Dayikên Aştiyê ku tundiya mêr dewletê bi rengê herî dijwar dîtin, gundê wan hate şewitandin, ji neçarî koç kirin, xizmên xwe ji dest dan û ewladên wan bi rengekî bêhiqûqî di zindanan de ne, wê di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê li qadan bin.
Dayikên Aştiyê ji ANF’ê re axivîn û gotin, “Divê destpêkê aştî bê avakirin. Ev yek jî bi gavên yekalî nabe.”
‘DEWLET DIVÊ LI PIŞT KUJERÊN JINAN NESEKINE’
Dayika Aştiyê Kûmrû Akgul bi bîr xist ku ew 25’ê Mijdarê di atmosfereke welê de pêşwazî dikin ku tundiya li jin û zarokan gihîştiye asta herî bilind, kuştina jinan veguheriye qirkirinê û desthilatdarî hewl dide destketiyên jinan ji holê rake.
Kûmrû Akgul ragihand ku îsal jî wê li hemberî tundî û komkujiyên li hemberî jinan li qadan bin û got, “Me dixwest 25’ê Mijdarê weke betlaneya fermî bê ragihandin, weke her salê em li qedexeya walî û astengiya polîsan rast neyên. Dawiya dawî em jin ji bo şermezarkirina tundiyê li hev kom dibin, lê belê vê carê jî li tundiya dewletê rast tên. Divê ev yek bi vî rengî nebe. Divê dewlet li pişt kujerên jinan nesekine. Ji bo me jinan 25’ê Mijdarê rojeke gelekî girîng e û hêvîdarim em ê îsal neyên astengkirin, em ê karibin bi hêsanî gotina xwe bibêjin.”
‘BI ISRARA JINAN Û DAYIKAN AŞTÎ DIKARE CIVAKÎ BIBE’
Kûmrû Akgul destnîşan kir ku daxwazên wan ên sereke yên di vê 25’ê Mijdarê de aştî ıye, ji ber ku aştî tenê bi israra jinan û dayikan dikare civakî bibe.
Kûmrû Akgul axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Me gelekî kişand. Gundê me Çêlik ê li navçeya Kerboran a Mêrdînê di sala 1993’an de ji aliyê dewletê ve hate şewitandin û em neçar man ku koçî Stenbolê bikin. Li Stenbolê jî me gelekî zehmetî kişand. Zarokên me hîn di temenekî biçûk de neçar man bixebitin. Ji ber ku me aştî û edalet xwest, weke Dayika Aştiyê gelek caran bi lêdanê hatim binçavkirin û girtin. Ji ber derbên li min xistin hîn jî tedawî dibim. Lê belê li gel her tiştî jî em dest ji aştiyê bernadin. Jİ ber ku em zanin ku divê li vî welatî aştî pêk were. Divê em destpêkê li hev bikin ku rewş asayî bibe û dawî li vê atmosfera tundiyê bê anîn. Em ê di vê 25’ê Mijdarê de weke jin û dayikên aştiyê daxwaza aştî û azadiyê bikin. Bila êdî dayik negirîn, em dibêjin êdî bes e, em dibêjin jin, jiyan, azadî.”
‘ME GELEKÎ JI ŞER KIŞAND, EGER DAXWAZ AŞTÎ BE DIVÊ DEWLET Û MECLÎS JI DIL BE’
Dayika Aştiyê Resîme Karabaş jî anî ziman ku di 25’ê Mijdarê de daxwaza wan a sereke aştî ye.
Resîme Karabaş diyar kir ku wan gelekî ji tundiya mêr dewletê kişand, gundê wan ê li Bedlîsê sala 1994’an ji aliyê leşkeran ve hate şewitandin û jiyana wan bi carekê bi temamî guherî. Resîme Karabaş bi bîr xist ku ne tenê gundê wan her wiha heywanên wan jî hatin şewitandin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Dema ku gundê me hate şewitandin ez 20 salî bûm. Wê rojê ne li gund bûm, hem aliyê hevjînê min hem jî dayik û bavê min li gund bûn. Wê rojê xesiya min li pêşberî vê hovîtiyê li nava zeviyan nexweş ket û jiyana xwe ji dest da. Nexweş bû û extiyar bû, dema ku mala wê hate şewitandin ciwanan ew bir nava zeviyan, wê jî ji tirsa krîza dil derbas kir. Mirov neçar man ku bi zorê koç bikin. Her yek çû cihekî. Me gelekî ji şer kişand, xizmên xwe winda kir, çavên me timî li rê man. Ji ber vê jî daxwaza me ya lezgîn aştî ye. Kurd dibe, Tirk dibe aştî ji bo gel gelekî girîng e. Divê destpêkê aştî bê avakirin. Ev yek jî bi gavên yekalî nabe. Dewlet, meclîs jî divê gavê biavêjin û nîşan bidin ku di mijara pêvajoyê de ji dil in… Divê guhertinên qanûnî bêne kirin, Birêz Abdullah Ocalan tavilê azad bibe. Heta ku Birêz Abdullah Ocalan azad nebe wê gelê Kurd jî azad nebe.”
‘MIN BI SAYA TEVGERA KURD NASNAMEYA JINÊ Û KURD NAS KIR’
Resîme Karabaş ragihand ku tundî û qirkirina jinê her sal zêde dibe, lê jin li hemberî vê yekê bi hev re tevnagere û got, “Divê jin ji destpêkê ve hewldanên astengkirina azadiya xwe qebûl nekin. Mînak divê ferzkirinên mêr ên weke ‘tu yê xwarinê çêbike, ji malê dernekeve’ ji destpêkê ve qebûl nekin. Min destpêkê digot ev yek asayî ye. Ji ber ku jin li ber vê rewşê ranedibûn. Mejiyekî serwer hebû. Jinan bi mafên xwe nizanîbûn, min bi hebûna gelê Kurd nizanîbû. Bi saya tevgera Kurd ez bi nasnameya jinê, bi xwe hesiyam, fikrê min guherî. Bi saya tevgera Kurd weke jineke Kurd bi xwe zanim, min xwe nas kiriye. Eger ne ji vê tevgerê bûya, eger Birêz Abdullah Ocalan nebûya gelê Kurd nikarîbû îro bigihîşta vê astê. Bêguman weke gelê Kurd em ji xwe bawer dikin, em bawer dikin ku wê aştî bê, lê belê baweriya me bi aliyê hember nîne. Ji bo em ji wan bawer bikin divê ji dil bin.”
‘ÇAWA KU ME JI BO NASNAMEYA XWE LI BER XWE DAN EM Ê LI DIJÎ CIHÊKARIYA LI JINÊ JÎ LI BER XWE BIDIN’
Dayika Aştiyê Fînce Akman diyar kir ku tundî û komkujiya li hemberî jinan bi salan e dewam dike, lê belê tedbîrek nehatiye wergirtin, di ser re dewlet mêr ên kiryarên tundiyê diparêze. Fînce Akman destnîşan kir ku wê vê yekê ti carî qebûl nekin, di 25’ê Mijdarê de ji bo guhertina vê rewşê biherikin qadan û got, “Nabe ku mêr xwe ji jinan mezintir bibînin, tundiya fîzîkî û derûnî li jinan bikin û bi komkujiyan bêdeng bikin. Em vê qebûl nakin. Çawa ku me bi salan li hemberî înkarkirina nasnameya Kurd a ji aliyê dewletê ve li ber xwe dan, em ê li hemberî cihêkariya li jinan jî li ber xwe bidin.”
‘HER KES ZANE KU PÊVAJO BI GAVÊN YEKALÎ NAMEŞE’
Akman ragihand ku di 25’ê Mijdarê de daxwaza wan a herî girîng wê aştî be û weke Dayikên Aştiyê di vê oxirê de wê kar bikin. Fînce Akman diyar kir ku pêvajo bi gavên yekalî nameşe, haya her kesî ji vê yekê heye û got, “Birêz Abdullah Ocalan gavek avêt û bang kir. Rêxistinê çek şewitand. Niha divê dewlet gavê biavêje, desthilatdarî gavê biavêje. Em li benda van gavan e. Me gelek şehîd dan, girtîgeh tijî bûn. Ji bo gavavêtinê li benda çi ne?”
‘DIVÊ DAYIKÊN LEŞKERAN JÎ JI BO AŞTIYÊ DENGÊ XWE BILIND BIKIN’
Fînce Akman bi bîr xist ku weke gelek mirovan zarokên wan jî bi rengekî nehiqûqî girtî ne û got, “Kurê min Lokman ji ber sûcekî ku nekiribû bi kêfî bi cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî hate cezakirin. Bi xwe nexweş e û tedawiya wî tê astengkirin. Keça min girtî ye. Du zarokên min belasebep li zindanê ne. Ji bo berdana girtiyên siyasî û girtiyên nexweş dewlet li benda çi ye? Li şûna valakirina girtîgehan hîn bêhtir mirov girtin. Êdî bes e. Bila ev zilm biqede. Em bi salan e ji bo aştiyê têdikoşin. Li dijî binpêkirinên li girtîgehan me nobed girtin, gelek caran bi lêdanê hatin binçavkirin. Em şer naxwazin, aştî û edaletê dixwazin. Ti dayik şer naxwaze. Divê dayikên leşkeran jî ji bo aştiyê dengê xwe bilind bikin. Aştî bi yekalî nabe. Ji ber vê yekê weke Dayikên Aştiyê em ê di vê pêvajoyê de daxwaza xwe ya aştiyê ji her demê bêhtir bînin ziman.”

