Mûhsîne Çîftçî di sala 1928’an de li gundê Omeran ê navçeya Solaxan a Çewligê ji dayîk dibe û piştî ku hevjînê Çîftçî di temenekî ciwan de jiyana xwe ji dest dide, Çîftî neçar dimîne ku bi zehmetiyên mezin zarokên xwe mezin bike.
Şehadeta kurê wê Delîl Ayhan (Îlhan Çîftçî) ya di 4’ê Cotmeha 1992’yan de gelekî bandorê li Dayika Mûhsîne dike ku Şehîd Delîl Ayhan yek kadroyên pêşeng ê PKK’ê bû.
Dayika Mûhsîne ji bo zindîhiştina bîranîna kurê xwe û pêkanîna îdeala azadiyê ya ji bo wê şer dikir, xwe fedayî têkoşînê dike.
Mûhsîne Çîftçî ji bo ku zarok nemirin û aşitî pêk were di grevên birçîbûnê de bi mehan pêşengtiyê dike û di hemû platforman de ji bo azadî û aştiyê dengê xwe bikind dikir.
Dayika Mûhsîne di salên 90’î de ku di wê demê de şer û cînayetên faîlên wan nediyar bi awayekî zêde hebûn, konvoya Tansû Çîller a Serokwezîra wê demê radiwestîne û daxwazên xwe yên azadî û aşitiyê li hemberî wê bilêv dike. Cesareta Dayîka Mûhsîne kir ku ew di Pirsa Kurd de weke dengê aştiyê were naskirin.
Dayika Mûhsîne bi salan bêyî westan û navber ji bo aştiyê li ber xwe da. Ji ber têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê gelek caran hate darizandin û hin cezayên cuda lê hatin birîn. Dayika Mûhsîne neçar dimîne ku li sirgûnê jî bijî û tevî temênê xwe yê mezin û hemû pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê jî tu carî dev ji têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê berneda.
Dayika Mûhsîne li dijî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê jî li ber xwe dide û demeke dirêj li çavdêriya awarte tedawiyê dibîne û ji ber felca ku derbas dike, nikare nivîya laşê xwe bi kar bîne.
Dayika Mûhsîne di 20’ê Tebaxê de li mala xwe ya li gundê Omeran ê navçeya Solaxan a Çewligê di 96 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dide.
Cenazeyê Dayîka Mûhsîne li gundê wê hate veşartin û sersaxiya wê jî wê li gundê Omeranê be. Her wiha xizmên wê yên li sirgûnê jî wê 25’ê Tebaxê li bajarê Antwerpen ê Belçîkayê li navnîşana ‘’ Carnotstraat 136’ê’’ serxaxiyê qebûl bikin.