În, 27 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rêber Apo: Divê em derbasî qonaxa avakirinê ya pozîtîf bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga 27’ê Sibatê: Civîna çapemeniyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydin: Heta pêvajoya rûbirûbûn, heqîqet û sererastkirin pêk neyê, çareserî çênabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozof Malabou: Êrişên li ser Rojava parçeyek ji stratejiyeke berfireh e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 27’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mustafa Karasu: Ji bo Rêber Apo wekî muzakerevan bê qebûlkirin, divê Meclîs biryarê bigre

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PJAK’ê ji bo hunermend Yedullah Mihemedî peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehwen Çiyako: Garantiya hebûna Kurdan û bersiva pêvajoyê yekîtî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amedî: Bawerî bi gavên şênber dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeyek Şengalê serdana Bexdayê kir, banga diyalogê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Her gotineke Rêbertî ji bo me ferman e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dogan Erbaş: Muzakere jî têkoşîn jî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    JKŞ: Em bi yekîtiya jinan hene

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên 8’ê Adarê yên li Mexmûrê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî: Eger Iraq dixwaze parastina me bike, bila YBŞ-YJŞ’ê nas bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê pêşangeha ‘Jin, Jiyan, Azadî – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şoreşa Jinê’ hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Çanda Jinên Kurd li Berlînê dest pê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kuştina jinan ne tenê daneyên statîstîkî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rojnameya Komînal dest bi weşanê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Alper: Kurd bi tenê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DBP û TJA’yê bang li dewlet û desthilatdariyê kir ku gava şênber biavêje
Rojane

DBP û TJA’yê bang li dewlet û desthilatdariyê kir ku gava şênber biavêje

DBP û TJA'ê bi wesîleya salvegera yekemîn banga "Aştî û Civaka Demokratîk" daxuyanî dan û destnîşan kirin ku mayindebûna pêvajoyê bi bicihanîna mercên azadiyê yên Rêber Apo ve girêdayî ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Sibat 2026 Dema xwendinê: 15 dq.
Parvekirin

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), bi boneya salvegera yekemîn a banga dîrokî, daxuyaniyeke nivîskî weşand. DBP’ê, got: “Ji bo banga 27’ê Sibatê civakî bibe divê demildest reformên demokratîk bikevin meriyetê.”

Daxuyaniya DBP’ê wiha ye:

“Rojhilata Navîn a ku sed sal in ji aliyê hêzên netew-dewlet ve bi hesabên jeopolîtîk sînorên wê bi feraseta yekperestiyê tê xêzkirin, di vê serdemê de jî di qonaxeke dîrokî de derbas dibe. Erdnîgariya ku sed sal in, ji bawerî, çand û nasnameyên gelan re wargehî kiriye, ji ber polîtîkayên dagirkerî û înkarê li ber banga erdhêjeke nû ye.

Di pêvajoyeke bi vî rengî de, banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku di 27’ê Sibata 2025’an de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat kirin, ne tenê ji bo çareseriyê pirsgirêka Kurd, di heman demê de ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn û Tirkiyê jî perspektîfeke stratejîk pêşkeş dike. Banga ku hat kirin, li hember siyaseta şer siyaseta demokratîk esas digre, avakirina peymana demokratîk a civakî armanc dike. Di vî warî de wek firsendeke dîrokî xwedî cihekî girîng e.

Li ser vê bangê salek derbas bû. Di salekî de, biryara çek şewitandinê û xwe kişandina derveyî sînor a PKK’ê, îrade û biryardariya çareseriyê derxist holê. Bi pêvajoya ku rageşiya herêmî û kurewî her ku diçe kûr dibe de, ev helwest, ji bo pêşeroja aştiyê gaveke stratejîk û dîrokî ye. Her wiha, Manîfestoya Civaka Demokratîk, perspektîfa Komara Demokratîk û Entegrasyona Demokratîk li gel gelê Kurd, ji bo pêşeroja gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn jî nexşerêyeke berfireh derdixe pêş. Ji bo ev nêzîkatê li ser bingeheke erênî bimeşe û civakî bibe, herî pêş; divê azadiya pêşengê vê pêvajoyê birêz Ocalan pêk bê û bingeha lêgerînên çareseriya demokratîk bi hêztir bibe.

Lê, mixabin li hemberî vê îradeyê, heya niha ji aliyê desthilatdarî û dewletê ve tu gavên ku wê veguhestina demokratîk pêk bîne, nehatin avêtin. Rapora ku ji aliyê Komîsyona Piştevaniya Netewî, Biratî û Demokrasiyê hat parvekirin jî bi naveroka xwe ve ji perspektîfa çareseriyê dûr ma.

Rewşa ku îro tê jiyîn jî vê nakokiyê bi awayekî şênber radixe li ber çavan. Destilatdarî û dewlet di gotinê de li ser ‘aştî û çareseriyê’ disekine, lê di warê hiqûqî, siyasî û makezagonî de pratîkeke erênî nameşîne. Em baş dizanin ku; aştî, li ser bingeheke wekhev, azad û demokratîk mumkun e. Divê çareserî wek taktîkeke siyasî neyê dîtin, divê wek berpirsyariyeke dîrokî bê qebûlkirin.

Di salvegera banga 27’ê Sibatê de em car din diyar dikin ku; ji bo gavên ku hatin avêtin mayînde bibin û ji bo baweriya civakî bihêz bibe divê pratîkên şênber bikevin meriyetê. Divê astengiyên siyasî û hiqûqî ji holê rabin, pêşî li siyaseta demokratîk bê vekirin, rêveberiyên herêmî bê bihêzkirin û reformên ku wê aştiya civakî mayînde bike bikevin meriyetê.

Wek Partiya Herêmên Demokratîk, em vê baweriyê de nin ku; aştî ji bo berjewendiya tevahiya civakê ye. Ji ber vê yekê jî em bang li desthilatdarî û dewletê dikin ku; li hember îradeya çareseriyê ya birêz Ocalan gavên erênî biavêjin, mesafeya navbera gotin û pratîka xwe de bidawî bikin û ji bo lihevkirina civakî bikevin nav li û tevgerê.

Firsendên dîrokî an bi wêrektiyê tên bikaranîn an jî bi berdilên giran encam dibin. Îradeya ji bo çareseriyê diyar e. Ji bo pêvajo bisazîbibe û bi encam bibe, berpirsyarî êdî li ser milê dewlet û desthilatdariyê ye. Pêvajoya avakirina civakî, tekane temînate pêşeroja me ya hevpar e.”

Tevgera Jinên Azad (TJA) jî bi boneya salvegera yekemîn a banga dîrokî, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya TJA’yê wiha ye:

“Salek di ser banga Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan a 27’ê Sibata 2025’an a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ re derbas bû. Ev bang; di pêvajoyeke ku polîtîkayên zext û tundiyê yên li Tirkiyeyê, sepanên antî-demokratîk gihîştibûn lûtkeyê, jin û gel di nav atmosfera tundî û kaosê ya ku ji aliyê siyaseta dij-Kurd ve hatibû afirandin de dihatin hepskirin û bêhêvîtî û tirs di nav civakê de belav dibû de, hêvî, bawerî û wêrekiya ku jiyaneke din pêkan e, ji nû ve şîn kir.

Nexasim di zemîneke ku rojane 6 jin dihatin qetilkirin, jinên ku ji bo azadiya xwe têdikoşin dihatin girtin, xizanî li ser jinê hatiye ferzkirin, zarokên keç bêparastin dihatin hiştin û ev hemû wekî karakterê dewletê veguherîbûn polîtîkayên rewakirinê, ji bo pergaleke demokratîk a li ser bingeha azadiya jinê, çareserî dîsa di vê bangê de derket holê. Çareserkirina pirsgirêkên civakî di asta hiqûqî û siyasî de, ew çareserî bû ku birêz Ocalan bi salan e di pirsgirêka Kurd de nîşan dida. Gotina Bahçeli ya di Cotmeha 2024’an de ku ji birêz Ocalan re digot ‘Bila bê di Koma DEM Partiyê de biaxive’ bersivek bû ji bo muxatabiya birêz Ocalan a bi salan e lê digeriya. Her wiha ev gotina Bahçelî di mijara çareseriya parlamentoyê ya pirsgirêka Kurd de ji aliyê dewletê ve bû gava şikandina ezberên sed salî yên komarê.

Di berdewamiyê de, di 9’ê Tîrmeha 2025’an de bi banga bidîmen a Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan re, eşkerekirina şert û mercên derketina PKK’ê û hincetên biryara fesixkirinê, ragihandina serdemeke nû ya têkoşînê bû. Got ku înkar û îmha hatiye pûçkirin, niha dor hatiye avakirina civaka demokratîk. Ji bo ku sedsala 21’an bibe ‘sedsala aştiyê’ bi dawîkirina sedemên derketina pirsgirêkê û sedsala şer û pevçûnan a ku mohra xwe li vê serdemê dabû, xeteke nû ya têkoşînê ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd û Kurdistanê ku di navenda Rojhilata Navîn de ye, pêşkêş kir. Di navenda Rojhilata Navîn de têkiliyên Kurd û Tirkan ên ku ev du sed sal in her tim krîz û pevçûn çêdikirin, li ser bingeha hemwelatiya wekhev û azad ji nû ve destgirtin û naskirina hebûna hemû nasname, çand û baweriyên li Tirkiyeyê, bi taybetî Kurdan û misogerkirina azadiya wan, diyar kir ku ev yek bi avakirina komareke demokratîk pêkan e.

Analîzên birêz Ocalan yên weke ‘Pêdiviya civaka demokratîk ji bo me nebênabe ye. PKK ya ku di dîroka komarê de tevgera herî dirêj û berfireh a serhildan û tundiye; dîtina hêz û bingeha wê, ji ber girtîbûna kanalên siyaseta demokratîk bûye. Rêzgirtina ji nasnameyan re, xwe bi azadî îfadekirin û bi awayekî demokratîk rêxistinbûna wan, avabûnên sosyo-ekonomîk û siyasî yên ku her beş ji xwe re wekî esas digirin, tenê bi hebûna civaka demokratîk û qada siyasî pêkan e. Sedsala duyemîn a komarê tenê dema ku bi demokrasiyê were tacîdarkirin, dikare bibe xwedî berdewamiyeke mayinde’ berê herkesî dide demokrasiyê. Ev gotin ji aliyekî ve dihate wateya ku siyaset û hiqûq cihê çekê bigire û meclîs di vê mijarê de berpirsiyariyê bigire ser xwe. Ji aliyê din ve, di pergaleke wisa de hebûna jinan, xwezayê, Kurdan û baweriyan dê rasterast ji aliyê civakê ve were parastin. Ev bangawaziyek ji bo hemwelatiya çalak bû ku azadiyên di bin garantiya civaka demokratîk de ne, dê dîsa ji aliyê civakê ve werin avakirin.

Banga Aştî û Civaka Demokratîk tenê bangawaziyek ji bo dewletê nebû. Li dijî pergala kapîtalîst a mêrperest, di avakirina pergala ‘demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê’ de bang li jinan, gelan û civakê dikir ku erka xwe bi cih bînin. Ev erk, hevaltiya jinê ya Birêz Ocalan ê ku pîvana sosyalîstbûnê bi nêzîkatiya li hemberî jinê diyar dike û dibêje “yê ku nizane bi jinê re çawa biaxive nikare bibe sosyalîst”, careke din nîşan da. Di avakirina civaka demokratîk de axaftina bi jinê re ji pratîkeke rojane derxist û gihand heqîqeta ku ziman ew hêman e ku hemû têkiliyên civakî, siyasî û aboriyê diyar dike.

Em jinan jî di pêvajoya salekê ya derbasbûyî de, ji bo parastin û azadkirina jiyana xwe, ji bo veguherîna hemwelatiyên azad ên neteweya demokratîk, bi zihniyet û rêxistinbûna xwe em xwedî li vê bangê û pêvajoyê derketin. Bi vî awayî, zihniyeta jinên Kurd a ku li Tirkiye û Rojhilata Navîn çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ji pirsgirêka azadî û wekheviya jinê cuda nînabîne, bi Manîfestoyê re hevdîtineke bêhempa jiya. Ne tenê rê, lê ka dê di vê rêyê de çawa were meşîn jî bi civak û jinan re gihîşt hev. Lê belê ji bo me ev hevdîtin hîna temam nebûye. Em pratîkbûna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, meşandina wê ya li gorî armancê, azadkirina gelê Kurd û jiyana wekhev û azad a gelên Rojhilata Navîn, bi şert û mercên azadiya fizîkî û hevdîtina mutleq a Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan a bi civakê re ve girêdayî dibînin. Wekî TJA, ji bo serkeftina pêvajoyê û pêkanîna aştiyeke rastîn, em bang dikin ku şert û mercên azadiya fizîkî di zûtirîn dem de werin peyda kirin.

Ne tenê jin, her kesê ku emrê xwe di rêya demokrasiyê, azadiyan û wekheviyê de xerc kiriye, ji analîzên Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan berpirsiyariyê derdixe û di rêya xwe de berdewam dike. Di nava salekê de PKK’ê bersiveke erênî da bangê, kongreya xwe ya 12’emîn kom kir û xwe fesix kir. Di 11’ê Tîrmeha 2025’an de bi pêşengiya Bese Hozat 30 gerîlayan çekên xwe îmha kirin û diyar kirin ku ew amade ne tev li siyaseta demokratîk bibin. Dîsa di 26’ê Cotmeha 2025’an de komek gerîla ragihand ku ew ji Tirkiyeyê vedikişin û gava şert û merc çêbibin dê tev li siyaseta demokratîk bibin.

Tevî van geşedanên dîrokî, tevî ku salek derbas bûye û diyalog berdewam dikin jî, hîna nevekirina kanalên siyaseta demokratîk, nemeşandina xebatên Komîsyona ku di Meclisê de hatiye avakirin bi rengekî bi bandor û pratîk û bi giranî girtina berpirsiyariyan ji aliyê hikûmetê ve, di nav civakê de li hemberî pêvajoyê bêbawerî çêkir û nehişt piştgiriyeke xurt derkeve. Her çend Komîsyonê di 18ê Sibata 2026’an de rapora xwe temam kiribe û banga sererastkirinên hiqûqî yên pêwîst li parlamentoyê kiribe jî, yekalîbûna gavan û neavêtina tu gaveke berbiçav a hiqûqî û siyasî ji aliyê dewletê ve hîna nehatiye şikandin. Bêguman di Çileyê 2026’an de êrişên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê û rola welatên cîran û hêzên hegemonîk di van êrîşan de, bêbawerî kûrtir kir. Lê belê rola Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan ku bi perspektîfa çareseriya demokratîk mudaxele kir, bi muzakereyên siyasî hişt ku hebûna Kurd a li Rojava, destkeftî û pergala jinê dîsa bikişîne qadeke parastî. Li Tirkiyeyê dema behsa aştiya bi Kurdan re tê kirin, di heman demê de li Rojava pêkanîna êrîşên li ser hebûna Kurd careke din ev yek nîşanî me da; heta ku civaka demokratîk a ku di heman demê de tê wateya xweparastinê, bi hemû mekanîzmayên xwe nebe fermî, di serî de Kurd û jin hemû beşên civakê dê her tim bi rîska qetlîaman re rû bi rû bimînin.

Lêbelê, tam niha, di vê dema ku diyalogên ji bo aştiyê berdewam dikin, erkên herî lezgîn ê dewletê ji bo gelê Tirkiyeyê, ku bi dehan salan e polarîze bûye û pirsgirêkên wî yên civakî ji ber vê polarîzebûnê kûrtir bûne, ew e ku rêziknameyên yasayî û siyasî biafirîne ku dê bihêle Kurd bi nasname û çanda xwe bijîn; jin îradeya xwe ya azad bikar bînin; û hemî beşên civakê bêyî gefa tepeserkirina baweriyan, serdestî an hiyerarşiyê beşdarî jiyanê bibin. Ji bo bidawîbûna şer û tundiyê, ji bo avakirina aştiyeke rasteqîn û birûmet, divê Meclîs berpirsiyariya dikeve ser milê xwe bi cih bîne. Û êdî dem nemaye ku were windakirin.

Wekî encam, di sala duyemîn a Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan de, em wekî jin girîngiya pêşengiya jinê di avakirina civaka demokratîk de û rola xwe ya pêşengiyê ya îdeolojîk, polîtîk û pratîk ji bo civakeke komunal, demokratîk û sosyalîst a ku azadiya jinê esas digire, zelaltir dibînin. Em di wê zanabûnê de ne ku hêza li ser maseya aştiyê dê bi rêxistinbûna civakî mezin bibe. Li ser vê bingehê, dema ku em têkoşîna xwe di zihniyet û çalakiyê de ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, ji bo pêkanîna aştiyê û ji bo ku dewlet gavên hiqûqî û siyasî yên pêwîst biavêje bilind dikin; em careke din îfade dikin ku ji bo serkeftina pêvajoyê em ê berpirsiyariya dikeve ser milê xwe bi cih bînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Artêşa Efgan bersiv da: Bi dehan mirî, Pakistanê şer ragihand
Nûçeya Pişt re Şandeyek Şengalê serdana Bexdayê kir, banga diyalogê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji bo 390 şehîdên azadiyê merasîma bîranînê

Li Hesekê ji bo 390 şervanên azadiyê ku di mehên Gulan, Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Xelkê Şengalê li hemberî her xeteriyê divê rêxistiniya xwe xurt bike’

Hevserokê Şaredariyên Gel ên Şengalê Xwedêda Îlyas û Endama Kordînasyona TAJÊ Riham Hesen li hemberî…

Ji aliyê Stêrk TV

Soza desthilatdariyê ya ji bo gel: 21 girtîgehên nû

Wezîrê Dadê yê Tirk Yilmaz Tunç, ragihand ku avakirina 11 girtîgehan didome û projeyên 21…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

PJAK’ê ji bo hunermend Yedullah Mihemedî peyama sersaxiyê weşand

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêber Apo: Divê em derbasî qonaxa avakirinê ya pozîtîf bibin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Banga 27’ê Sibatê: Civîna çapemeniyê destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Artêşa Efgan bersiv da: Bi dehan mirî, Pakistanê şer ragihand

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?