Li Çelebiya girêdayî Kantona Firatê bi pêşengiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) , bi boneya 46’emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) şahiyek hat lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên jinan û bi sedan welatî beşdarî şahiyê bûn.
Berdevkê PYD’ê yê Çelebiyê Gedro Xelîl di pîrozbahiyê de axivî û wiha got: “Partiya me ev nêzî 50 salan e bêyî navber ji bo azadî û rûmeta gelê xwe şer dike û bi hezaran ciwan di vê rêyê de şehîd bûne. Em ê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ber xwe bidin û têkoşînê geş bikin.”
Hevseroka Meclîsa Çelebiyê Meyade Delî jî axivî û got: “PKK li dijî zilm û asîmîlasyona li ser gelê Kurd hat damezirandin û bû sembola berxwedan û têkoşîna li dijî zilm û zordariyê.”
Meyade Delî diyar kir ku heta mîsîogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ew ê berxwedan û têkoşînê mezin bikin.