Sêşem, 25 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtiyê nexweş Mehmet Sait Yildirim krîza dil derbas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Hewildanên hinek aliyan, li dijî min komploye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başakşehîrê ji bo şehîdan taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeya li Sancaktepe di roja 2’yan de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DAKB û FEDA: Werin em li dijî êrîşa li ser karkerên Kurd li ba hev bisekinin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Otobus û tanker li hev ketin: 35 birîndar

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Roja 2’an a taziyeya li Wanê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên şehîdan: Têkoşîna wan hêz û hêvî da me

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatan piştî 9 salan gora zarokên xwe yên hatine texrîbkirin ziyaret kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sersaxiya li Geverê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em ê li pey şopa şehîdan bimeşin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê taziye: Bi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên rejîma Îranê yên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Em ê têkoşîna şehîdan bigihînin pêşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Gotarên aştiyê û krîmînalîzekirin nikarin ligel hev bên domandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Ji kar dûrxistina Îkra Avci biryareke neqanûniye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Cîhan Sîncar: Divê dewlet bi lez gavên şênber biavêje
Kurdistan

Cîhan Sîncar: Divê dewlet bi lez gavên şênber biavêje

Cîhan Sîncar têkildarî komîsyona li meclîsê ava bûye axivî û got, “Ji bo baweriya gel a bi pêvajoyê zêde bibe divê gavên şênber bêne avêtin. Têkoşîna aştî û demokrasiyê ji bo nirxên me yên ku me ew ji dest dane, divê bi ser bikeve.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Tebax 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Pêvajoa ku bi ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo destpê kir, bi karên ‘Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî’ ya li Meclîsê dewam dike.

DEM Partiyê beriya bi çend rojan lîsteyek ji rojnamevan, hiqûqnas, rêxistinên civakî yên sivîl, xizmên windayan û malbatên qurbaniyên şer pêşkêşî komîsyonê kir, ji bo li wan bê guhdarîkirin.

Di lîsteyê de hevjîna parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar, Cîhan Sîncar jî heye ku Mehmet Sîncar 4’ê Îlona 1993’an li Êlihê li naverastê hate qetilkirin.

Dosya Mehmet Sîncar ku li gel Rêveberê DEP’ê yê bajarê Êlihê Metîn Ozdemîr hate qetilkirin, ji demê re hate hiştin, piştî ku 32 sal di ser re derbas bû li ber dembihurînê ket û kiryarê bûyerê endamê Hîzbûllahê Cîhan Yildiz jî piştî 11 salên girtîhiştinê hate berdan.

Cîhan Sîncar got, pêvajoya ku hatiye destpêkirin dilê gelê Kurd ê ku têkoşîna aştî û demokrasiyê dimeşîne xwweş kiriye û destnîşan kir ku gavên bi lez û şênber ên di vê pêvajoyê de bêne avêtin wê bibin cihê baweriyê.

Cîhan Sîncar işaret bi girîngiya gavên ji dil û durust kir û got, “Divê dewlet ji vî gelî lêborînê bixwaze ku êşên giran mezin kişand û berdêlên giran da.”

‘GAVÊN ŞÊNBER WÊ BAWERIYA GEL A BI PÊVAJOYÊ ZÊDE BIKE’

Cîhan Sîncar bi bîr xist ku Mehmet Sîncar û hevalên wî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd salên dûr û dirêj ked dan, lê belê wê demê li helwesteke gelekî tund a dewletê rast hatin û berdêla vê helwestê jî kuştina mirovan bû.

Sîncar ragihand ku weke malbatê ew ji vê pêvajoya piştî bi salan destpê kir kêfxweş in û bi vî rengî dewam kir, “Em hêvî dikin ku ev pêvajo wê bi rengekî baş bi encam bibe. Li gorî pêwîstiyên demê divê em pirsgirêkan bi rêya diyalog û danûstandinan binirxînin, li ser biaxivin. Gelê Kurd li ser xaka xwe berdêlên gelekî cidî û giran da. Em jî dixwazin pirsgirêkan bi rêya demokrasî û diyalogê çareser bikin.”

Cîhan Sîncar komîsyona ku ava bûye girîng dît û anî ziman ku ew ê bi zimanê xwe yê dayikê, çand û nêrînên xwe li vê komîsyonê biaxive.

‘EV GEL DAXWAZA AŞTIYEKE BI RÛMET DIKE’

Sîncar diyar kir ku gelê Kurd berdêlên giran daye û di vê pêvajoyê de daxwaza avêtina gavên ji dil û bi lez dike.

Cîhan Sîncar got, “Em aştiyeke bi rûmet a serbilind dixwazin. Piştî dayina ewqas berdêlan em aştiyeke binpêkirî naxwazin’ û bi bîr xist ku bi hezaran mirov girtî ne, bi hezaran li sirgûnê ne, ji ber ku gotin ‘Em Kurd in’ di vê rewşê de ne. Lewma daxwaza berdana girtiyên nexweş kir.

‘DIVÊ HESABÊ KOMKUJIYÊN BERÊ BÊNE DAYIN’

Cîhan Sîncar destnîşan kir ku Mehmet Sîncar ji bo rawestandina xwînê çûbû Êlihê, lê wê demê dewletê wezîfeya xwe nekir û got, “Yên ku ew qetil kirin, bê ceza hatin hiştin. Kujer 32 salan nehatin darizandin. Kujerên Mehmet Sîncar, Apê Mûsa, Vedat Aydin û bi sedan lehengên din, divê bêne darizandin û hesab bidin.”

‘PÊVAJO DIVÊ BI LEZ BÊ MEŞANDIN’

Cîhan Sîncar destnîşan kir ku dewlet ji ber komkujiyên hatin kirin divê lêborînê ji gel bixwaze û got, “Yên ku anîn serê vî gelî tiştên sivik nînin. Ji ber êşkence û windahiyên ku anîn serê vî gelî divê lêborînê bixwazin. Divê ji ber şehîdên demokrasiyê lêborînê bixwazin. Lewma pêvajo divê bi lez bê meşandin. Em dixwazin ev pirsgirêk bê çareserkirin. Ji ber ku yên ku êş kişandine bi êşê zanin. Ev berdêlên giran divê bi aştî û çareseriyê bi encam bibe. Di vê pêvajoyê de em ê jî ya ji destê me bê, bikin.”

‘YÊN KU ÇÛN, TÊKOŞÎN JI ME RE WEKE MÎRATE HIŞTIN’

Cîhan Sîncar diayr kir ku wê têkoşînê dewam bikin, bi gel re li ber xwe bidin, têkoşîna li dijî neheqiyê bidomînin û got, “Em ê mîrateya têkoşînê li erdê nehêlin. Divê em daxwazên ên çûne bi cih bînin. Mehmet Sîncar û yên weke wî rûmeta me ne. Em ê ji bo wan û têkoşîna demokrasiyê her tim biaxivin.”

‘EV PÊVAJO WÊ BI SER BIKEVE’

Herî dawî jî Cîhan Sîncar bang li piştevanên têkoşîna demokrasiyê kir ku piştgiriyê bidin vê pêvajoyê û got, “Çi dibe bila bibe divê em bi têkoşînê aştiyê ava bikin. Daxwaza me gelekî mezin nîne; çi yê Tirkan hebe em dixwazin heman tişt ji bo Kurdan jî hebe. Em dixwazin bi rengekî wekhev û azad li ser xaka xwe bin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 19’Ê TEBAXA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Dayikên Aştiyê: Divê komîsyon rê nede şerxwazan û ji bo aştiyê hewl bide
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DEM Partî: Li dijî dayikên Kurd hiqûqa dijminatiyê tê sepandin

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê destnîşan kir ku li dayikên Kurd êşkenceya lêgerîna tazî tê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Siwêdayê 3 gorên komî hatin dîtin

Li Siwêdayê 3 gorên komî yên din hatin dîtin. Di gorên komî de cenazeyên kesên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li ser gundên Metînayê êrîşên dagirkeriyê

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer bombe li gundên Guherzê û Belavê yên herêma…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Roja 2’an a taziyeya li Wanê bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Malbatên şehîdan: Têkoşîna wan hêz û hêvî da me

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Malbatan piştî 9 salan gora zarokên xwe yên hatine texrîbkirin ziyaret kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Sersaxiya li Geverê berdewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?