lê zêde bikin, dewleta Tirk a dagirker di van 6 salên dawî de operasyona dagirkeriyê ya li qadê weke 5 qonaxan gav bi gav didomîne.
Qonaxa destpêkê, çend girên li sînorê Qaşûra bû. Qonaxa duyemîn, êrîşên li ser tevahiya xeta Qaşûra bûn. Qonaxa sêyemîn jî êrîşa li ser girê Hekarî bû. Qonaxa çaremîn Girê Ortê û Girê Çarçêl, Serê Golka û Serê Metînayê bû. Lê gerîlayan ji Qaşûra heta Çarçêl û derdora wê, ji Girê Ortê heta Serê Metîna û Serê Golka berxwedana xwe didomîne. Her sal li dijî hêzên dagirker bi sedan çalakî tên kirin û bi sedan dagirker tên cezakirin. Eşkere ye ku ji vir û şûn de ev berxwedan wê bi tarzê gerîlatiya profestyonel bê meşandin û berxwedan wê demdirêj bidome.
Di berxwedana ku bi pêşengiya hevrêyên me yên berxwedêr ên mîna Rêber, Hêjar, Sema, Azê, Nûrî, Sozdar, Mardîn, Bager, Hekîm, Cesûr, Rojîn, Roza, Zîlan û Rustem hatî meşandin de, derbeyên giran li dijmin hatin xistin. Ev şer û berxwedan carna di germahiya herî zêde ya havînê de, bi rengekî birçî û bêav bi pêşengiya hevrêyên şehîd hate meşandin. Gerîla bi rojan meşiyan û li dijî hedefên dijmin çalakî kirin û derbeyên ku dijmin nikare ji bîr bike, lê xistin.”
XELKÊ METÎNAYÊ TEVÎ HEMÛ ÊRÎŞAN JI SEKNA XWE YA BI RÛMET TAVÎZ NEDA
Batûfa Çekdar bi bîr xist ku li gel fermandarên mîna Hêjar û Rêber bi derfetên sînordar di tunelên Zendûra de 52 roj derbas kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li aliyekî birîndar tedawî dikirin, li aliyê din jî şer û berxwedan domandin. Bi hemû hêz û enerjiya xwe dixwestin berxwedanê mezin bikin û dagirkeriyê têk bibin. Lewma lehengên ku xwedî îradeyeke mîna tehtên Zendûrayê ne, mohra xwe li pêvajoyeke dîrokî xistin. Dîrok nivîsandin. Li Girê Hekarî di têkoşîna bi pêşengiya fermandar Azê, Nûrî û Hekîm hatî meşandin de, Kobraya dijmin hate xistin. Şerê tîmên bi tevger û tunelan bi hev re hate meşandin. Carna di tarîtî û sermaya zivistanê de, bi pêşengiya fermandar Roza, Amed, Binefş û Baran çalakiyên wisa hatin lidarxistin ku dijmin şok bikin û sendromên ruhî pê bidin jiyîn. Di rewşa heyî de berxwedana li Metînayê hem di tunelên şer de, hem jî li ser araziyê ji aliyê tîmên nîv bi tevger ve tê raberkirn û gelek çalakî tên lidarxistin.
Tevî hemû êrîşên dewleta Tirk a dagirker di rastiyê de hêza ku Metîna dorpêç kirî, ne dewleta Tirk e. Yanî ji bo dagirkirina Metînayê rolê esas ê xiyaneta PDK’ê ye, ne yê dewleta Tirk a dagirker e. PDK’ê xwest li aliyekî hemû rêyên hatin-çûyînê bigire û tevgera gerîlayan asteng bike, li aliyê din jî hemû derfetên lojîstîk û binesaziyê asteng bike û ji holê rake. Dîsa li aliyekî jî Parastin û MÎT’ê xwestin di nava gel de sîxuriyê pêş bixin. Bi van rê û rêbazan wê derbe li hêzên me yên gerîla xistiban. Xiyaneta PDK’ê veguherî parçeyekî êrîşên li ser herêma Metînayê û li ser gelê herêmê jî zexteke mezin ava kir.
Ji bo ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk nesekinin, alîkariyên madî û manewî nedin gerîla bi vî rengî xwestin hemû gelê herêmê û eşîran dîl bigirin. Zext li ser xelkê Metînayê dikin da ku gund, cih, zevî, bax û baxçeyên xwe, çiyayên xwe biterikînin û koç bikin. Bi vî rengî dixwazin herêm ji dagirkeran re bê hiştin. Li Metînayê hin xayîn hene ku ji bo pere namûsa xwe bifiroşin û hin kesên ku xizmetê ji polîtîkaya PDK’ê re bikin jî hene. Ji bilî van xelkê Metîna û civaka wê xiyaneta di şexsê PDK’ê de û dagirkeriya Tirk lanet kirin. Rûmeta xwe nefirotin, li xaka xwe, warê xwe û qadên xwe man. Tevî hemû êrîşên dewleta Tirk, zextên PDK’ê û girtinan xelkê Metînayê dest ji sekna xwe ya bi rûmet berneda. Sekna li dijî xiyanetê, sekna Kurdên azad e. Sekna mirovê azad, jina azad, mêrê azad û civaka azad e. Sekna xwedî derketina li rûmeta xwe ye.”