Duşem, 1 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rojnamevan Sema Bîngol hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Huseyîn Cevahîr di 55’emîn salvegera qetilkirina xwe de li Dersimê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo kongreya asayî ya CHP’ê pêvajoya komkirina îmzeyan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokkomarê Libnanê: Em bi ‘êrîşên hovane’ yên Îsraîlê re rû bi rû ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li ser Kurdan dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokê Şaredariya Bûcayê Gorkem Dûman hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hevpeymaniya Rojhilat: Divê civaka navnetewî li dijî darvekirinan Îranê xwedî helwest be

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT: Di 751 êrîşên li ser Herêma Kurdistanê de 22 kes hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê 59 ciwanên ji aliyê Îranê ve hatibûn darvekirin, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê salvegera damezrandina YNK’ê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kobanê tîmên agirkujiyê seferber bûne

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Em ê dest ji armanca xwe ya azadiya Rêberê xwe bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji Talîbanê ji bo zarokên bi darê zorê hatine zewicandin kemîna yasayî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Hezîranê ya Newaya Jin gihîşt ber destê xwendevanan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Divê jinên astengdar yekser tevlî pêvajoyên biryardanê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agahî ji Zehra Mûhammedvelî nayê wergirtin ku li Îlamê hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Efxanistanê tundiya li ser jinan tê veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê giran ê girtîgehê li aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-Çand-Ewropayê, Hozan Zinar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev Çand-Ewropayê Hozan Zinar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roja duyemîn a 5’emîn Festîvala Çanda Kurd a Parîsê bi çalakiyên rengîn berdewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya Çand û Hunerê ya Êzidxanê bi coş û girseyî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCÊ-E’yê ji bo Festîvala Çanda Êzidxanê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Jinên Êzidî ji Şengalê bang kirin: Serdana Colanî ya li Elmanyayê şermezar bikin
Jin

Jinên Êzidî ji Şengalê bang kirin: Serdana Colanî ya li Elmanyayê şermezar bikin

Jinên Êzidî komkujiyên ku çeteyên hikumeta veguhêz a Şamê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirine bi bîr xistin û bang li her kesî kirin ku serdana Colanî ya li Elmanyayê şermezar bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Çile 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li mekteba Zarîfe Osê ya Şengalê têkildarî sûcên çeteyên girêdayî Colanî û dewleta Tirk li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dijî Kurdan û Êzidiyan hatine kirin daxuyaniyeke çapemeniyê da. 

Di daxuyaniya ku ji aliyê Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Sûham Şengalî ve hate xwendin de, bangên girîng li saziyên peywendîdar ên navneteweyî hate kirin û daxwaza lêkolînkirineke serbixwe hate kirin.

Di daxuyaniya TAJÊ ya ji aliyê Sûham Şengalî ve hate xwendin de destpêkê şehîdên berxwedana Helebê û hemû qûrbanî hatin bîranîn. 

Di daxuyaniyê de hate gotin, ya li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çêbû, sûcê şer û qirkirinê ye. Di dewama daxuyaniyê de kiryarên çeteyên ser bi dewleta Tirk û Ehmed Şera (Colanî) weke sûcê qirkirinê û şer hate dîtin û bang li saziyên peywendîdar yên navnetewî hate kirin ji bo lêkolînkirina sûcên hatine kirin komîteyeke serbixwe ava bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de jî li ser serdana Colanî ya çûyîna Berlînê bang li Êzidiyan hate kirin, protesto bikin û bi hemû hêza xwe li dijî rabin. 

Dirêjahiya daxuyaniya TAJÊ wiha ye;

“‘Em weke tevgera azadiya jinên Êzidî (TAJÊ ) di serî de di şexsê rêheval Denîz, Ziyad, Faraşîn, Gerlîa, Leyla, Dilbirîn, Rojbîn, Hawar, Brûsk û Malik de ku bi lehengî şer kirin û bi berxwedana xwe bûn destan, em tevahî şehîdên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û tevahî qûrbaniyên komkujiya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi bîr tînin bi bîr tînin û bi minetdarî bejna xwe li hemberî bîranîna wan ditewînin.

Di dîrokê de bi hezarê salan gelên bindest li hemberî komkûjî û fermanan li ber xwe dane. Gelê taxên Şêxmaqsûd û Eşrefiyê jî bi salan li hemberî zihniyeta deshilatdar bi rûhê şerê gelê şoreşgerî ji bo jiyanek bi rûmet xwedî tekoşîn û berxwedanek bê hempane. Ev sekna bi hêz ne li gorî berjewendiyên hêzên hegomonîk û  dagirker bû. Ji ber vê yekê bi pîlanek mezin, di encama peymanên qirêj de, di 6 Çile’ de êrîşên hovane li ser taxên Şêxmaqsûd û Eşrefiyê bi  hate destpêkirin. Ev êrîş  raste rast ji milê çeteyên HTŞ  bi talîmat  û hevkariya dewleta Tirk pêk hatin. Li ber çavê cîhanê du dewletan êrîşî du taxan kirin. Me dît çawa jin, zarok, mirovên sivîl û hêzên asayîşê bi hovane rastî êrîşî hatin. Di van êrîşan de bi sedan mirov jin û zarok jî di nav de hatin qetil kirin, bi deh hezaran ji cih û warên xwe bi zorê koçber bûn û bi deh hezaran miletê sivîl ku di taxê de mane çarenûsa wan ne diyar e. Tê gotin zêdetirî 500 kesî hatine revandin û tu agahî ji wan nîne.

Li her du taxan 1200 malabatên Êzidî diman, di encama şer de bi sedan ji wir hatin koçber kirin û bi sedan ên ku li taxê man agahî ji wan nîne. Ji xwe ev çend roj in ji bo rastiya kiryarên wan dernekevin holê bi tu awayî nahêlin tu kes, ragihandin jî di nav de derbasî taxê bibin. Ew çeteyên DAIŞ î cenazê şervana jin a leheng ku ji bo parastina axû gelê xwe, canê xwe feda kir, bi rengek wehşî cenazê wê ji binyatê avêtin. Ev dîman wijdanê mirovahiyê hejand. Her wiha şewitandina cenazê şehîdan, cenazebi erdê re kaş kirin, zarok bi îşkencê kuştin, destdirêjiya li ser jinan, kuştinên komîû revanidin,zihniyet û kiryarên DAIŞ in û derveyî exlaqê insanetiyê ne.

Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafê mirovan, di komkûjiya  taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de, nêzî  120 hezar mirov bi darê zorê ji cih û warên xwe  koçber bûne. Zêdetirî 500 mirov jî winda ne û aqûbeta wan nayê zanîn. Tê zanîn zêdetirî 300 mirov jî hatine kuştin, di nav de malbatên ku bi komî hatine kuştin jî hene. 1200 malbatên Êzidî li van herdu taxan jiyan dikirin, piraniya wan bi darê zorê, sala 2018 ji Efrînê koçber bûbûn. Li gorî agahiyan di vê êrîşê de  bi sedan malbatên Êzidî koçber bûne, bi sedan jî li herdû taxan mane. Çarenûsa  1200 malbatan ne diyare û peywendî bi wan re qût bûye.

Li gorî zagonên navneteweyî, kuştina bi sedan mirovan, kuştinên komî, wêran kirin û talankirina malan, êrîşên ser nexweşxaneyan, bi zorê koçberkirina bi sed hezaran mirovan ji cih û warê wan, revandina mirovan, kuştina zarokan, destavêtinali jinan û îşkence, sûcên qirkirinê ne. Lewra em dibêjin kiryarên ku li taxa Şêxmaqasûd û Eşrefiyê hate jiyan kirin ferman e. Fermana sala 2014 an li Şingal pêk hat,  li Helebê  hate dubare kirin û metirsî heya vê kêliyê dewam dikin.

Em tevgera azadiya jinên Êzidî (TAJÊ) êrîş û kiryarên li Şêxmaqsûd û Eşrefiyê bi tundî şermezar dikin û em van bangan li raya giştî û hemû saziyên ku van kiryaran qebûl nakin dikin ku van komkûjiyan rawastîn in.

Êrîş û kiryarên li taxên Şêxmaqsûd û Eşrefiyê qewimîn û dewam dikin, sûcên qirkirinê ne, lewra em bang dikin ku ev yek wek ferman bê pênase kirin.

Di heman demê de em dixwazin komîteyên serbixwe ên navnetewî van sûcen şer lêpirsîn bikin û pêwîste bê ceza nemînin. Di heman demê de pêwîste saziyên mafên mirovan û ragihandin derbasî taxa Şêxmeqsûd bibin ku em bikaribin li pêşiya kiryarên ku bêdeng têne kirin bigirin.  Em bangawazî li hemû civaka xwe ya Êzidî li welat û dervayî welat  dikin ku hêza xwe bikin yek û li dijî van kiryarên DAIŞ î bêdeng nemîn in. Herî dawî jî em dibêjin ku 19’ê mehê çûndina Colanî a li Berlînê, bi girseyî bê şermezar kirin û bertekeke tund bê raber kirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çeteyan li Şêxmeqsûdê agir berdan malan
Nûçeya Pişt re Jinên Cîzîrê şehîd Denîz bi bîr anîn: Sembola berxwedanê ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dagirkeran êrîş kirin, gelê Êlihê li ber xwe dide

Gelê ku li Êlihê li dijî darbeya qeyûm li ber xwe dide rastî êrîşa polîsên…

Ji aliyê Stêrk TV

Meşa li Amedê: Şoreşa jinê berfireh dibe!

Jinên Amedî di salvegera serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' de daketin qadê û peyama, "Şoreş berfireh…

Ji aliyê Stêrk TV

Engîn Sûstam: Hewceyî bi peymaneke civakî heye!

Civaknas Engîn Sûstam diyar kir ku têkildarî çareseriya demokratîk gelek rîskên pêvajoyê hene û got:…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Bazîdê ji bo Gulden Komurcu meşa edaletê hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji Talîbanê ji bo zarokên bi darê zorê hatine zewicandin kemîna yasayî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Hejmara Hezîranê ya Newaya Jin gihîşt ber destê xwendevanan

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Halîde Turkoglû: Divê jinên astengdar yekser tevlî pêvajoyên biryardanê bibin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?