Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ji bo rakirina trafoyên ceyranê yên cotkarên ku deynên wan ên ceyranê hene bi jendermeyan re bi ser gundê Avûr ê navçeya Sêwereg a Rihayê de girtin. Cotkarên diyar kirin ku wê bi hezaran donim zeviyên wan ên nû hatine çandin bê av bimînin û ji ber rakirina trafoyan astengkirin rastî êrişa jendermeyan hatin. Jendermeyan ji heman malbatê 5 kes binçavkirin.
Welatiyekî ku tiştên di dema binçavkirinê de qewimîn bi telefonê dikişand, hate derbkirin. Welatiyê ku qeydên di telefona wî de hatin jêbirin, piştre hate berdan.
Piştî bûyerê cotkaran li dijî rakirina trafoyan çalakiya rêgirtinê pêk anîn. Cotkarên çalakiya xwe ya rê girtinê didomînin û jendermeyên li herêmê bendemayîna xwe didomînin.