Şemî, 16 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Divê zimanê Kurdî bi destûrî bê mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sakik: Aşitî wêrekiyê dixwaze; tenê bi aliyê Kurdan ne domdar e ku rîskê hildin ser xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yavuz: Desthilat ne bi hiqûqî, bi hesabê siyasî nêzîkî mafê hêviyê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kadîr Înanir kirin çavdêriya awarte

    Ji aliyê Stêrk TV

    Saziyên Zimanê Kurdî: Em ê heta pêkanîna statuya Kurdî têkoşîna xwe bidomînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Xwedîderketina li Kurdî xwedîderketina li nasnameya Kurd e!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûken Mamxurî bû yek ji nefera YJA Starê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Neteweya ku nikaribe zimanê xwe biparêze, nikare hebûna xwe jî biparêze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Yaşar Tendûrek li bajarê xwe hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê atolyeya “Rojnamegeriya Aştiyê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    SZPÊ Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Lêkolînera Misrî Ferînaz Etiya peyama piştgirtiyê ji bo YPJ’ê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nameyên nivîsî cezayê girtîgehê li Werîşe Muradî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Periya gulan bû Gulperî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Navê zemînê me yê têkoşîna hevpar, aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME’yê di doza Ayla Akat Ata de Tirkiye mehkûm kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tehranê nahêlin 8 jinên girtî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê 15’emîn Rojên Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîsên Mezopotamyayê hatin deşîfrekirin: Rîtuelên efsûnî, fîşên bîrayê, Gilgamêş…
Bi hezaran tablet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê 5’emîn Festîvala Çanda Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya 6’emîn amadekariyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Li Girtîgeha Dûmlûyê tecrîda girankirî heye’
Rojane

‘Li Girtîgeha Dûmlûyê tecrîda girankirî heye’

Parêzer Necat Çîçek têkildarî binpêkirinên li Girtîgeha Dûmlûyê axivî û diyar kir ku li girtîgeha berbehs tecrîda girankirî heye û mafên girtiyan ên sereke bi awayekî sîstematîk tên binpêkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 31. Adar 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi awayekî sîstematîk berdewam dikin. Bi taybetî jî girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Dûmlûyê ya Erziromê bi tecrîda giran û îzolasyonê re rû bi rû dimînin.

Endamê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Parêzer Necat Çîçek diyar kir ku tevî hemû serlêdan û daxwazêm petdakirina çareseriyê jî tu guhertin çênebûye, anî ziman ku li girtîgehê hem binpêkirinên mafan ên derûnî hem jî yên fîzîkî berdewam dikin û bang li rayedaran kir ku tavilê ev yek werin çareserkirin.

‘NIKARIN HEVÛDU BIBÎNIN Û BIAXIVIN’

Parêzer Necat Çîçek diyar kir ku li Girtîgeha Hejmar 2 a Dûmlûyê tabloyeke giran heye û got: ‘’Girtî bes dikarin li gel kesên di heman blokê de dimînin biaxivin. Li vir di navbera girtiyan de tecrîd û îzolasyoneke cidî heye. Li gel blokên din tu têkilya wan tune ye û di sewqkirina nexweşxaneyê de jî temasa di navbera blokan de tê astengkirin. Girtiyan li hemberî van pirsgirêkan çalakî dan destpêkirin; di destpêkê de dest bi çalakiya derneketina hewastandinê û piştre jî dest bi çalakiya nannestandinê kirin.’’

‘BI SALAN E NAŞÎNIN NEXWEŞXANEYÊ’

Necat Çîçek di dewama axaftina xwe de da zanîn ku piştî greva birçîbûnê ya girtiyan li dijî van pirsgirêkan dan destpêkirin jî tu pêngavên çareseriyê nehatine avêtin û ev yek anîn ziman: ‘’Li girtîgehan girtiyên nexweş naşînin nexweşxaneyê. Girtiyên ku ev sê sal in ji bo tedawiya diranî disekinin, hene. Girtiyên ku divê dermanan bistînin yan jî êşa wan heye, ev demeke dirêj e li benda sewqkirinê ne. Yan piştî mehan diçin yan jî qet nikarin biçin. Hin girtî di qatên herî jêr de tên ragirtin û hema bibêjin bi tu awayîçavê rojê nabînin. Her çend derkevin hewastandinê jî ji ber dîwarên bilind rojê nabînin. Ev yek rê li ber nexweşiyan vedike.’’

‘DERHEQÊ GIRTIYÊN PAQIJÎ KIRINE DE LÊPIRSÎN HATIYE VEKIRIN’

Necat Çîçek piştre anî ziman ku malzemeyên paqijiyê nadin girtiyan, girtî bi derfetên xwe peyda dikin û got: ‘’Ji ber ku girtiyan paqijî kiriye derheqê wan de lêpirsîn hatiye vekirin. Ev lêpirsîn bi neşopandinê bi encam bû; lê belê li girtîgehan paqijiya bi ava cilan jî weke sûc tê qebûlkirin. Ji ber vê yekê li girtîgehan pirsgirêkên hîjyenê yên cidî hene. Her wiha di saetên hevdîtina bi malbatê re pirsgirêk û astengiyên cidî hene.’’

‘GEF LI GIRTIYAN TÊN XWARIN’

Parêzer Necat Çîçek piştre destnîşan kir ku gef li girtiyan tên xwarin û ev yek anîn ziman: ‘’Dema ku daxwaza çareseriya van pirsgirêkan tê kirin jî girtî li şûna hevdîtinê bi gefan re rû bi rû dimînin. Polîtîkaya ku tê sepandin tecrîda fîzîkî û derûnî di nava xwe de dihewîne. Têliya girtiyan bi temamî hatiye qutkirin.  Tevî hemû serlêdanan jî rayedaran tu pêngavên şênber neavêtine. Pirsgirêk hê jî berdewam dikin.’’

‘TU AKTÎVÎTEYÊN GIRTIYAN TUNE NE’

Îzzet Gokalp ê bavê Cîhan Gokalp ê ku li Girtîgeha Hejmar 2 a Dûmlûyê tê ragirtin axivî  û têkildarî hevdîtina dawîn a bi rêya telefonê bi ajansa me re axivî.  Îzzet Gokalp jî anî ziman ku pirsgirêkên ku bi mehan e tên jiyîn hê jî nehatine çareserkirin û diyar kir ku ne name û ne jî cil û bergên ku dişînin, digihîjin girtiyan.

Îzzet Gokalp têkildarî pirsgirêkên li girtîgeha berbehs ev yek anîn ziman: ‘’Li girtîgehê pirsgirêkên gelekî mezin hene. Girtî ne dikarin bi hev re biaxivin ne jî werin ba hevûdu. Pirsgirêkên heyî bi awayî nayên çareserkirin. Me ji kurê xwe re stûmalek şand lê belê bi hinceta ku ew ‘fireh e’ dubare vegerandin. Dema hewastandinê saetek û nîv e û tu aktîvîteyên girtiyan tune ne. Ne dikarin çavê rojê bibîbin ne jî hewayê bistînin. Li hemberî van zextan seredanên piştevaniyê werin zêdekirin û guh bidin daxwazên girtiyan.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rêber Apo: Çareseriya entegrasyona demokratîk nêzîkatiya li ser bingeha civakê ji xwe re dike esas
Nûçeya Pişt re Tulay Hatîmogûllari: Ji bo qonaxa duyemîn divê teqwîmek bê diyarkirin û eşkerekirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bakirhan: Aştî ne tenê ji bo Kurdan e, ji bo 86 milyon kesan e

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di mitînga Esenyûrt a Stenbolê de diyar kir ku pêvajoya…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Semsûrê agir bi daristanê ket

Li gundê Oxçalî yê Semsûrê agir bi daristanê ket. Ji ber ku dest lê nehate…

Ji aliyê Stêrk TV

Çeteyan li Kobanê 2 ciwanên Kurd revandin

Li gundê Korikê ya girêdayî Kobanê 2 ciwanên Kurd ku navên wan Casim Neqşî Ibrahîm…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Divê zimanê Kurdî bi destûrî bê mîsogerkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Sakik: Aşitî wêrekiyê dixwaze; tenê bi aliyê Kurdan ne domdar e ku rîskê hildin ser xwe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Yavuz: Desthilat ne bi hiqûqî, bi hesabê siyasî nêzîkî mafê hêviyê dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 16’Ê GULANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?