Di daxuyaniyê de hate gotin, TUÎK bi fermana desthilatdariyê tevdigere, daneyan manîpule dike û bi vê rêyê mafê bi milyonan mirovên kedkar desteser dike.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hejmara ji sedî 1.37 ê mehane û ji sedî 35.05 ê salane ya enflasyonê ku TUÎK’ê eşkere kir, dûrî ji rastiyê ye û hate bibîrxistin ku li gorî koma lêkolînê ya serbixwe ENAF’ê enflasyona meha Hezîranê ji sedî 3.05 û ya salane jî ji sedî 68.68 e. Hate destnîşankirin ku ji ber vê cudahiya daneyan, zema li kedkaran û xebatkarên cemaweriyê hatiye kirin di asta xizaniyê de ye.
Komîsyonê diyar kir ku bi banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk re’ çavkaniyên li şer û rantê dihatin xerckirin, divê ji pêwîstiyên gel re bê veqetandin.