Dayikên /Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û ji bo darizandina faîlan, li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya 1090’an lidar xist.
Dayikên Şemiyê qurnefîl û wêneyên windayan hildan û faîlên Ridvan Karakoç ê bi êşkenceyê hatî qetilkirin, pirsîn.

