Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û ji bo darizandina faîlan, cara 1084’an li Qada Galatasarayê hatin ba hev. Dayikên Şemiyê qurnefîl û wêneyên windayan hildan. Gelek parêzvanên mafan piştgirî dan Dayikên Şemiyê. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Ozdemîr hate pirsîn ku sala 1997’an li Amedê hate binçavkirin û êdî agahî jê nehate wergirtin.
Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê xizma windayan Îkbal Eren ve hate xwendin.

