Duşem, 19 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî: Em ê bi mafê xwe yê berxwedana demokratîk bersivê bidin êrîşan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên DBP’ê: Em bang li gelan dikin ku ji bo parastina Rojava û mirovahiyê bikevin tevgerê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Foza Yûsif: Divê daxuyaniyên QSD’ê esas bên girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Bûyerên li Sûriyeyê diqewimin hewldana ji bo têkbirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîke

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 9 bajaran wê çalakiyên girseyî werin lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Bila dêriyê sînor ê Sêmalka ji bo piştevaniya Rojava were vekirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Silêmaniyê li dijî êrîşên li ser Rojava li ser piyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê şehîd Helo Sûrên li Şarezûrê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Divê Kurd tevlî vî şerê hebûn û rûmetê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muhsîn Osman: Berxwedana Helebê ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd mîladek e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Helebê li Silêmaniyê bi merasîmekî girseyî hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê banga ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Raperînê bertek nîşanî heqeretên li ser şervanên jin û şehîdan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Xwedîderketina li Rojava wezîfeyeke mirovî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar: Ti hêz nikare li ber îradeya jinê bisekine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Amedê: Bûyerên diqewimin sûcê şer e, bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan li Silêmaniyeyê gilî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • HELEB
Nûçeyên Lezgîn
Çete sivîlên birîndar direvînin
Li Tişrînê şer dewam dike: Gelek çete hatin kuştin
Li Dêrazorê êrişên li ser navendên petrolê û cihê sivîlan
Li navenda bajarê Tebqayê şer
Çete bombeyan li avahiyên Tişrînê dibarîne
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Dayikên Şengalê yên tevlî merasîma gerîla bûn hestên xwe anîn ziman
Kurdistan

Dayikên Şengalê yên tevlî merasîma gerîla bûn hestên xwe anîn ziman

Dayikên Şengalê yên tevlî merasîma şewitandina çekan a gerîla bûn, sekna gerîla silav kirin û diyar kirin ku gerîla bi vê helwesta xwe rê li ber aştî û civaka demokratîk vedikin, dawî li rijandina xwînê û şer tînin û ji dewleta Tirk xwest, ku gavê biavêje

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Merasîma gerîla ya ‘Koma Aştî û Civaka Demokratîk’ ku 11’ê Tîrmehê li Silêmaniyeyê çekên xwe di agirdanê de şewitandin û bi vî rengî rê ji pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ re xweş kirin, li Şengalê jî deng veda. Merasîm ji aliyê gelek derdoran ve li cih hate şopandin. Di nava beşdaran de şandeyek ji Şengalê jî hebû, ku ji endamên Rêveberiya Xweser a Şengalê û Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) pêk dihat.

EV GAV WÊ AŞTIYÊ BI XWE RE BÎNE

Ji beşdarên merasîmê endama Koordînasyona TAJÊ Şemê Remo anî ziman ku weke gelê Şengalê, ew ji ber şewitandina wan çekan “xemgîn” bûn, ji ber ku wan çekan di dema fermanê de ew ji destê çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin.

Şemê Remo diyar kir ku ji aliyê din ve ew kêfxweş bûn ku bi vê gavê re piştgirî ji banga Rêber Apo ya ji bo civaka demokratîk û aştîxwaz re hate dayin û rijandina xwînê û kuştinê ji holê radke. Şemê Remo got, “Em di wê baweriyê de ne ku ev gav wê aştî, wekhevî û biratiya gelan bi xwe re bîne.”

Şemê Remo her wiha destnîşan kir ku ew di wê baweriyê de ne ku ev pêngav wê heta dawiyê dewam bike û got, “Tişta ku ket ser milê Rêber APO û PKK’ê pêk hat. Êdî dema dewletê ye ku gavên berbiçav bavêje, heta ku ev pêngav misoger bibe.”

Şemê Remo anî ziman ku bi peyama bi dîmen a Rêber Apo re ew gelekî kêfxweş bûn û got, “Dema behsa serokatiya me dihat kirin, tenê zindan û tecrîd dihat bîra me. Lê dema ku peyam derket, her tişt bi qasî girîngiya xwe hate guhertin û dest bi pêvajoyeke nû hate kirin. Her çiqas em bi dîtina wî kêfxweş bûn jî, ya pêwîst niha ew e ku serokatî bi fizîkî jî azad bibe û bi awayekî azad bikare pêvajoya heyî heta serketinê bidomîne.”

GERÎLAYAN CIHÊ XWE DI DILÊ CIVAKA ÊZIDÎ DE KOLANDIYE

Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel ku di merasîmê de amade bû nerîna xwe wiha anî ziman: “Em di serî de silav û hezkiriyên xwe ji her kesî re dişînin ku di merasîmê de amade bûn. Bi taybetî dayikên gerîla re rêdikin” û bi vî rengî dewam kir: “Merasîma hate lidarxistin ji bo me weke dayikên Şengalê, hem kêfxweşî bû û hem jî xemgînî bû. Gelek ji wan gerîlayên ku çekên xwe îmha dikirin, di sala 2014’an de bi hawara Şengalê ve hatibûn û bi hezaran gelê me ji qirkirineke muhtemel rizgar kiribûn.

Aliyê din ê merasîmê û kêfxweşiyê ew bû ku êdî pêngava serokatî dayî dest pêkirin ber bi encameke dîrokî ve diçe. Êdî kuştin namîne, her kes dikare azad bibe û azad bijî.”

Neam Bedel anî ziman ku wan di merasîmê de ev her du hest jiyane û diyar kir ku wan xwestin gerîlayan ji nêz ve bibînin, wan hembêz bikin, ji ber ku di sala 2014’an de ew rizgar kirin.

Neam bedel got, “Gelek ji wan li ser axa Şengalê birîndar bûbûn. Lê mixabin, ji ber şert û mercên ewlehiyê me nikarîbûn zêde nêzî wan bibin. Me ji Şengalê diyarî ji wan re biribûn lê me nikarîbû wan diyariyan rasterast radestî wan bikin. Em li vir ji wan re heta dawiyê serketinê dixwazin û em ji wan re dibêjin we cihê xwe di nava dilê her ferdekî civaka Êzidî de kolaye, wê tu carî we ji bîr nekin û nedin ji bîr kirin jî.”

YA PÊWÎST HATE KIRIN, ÊDÎ DOR A DEWLETÊ YE

Neam Bedel her wiha diyar kir ku ket ser milê Rêber APO û PKK’ê pêk hat û got, “Dema ku Rêber APO bang kir, heta niha pêngav li dû pêngavê tên avêtin. Di pêngava yekem de, kongre hate lidarxistin û agirbesta yekalî hate ragihandin. Di wê demê de, tevî ku agirbest hatibû rawestandin jî, dewleta Tirk bi hemû hêza xwe êrişên xwe li ser herêmên parastina medya û qadên gerîla didomand. Pêngava herî dawî jî îmhakirina çekên 30 gerîlayan bû, weke desteka pêngavê û xurtkirina destê Rêber APO.”

Bedel diyar kir ku êdî ji niha û şûnde pêwîst e dewlet gavên berbiçav bavêje, lê heta niha dewletê gavên pêwîst neavêtine.

Bedel di dawiyê de got, gava pêwîst a ku were avêtin ew e ku tevahî girtiyên siyasî û di serî de Rêber APO werin azadkirin. Wê anî ziman ku heta ku ev gava berbiçav neyê avêtin, pêngav wê bi lez pêş nekeve. Ger dewlet bi rastî dixwaze ku aştî were û êdî her pirsgirêk di warê siyasî û civakî de were çareser kirin, pêwîst e ev gav rojek beriya rojekê were avêtin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rojnamevan Nîzamettîn Yilmaz li Yewnanistanê jiyana xwe ji dest da
Nûçeya Pişt re HBDH’ê berxwedêrên li zindanan bi bîr anî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Mîne Karakaş: Em Kurdî li her qadê bi kar bînin

Hevberdevka Enstîtutiya Zimanê Kurd a Amedê Mîne Karakaş diyar kir ku ji bo têkbirina polîtîkayên…

Ji aliyê Stêrk TV

Îbrahîm Ateş li Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin

Îbrahîm Ateş ê piştî 30 salan ji girtîgehê derket, li li bajarê xwe Amedê bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinên Ciwan ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan

Yekitiya Jinên Ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşek lidar xist.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

‘Bila dêriyê sînor ê Sêmalka ji bo piştevaniya Rojava were vekirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xelkê Silêmaniyê li dijî êrîşên li ser Rojava li ser piyan e

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cenazeyê şehîd Helo Sûrên li Şarezûrê hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KCK: Divê Kurd tevlî vî şerê hebûn û rûmetê bibin!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?