Gulîstan Kiliç Koçyîgît pankarta bi nivîsa hişyariyê ya “Pêşî Peya” ya hat jêbirin nîşan da û diyar kir ku êrîşên li dijî ziman û çanda Kurdan zêde bûne.
EV ZÎHNIYETA 12’Ê ÎLONÊ YE
Gulîstan Kiliç Koçyîgît jêbirina nivîsên Kurdî şiband serdema darbeya 12’ê Îlonê û got, “Îro Kurdbûn qedexe ye, govend gerandinqedexe ye. Desthilata AKP’ê nêzîkatiyên xwe yên cudaxwaz û marjînal li ser ziman û çanda Kurdî didomîne.”
ÊRÎŞÊN LI SER ÇAND Û ZIMANÊ KURDÎ
Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku êrîşên li dijî çand û zimanê kurdî di demên dawî de derbasî qonaxeke nû bûne û wiha axivî: “Di bin sîwana emniyetê de ‘tîma girtina govendê’ hatiye avakirin. Dikevin qadên taybet ên kurdan, dawetan û ji wir dîmen tên parvekirin û li dijî kurdan pêleke êrişê tê destpêkirin. Çeteyên ku jinan qetil dikin bi rehetî digerin, mafya û bertîlxwar bi rehetî digerin lê kurd ji ber gerandina govendê tên girtin. “
Gulistan Koçyîgît anî ziman ku zextên li ser çand û zimanê Kurdî ji pratîkên salên 90’î hûr û kûrtir tên meşandin û wiha pêde çû: “Li Mêrsînê ciwanên govend gerandin hatin biçavkirin û girtin. Piştî vê bi destê wezîrê karên hundir pêleke faşîzmê hate destpêkirin. Em ê li her derê çand û zimanê Kurdî biparêzin û ti carî dev jê bernedin.”
BÊTEHEMÛLIYA LI HEMBERÎ KURDÎ
Gulistan Koçyîgît li ser bêtehemuliya zimanê Kurdî rawestiya û got, “Desthilta ku bi vekirina TRT6 pesnê xwe dide, tehemulî nivîsa ‘Pêşî Peya’ yên şaredariyên me li ser riyan nivîsandine nekir. Êrîşên demên dawî, nîşaneya bêtehemûliya AKP’ê ya li hemberî Kurdî ye. Gelê Kurd ji dîrokê heta niha li hemberî zextan li ber xwe daye û wê bide jî.”
JI BO BIRÊZ OCALAN BI KURDAN BIDIN JIBÎRKIRIN WIHA DIKIN
Gulistan Koçyîgît wiha dawî li axaftina xwe anî: “Sedema tecrîda li ser Abdullah Ocalan ew e ku Abdullah Ocalan bi Kurdan bidin jibîrkirin. Bi milyonan kes Abdullah Ocalan weke îradeya xwe ya siyasî dibîne. Bi milyonan kes azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan daxwaz dike. Bi milyonan kes her roj li qadan diqîre ku kesek nikare ziman û çanda wan tune bike.”