Çarşem, 11 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Pascal Torre: Heta ku Abdullah Ocalan neyê berdan wê fikarên li ser pêvajoyê dewam bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 11’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya karkeran a li Habaşê hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê ya Hatayê: Ji bo aştiyê divê di pênc xalan de gavên lezgîn ên demokratîkbûnê bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran çalakî: Girtiyên nexweş berdin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê xwest ku gavên hiqûqî bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Piştî bi salan di bîranînê de gihîştin hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û Tevgera Nifşê Nû serî li Dadgeha Federal da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Ziman û Aştiyê’ ya li Amedê: Bila nasname, ziman û çanda Kurd bê naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo bîranîna şehîd Heqî…

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kaniya Şehîd Zinar tasek ava sar

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Em şehîdên xwe yên Makû bi rêzdarî bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA: Em bi berxwedana xwe ya bi heybet 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Jîna Ehmed bi kefaletê hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kolombiyayê di 9 mehan de herî kêm 118 cînayetên jinan qewimîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bolîvyayê qetlîamên jinan bû 70

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di panela li Dortmundê de jinan banga xwedî derketina li pêvajoyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dortmundê panela ‘Jin, Aştî û Elewîtî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Dagirkeriya Tirkiyeyê li dijî gelê Kurd û jîngeha Kurdistanê ye’
Kurdistan

‘Dagirkeriya Tirkiyeyê li dijî gelê Kurd û jîngeha Kurdistanê ye’

Li Başûrê Kurdistanê, mamosteyên dînî û parêzeran li hember êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û xiyaneta PDK’ê helwesta xwe nîşan dan û gotin: "Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê bêdeng nemînin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Tebax 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker li ser axa başûrê Kurdistanê bi alîkariya PDK’ê berdewam e, ev  yek jî bûye sedema nerazîbûna gel. Der barê berfirehbûna dagirkeriya dewleta Tirk de, mamosteyê dînî Teha Germiyanî û parêzer Kawa Letîf ji ANF’ê re axivîn.

Mamoste Teha Germiyanî amaje bi wê yekê kir ku dagirkeriyê kî bike, ne rewa ye û wiha domand: “Wê dagirkeriya ku îro berê xwe daye Herêma Kurdistanê, tirsnak e û gel dikuje û dar û daristanên me dibire. Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember van destdirêjî û dagirkeriyên ku li ser axa me tên kirin, xwedî helwest be û bersiveke cidî bide.

Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevî Iraqê helwesta xwe nîşan bidin, ji ber ku di vê demê de ji aliyê dagirkeran ve jîngeha Herêma Kurdistanê tê xerabkirin û welatî tên kuştin.”

‘LI HEMBER VAN DAGIRKERIYAN DIVÊ DENGÊ ME BIGIHÊJE NETEWEYÊN YEKBÛYÎ Û CÎHANÊ’

Di berdewamiya axaftina xwe de Mamoste Teha Germiyanî amaje bi rola mamosteyên dînî kir ku divê ew bêdeng nemînin û helwesta wan hebe li hember dagirkeran û wiha berdewam kir: “Eger mamosteyên dînî û rewşenbîr û welatparêz bêdeng bimînin, wê demê dagirkerî zêdetir çêdibe û welatê me wêran dibe. Ji ber vê yekê divê em bêdeng nemînin û dengê xwe bigihînin Neteweyên Yekbûyî û wan cihên ku mafên mirovan diparêzin da ku alîkariya me bikin.”

‘EV DAGIRKERIYA TIRKIYEYÊ SÛC E LI DIJÎ MIROVAHIYÊ’

Piştre parêzer Kawa Letîf da zanîn ku tu hincetên dewleta Tirk a dagirker tune ne û tekane armanca wê dagirkirin û jinavbirina Kurdan e û wiha domand: “Ev êriş û dagirkeriya dewleta Tirk sûc e li dijî mirovahiyê û tu hinceta wê tune ye, armanca wê tenê dagirkirina Herêma Kurdistanê û jinavbirina Kurdan e. Ev dagirkerî heta niha berdewam e û divê em hemû helwesteke cidî nîşan bidin û li dijî wê bisekinin.”

‘DIVÊ WELATÎ ZEXTÊ LI HERÊMA KURDISTANÊ Û IRAQÊ BIKIN’

Kawe Letîf her wiha ev tişt anîn ziman: “Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê helwesteke cidî nîşan bidin da ku welat bertekê nîşan bidin. Welatî dikarin fikrên xwe bi nivîs yan jî xwepêşandanan bînin ziman. Bi vî awayî Neteweyên Yekbûyî û dewletên mezin dikarin li hember vê dagirkeriyê bertekê nîşan bidin û rê lê bigirin. Erka welatiyan ew e ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk zextê li hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KELAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Îbrahîm Êzidî: Çapemeniya Azad şerê mezin ê li Kurdistanê radixe ber çavan
Nûçeya Pişt re Jiyana ji Zanîngeha Gaziyê ber bi çiyayên Kurdistanê ve
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê kampanyaya rêxistinbûnê da destpêkirin

Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê bi dirûşmeya “Em di jiyana sosyalîst de israr dikin, bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Navenda Giştî ya CHP’ê 24 kes ji kar hatin derxistin

Piştî ku Kemal Kiliçdaroglu bi biryara “Bêhukmiya teqez” wekî Serokê Giştî yê CHP’ê hat tayînkirin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtîgehên Tirk tijî bûne

Li gorî daneyên CISST'ê, li girtîgehên Tirk 350 hezar û 670 kes hene. Di asta…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Piştî bi salan di bîranînê de gihîştin hev

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YNK û Tevgera Nifşê Nû serî li Dadgeha Federal da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Konferansa Ziman û Aştiyê’ ya li Amedê: Bila nasname, ziman û çanda Kurd bê naskirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo bîranîna şehîd Heqî…

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?