Di civîna çaremîn a komîsyona li meclîsê de ku wê vê hefteyê bê lidarxistin, Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê jî di nav de wê li nûnerên hin rêxistinên civakî yên sivîl bê guhdarîkirin.
Ji Dayikên Aştiyê Feleknaz Karabaş û Sebîha Bozan daxwazên xwe yên ji komîsyonê û fikrê xwe yê li ser pêvajoyê ji ANF’ê re nirxandin.
‘BAWERIYA ME YA BI PÊVAJOYÊ TAM E KU JI ALIYÊ RÊBER APO VE HATIYE DESTPÊKIRIN’
Dayika Aştiyê Feleknaz Karabaş got, “Em dibêjin bila başî hebe, bila aştî hebe; dewlet jî bila gavê biavêje, aştî pêk were. Bila mirov neyên girtin, neyên kuştin, ciwan neyên kuştin. Em ji vê pêvajoyê bawer dikin ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin. Ji ber ku baweriya me bi Rêberê me, bi gelê me heye. Em ji bo aştiyê destê xwe dirêj dikin; înşaleh wê aştî pêk were.”
Feleknaz Karabaş ji dewletê xwest, ku destê xwişk-biratiyê dirêjî Kurdan bike û bi vî rengî dewam kir, “Hêviya me ew e ku delwet jî di vê meseleyê de destê aştî û xwişk-biratiyê dirêjî Kurdan bike. Ev şeş-heft meh in ku pêvajo hatiye destpêkirin, agahiyên li ser mirina mirovan nayê; em hêvî dikin ku careke din mirov nemirin. Piştî ku çek hatin danîn hêviyek heye, lê belê aştî zehmet e. Bila gelê me bi temamî ji bo aştiyê destê xwe dirêj bike. Aştî û azadî xweş e; em ji bo hemû gelên Tirkiyeyê vê dixwazin.”
‘AŞTIYEKE HÊJA ZEHMET E’
Dayika Aştiyê Sebîha Bozan jî destnîşan kir ku aştiyeke hêja zehmet e û got, “Di şer de tu lê dide, hildiweşîne, xera dike û diçe. Aştî hinekî zehmet e. Çima zehmet e? Eger mirov di xaleke hevpar e neyên civandin, hiqûq û edalet nebe û samîmiyet tine be, em dayik vê yekê naxwazin. Çawa ku mafên gelê Tirk hene, mafên gelê Ereb, gelê Çerkes û her kesên li ser vê xakê jî heman maf in.”
‘DAXWAZA ME YA DESTPÊKÊ EW E KU KURDÎ BIBE ZIMANÊ FERMÎ’
Sebîha Bozan daxwazên ku ji komîsyonê bike anî ser ziman û destnîşan kir ku gelekî girîng e bi zimanê dayikê perwerde ji zarokên wan re bê dayin. Sebîha Bozan got, “Ya ku ez ê destpêkê bibêjim ew e; zarokên em nikarin bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibînin, zimanê me di zimanê perwerdeyê de qedexe ye. Çend hezar Kurd niha bi zimanekî cuda perwerdeyê dibînin. Em jî dixwazin weke gelên din ên cîhanê zarokên me bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin. Bila bi Kurdî fêhm bikin, bi Kurdî bixebitin, bi Kurdî rabin û rûnên. Vê yekê ne tenê ji bo Kurdî dibêjim, çiqas ziman hebin ji bo hemûyan dibêjim. Dayik timî vê yekê dibêjin; her ziman mirovek e. Eger tu li bexçeyekî tenê gulekê biçîne, bi wê gulê re ne bihar tê ne jî ew bexçe dibe bexçe. Bila bê pirsîn; kî çi dixwaze bila ew ziman bibe fermî.”
‘EM AŞTIYEKE WELÊ NAXWAZIN KU KURD PÊ BÊNE XAPANDIN’
Sebîha Bozan diyar kir ku divê dewlet daxwazên Kurdan qebûl bike û got, “Kurd xwedî li hev derdikevin, şaredarên xwe hildibijêrin, wekîlên xwe hildibijêrin. Êdî gihîştiye wê astê ku Kurd xwe bi xwe bi rê ve dibe. Li Bedlîs, Wan, Amed û hemû bajarên Kurdistanê eger ev gel şaredarên xwe hildibijêre, divê heta dawiya dema xwe karibe rê ve bibe û bixebite.
Eger em aştiyeke mayinde dixwazin, dewlet jî bi gotina ‘Em we qebûl dikin’ sibe rabe qeyûman dîne ser şaredariyên me, em vê yekê qebûl nakin. Gel divê bi biryara xwe rêveberê xwe hilbijêre, yan jî dûr bixîne. Divê sîstem êdî vê neke. Şaredarên li Wanê ji aliyê gel ve hatin hilbijartin, lê belê eger dewlet qeyûm dîne ser wê şaredariyê em vê qebûl nakin. Em nêzîkatiya ku dibêje ‘Hilbijêrê DEM Partiyê filan tişt kir, ez ê bixim zindanê’ qebûl nakin.
Selahattîn Demîrtaş çend sal in li zindanê ye? Demîrtaş çi kir? Got, ‘Bila aştî pêk were, bila li Kobanê şer nebe’.
Ez bang li gelê me dikim: Em li ber vê bêhiqûqiyê rabin. Ev mafê me ye. Ji bo Kobanê gelê Kurd bi temamî rabû bû ser piyan; çawa dibe ku Demîrtaş ji ber vê yekê bê girtin?
Dibêjin, ‘Te şaşitî kir, te bang li gel kir ku dakeve qadan’. Dema ku darbeya Feto bû, Serokkomar jî bang li gel kir ku li hemberî vê yekê dakeve qadan.
Em vê yekê dibêjin: Weke Dayikên Aştiyê kes nema ku bi salan e me serî li wan dan. Ji bo Kurdan, ji bo Tirkan, ji bo Ereban, ji bo hemû gelan em aştiyê dixwazin. Êdî bes e, bila zarokên Tirkan û Kurdan nemirin. Em gava şewitandina çekan a komekê ku bi banga Rêber Apo pêk hat, pîroz dibînin. Komîsyona ku piştî vê gavê ava bû, em hêvî dikin ku wê rê nede şerxwazan. Divê dengê Dayikên Aştiyê, dengê Dayikên Şemiyê û dengê mirovên li zarokên xwe yên winda digerin bibihîze û li wan guhdarî bike. Divê li dayikan guhdarî bike; eger bi vî rengî bibe, bêguman ji her kesî bêhtir em aştiyê dixwazin. Eger ev nebe, eger wê Kurdan bixapînin, em aştiyeke bi vî rengî naxwazin.”